'Fikreke wiha çêdikin wek ku krîz tenê li mêran dabe nîşan didin'

Ji Partiya Şoreşger Burcu Çubuk got krîza aborî herî bandora xwe li ser jinan dike û got,''Di nav civakê de fikreke wiha heye weke ku krîzê tenê li mêran dabe çêbûye'.

Ji Partiya Devrimci (Partiya Şoreşger) Burucugul Çubuk got krîza aborî herî pir bandor li ser jinan kiriye.

Çubuk got bi krîza aborî re ji her 3 jinan yek jê bêkar maye û jin ji bêgavî xebata bi destheqa kêm qebûl dikin. Çubuk got, ''Beriya krîza aborî jî jinan heqdesta wekhev nedistandin. Diviya bê sîgorta, bê ewlehiyekê, kêmî heqdesta herî kêm bixebitiya û qîma xwe bi vê bianiya. Keda ku li malê xuya nedikir li nav piyaseyê bênirx dihate dîtin û jinên ku ev şert qebûl nedikirin derî şanî wan dikirin.''

Çubuk her wiha got faşîzm jinê li nav malê asê dike, dixwaze hilberandina hêza kar di ser jinê re dabîn bike lê bi krîza aborî re rêjya jinên ku derxistine derveyî hêza kar her ku çû zêdetir bûye û halê hazir ji her 3 jinên ku dikarin tevlî nav hêza kar bibin yek jê bêkar e û patron krîzê ji bo xwe vediguherînin fersend û delîveyê ye.

Derbarê xwekuştinên li Tirkiyê ku van demên dawî pir dikeve rojevê jî Çubuk got, ''Êdî kesên ku hêviyan wan nemaya ku debara xwe bikin û dahatuya xwe ewle bikin xwe dikujin. Ev rewşa bêhêvîtiyê aborî û siyasî ye. Dahatuya di bin faşîzmê de nediyar e û ji ber vê ji bo karker hêviyên rojên xweş namînin. Di xwekuştina jinan de ya ku li pey hev çêbû, li gel krîzê ferzkirinên zayendiya  civakî jî diyarker e. ''

Çubuk got piştevanî tenê bi parvekirina ya di destê xwe de nabe, her wiha divê hevkariya têkoşînê jî be û got, li dijî zora dewleta nêr ji bilî piştevaniya rêxistiniya ya çewisandiyan ti rêyeke dî nîne.