Geerdink: Hêvî dikim ku Erdogan rojekê bê darizandin -NÛ BÛ

Rojnamevan Geerdink hêviya xwe ya ji bo darizandina Erdogan anî ziman û got, "Hêvîdar im wê rojekê li Tirkiyeyê komîteyeke lêgerîna heqîqetê bê avakirin. Li ku derê darizandina were kirin, ez hêvî dikim ku li wir bim, derbarê wê de raporekê binivîsînim."

Tevgera Jinên Kurd a li Hollandayê di çarçoveya kampanya "100 sedem ji bo darizandina dîktator" de nêrîna rojnamevanan Hollandî Frederike Geerdink wergirt.

Rojnamevan Geerdink piştî qetlîama Roboskiyê di sala 2012’an de çûbû Bakurê Kurdistanê û lêkolîneke bi navê ‘Xort mirî ne’ (De jongens zijn dood) nivîsandibû. Geerdink di sala 2018’an de li çiyayên Kurdistanê salekê bi gerîlayan re ma û di sala 2018’an de jî pirtûka bi navê ‘Ev agir tu caran venamire’ (Dit vuur dooft nooit) nivîsand.

Geerdink derbarê naskirina Kurdan û armanca têkiliya bi têkoşîna Kurdan re got ku,”Di sala 2006’an de weke nûçegihanek serbixwe ya karûbarên Tirkiyeyê, min dest bi xebatê kir. Min li ser gelek mijarên ku li Tirkiyeyê rû didin nivîsiye û doza Kurdan jî yek ji wan bû. Mijara piştî komkujiya Roboskiyê, ya di 28’ê Kanûna 2011'an de girîngtir bû. Ez wê demê li Stenbolê dijiyam û çend roj piştî qetlîamê çûm gund. Lê dema vegeriyam Stenbolê ji bersivan zêdetir derbarê wê bûyerê de pirs di hişê min de çêbûn. Ez dîsa vegeriyam gundê Bejuhê ya ku beşeke malbatên Roboskiyê lê dimînin. Jixwe goristan jî li vî gundî ye. Gelek caran çûm û min piştre biryar da ku li ser wê pirtûkekê binivîsim. Komkujiya Roboskiyê di heman demê de jî bi hemû kûrahîya xwe ve hemû doza Kurdan li ser kîlometrekareyekê nîşan da: mirov bi her awayî ji mafên xwe bêpar in.

Ev yek di derheqê karê rojnamevaniyê de jî gelek tişt fêrî min kir. Di vê çîrokê de 'du alî' tune bûn. Li aliyekî heqîqet hebû û li aliyê din jî çarçoveya wê ya di destê hikumetê hebû. Hewce bû qala wê çarçoveyê were kirin û min di gotar û pirtûka xwe de qala vê çarçoveyê kir. Min bi rêkûpêk lêkolîn kiribû. Ez fêrî doza Kurd bûbûm û min dewlet jî nas kir. Pirtûka min a li ser komkujiya Roboskiyê, ‘Xort mirî ne’ (The boys are dead), bi Hollandî, Tirkî, Îngilîzî û Erebî derketiye.”

Geerdink a ku gelek caran çûye bajarên Kurdistanê û bûye şahida êrîşên li ser gelê Kurd diyar dike ku dema dewleta Tirk biryar da ku pêvajoya aştiyê bi dawî bike, êrîş zêdetir bûne. Geerdink got ku, “Tifaqa bi MHP’ê re rewş xerabtir kir. Her weha Yekîtiya Ewropayê jî tiştekî nake û têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê di çarçoveya tirsa xwe ya bêbingeh a ji ber penaberan ava dike.”

Geerdink ji bo kampanyaya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê a ku di 25’ê Mijdarê de bi navê ‘100 sedem ji bo darizandina dîktator Erdogan’ dabû destpêkirin jî got ku, “Di xewnên min de, Erdogan rojek ji ber tawanên xwe yên ewqas zêde li dadgehekê tê darizandin. Komkuji, paqijkirina etnîkî, di heman demê de gendelî û dizî jî. Û rast e, femîsîd û qirkirina jinê jî di nav de. Ez hêvî dikim ku rojek Tirkiye wê bibe xwediyê komîteyeke lêgerîna heqîqetê. Lê komîsyonên bi vî rengî wê çavên xwe ji sûcên wekî yên Erdogan kirî re negire. Li ku derê darizandin were kirin, ez hêvî dikim ku ez jî li vir bim, derbarê wê de raporekê binivîsînim. Ez ê wê bikim pirtûk.”