'Fûhûş rêbazeke şerê taybet e'

Parlamentera HDP'ê ya Wanê Mûazzez Orhan û aktîvîsta femînîst Zozan Ozgokçe bal kişandin ser çeteyên fûhûşê yên li bajarên Kurdan û gotin, fûhûş û narkotîk weke rêbazeke şerê taybet têne bikaranîn.

Parlamentera Wanê Mûazzez Orhan destnîşan kir ku destdirêjî, destavêtin, fûhûş û narkotîk weke çekeke taybet a ji bo teslîmgirtina civakê têne bikaranîn û got, "Em ê hîn bi xurtî xwe bi rêxistin bikin, xwedî li xwe, civaka xwe û nirxên xwe derkevin û bi têkoşînê li ber wan rabin."

Li Colemêrg, Wan û Şirnexê, çeteyên fûhûşê ku ji leşker û cerdevanan pêk tên, gelek jin bi rêya şantajê xistin nava fûhûşê.

Ji ber çeteya fûhûşê jinek hate kuştin, jinek neçarî xwekuştinê hate kirin û kesek jî bi gumanbarî mir.

Têkildarî lêpirsîna li ser çeteya fûhûşê jî biryara 'nepenîtiyê' hate dayin.

Parlamentera HDP'ê ya Wanê Mûazzez Orhan diyar kir ku yên çeteya fûhûşê ava kirin xwediyê wê zîhniyeta nijadperest in ku beriya bi salan ji bo Kurdan digotin, 'Li şûna ku bibin terorîst bila fûhûşê bikin, narkotîkê bi kar bînin baştir e."

Mûazzez Orhan destnîşan kir ku çeteya fûhûşê ya li Colemêrgê bûyereke ji rêzê nîne û anî ziman ku encama polîtîkaya şerê taybet e ku bi zanebûn û plankirî li dijî gel û jinên Kurd bi cih tê anîn.

Mûazzez Orhan ragihand, demeke dirêj e ku polîtîkayên şerê taybet ê qirêj bi rêya narkotîk, fûhûş û sîxurkirinê li bajarên Kurdistanê têne belavkirin û got, "Bûyerên revandin, kuştina jinan û mirina bi guman ku gelek caran di çapemeniyê de ketin rojevê, mîna bûyerên yekcaran diqewime hate nîşandan. Mîna Îpek Er, windakirina Gulîstan Dokû; her wiha li Wanê R.K. a ji qatê çaran hate avêtin. Gelek bûyerên mîna çeteya fûhûşê encamên vê polîtîkaya şerê taybet ê qirêj e. Tevî ku bi dehan ciwanên hatin revandin gotin, bi rêya şantajê, destavêtinê gef li wan hatiye xwarin, sîxurî lê hatine ferzkirin û yên ku ew revandine polîs in jî lêpirsînek nehate destpêkirin an jî daxuyaniyek nehate dayin."

JI BO TESLÎMGIRTINA CIVAKÊ

Mûazzez Orhan bal kişand ser polîtîkaya şerê taybet ku li ser bedena jinê nirxên çandî û exlaqî yên civakê ji holê radike û got, "Sed sal in ku her cûre rêbazên şerê taybet li dijî gelê Kurd hatin bikaranîn. Xizanî, zext, komkujî, valakirina gundan, girtîgeh, sirgûn, kuştinên kiryar nediyar hatin ceribandin. Bi her cûreyî destavêtin, destdirêjî, narkotîk û fûhûş weke çekek taybet ji bo teslîmgirtina civakê têne bikaranîn."

LÎSTIKÊN WAN ÊN QIRÊJ KIFŞ BÛN

Parlamenter Mûazzez Orhan destnîşan kir, ku mîna berê niha jî van lîstikên qirêj baş dinasin û destnîşan kir ku gelê Kurd û jinên azad li dijî vê yekê têdikoşin. Mûazzez Orhan anî ziman ku ev polîtîkayên qirêj bêhtir kifş bûne û got, "Em ê xwe hîn bi xurtî bi rêxistin bikin, xwedî li xwe, civaka xwe û nirxên xwe derkevin û bi têkoşînê li ber wan rabin."

FÛHÛŞ LI WANÊ ZÊDE BÛ

Aktîvîsta femînîst Zozan Ozgokçe jî têkildarî zêdebûna fûhûş û narkotîkê li Wanê wiha axivî, "Li wanê sala 2004'an cihê fermî yê firotina bedena jinê hate girtin. Yanî cihekî ku dewletê ji firotina bedena jinê hatine bidest dixist hate girtin. Ji ber ku fûhûş ne tenê li vê qadê dihate kirin. Piştî ku Van kete stauya bajarê mezin û li dû erdheja Wanê pavyon zêde bûn. Her wiha me ji mirovên ji rêzê dibihîst ku malên lê bedena jinê tên firotin û pêşkêşkirin zêde bûne. Nepêkane ku dewlet bi vê nizanibe. Weke amûreke polîtîkayên şerê qirêj, bi jinên Kurd fûhûşê didin kirin û ber bi narkotîkê ve têne dehfdan. Beriya erdhejê û statuya bajarê mezin jî hebû, lê belê ne ewqasî zêde bû. Vê dema dawiyê gelekî zêde bû, ku êdî haya her kesî jê heye. Nîvê şevê piştî saetekê mirov li kolanan jinên disekinin dibînin. Min bi xwe çend caran dît. Gelo dewlet vê nabîne?"

HAYA ME JINAN JÊ HEYE

Ozgokçe destnîşan kir ku yên dibêjin ev yek pirsgirêkeke gelekî mezin e jin bi xwe ne û got, "Fûhûş zêde dibe. Tê zanîn ku fûhûşê dixwazin û didin kirin kî ne. Ya ku vê çerxê bişikîne mêrên li herêmê û rêxistinên civakî yên sivîl û siyasî ne. Haya me jinan ji xwe jê heye. Ji bo jinên ku zexta fûhûşê li wan tê kirin divê karekî taybet bê kirin. Ev yek mijareke gelekî hesase."