Festîvala Jinên Kurd a Zîlanê diyarî Campbellê hate kirin

Festîvala Jinên Kurd a Zîlanê ew ê îsal di 6-7’ê Tîrmehê de li Londonê were lidarxistin.

Festîvala Jinên Kurd a Zîlanê ya 15’emîn ew ê îsal di 6-7’ê Tîrmehê de li Londonê were lidarxistin. Festîval ew ê bi şîara ‘Parastina Efrînê, parastina şoreşa jinan e’ were lidarxistin. Festîvala îsal diyarî şervana enternasyonalîst Hêlîn Qereçox (Anna Campbell) hate kirin, a ku di dema parastina Efrînê de şehîd bûbû.

Meclîsa Jinan a Roj ya ku festîvalê organîze dikin, daxuyaniyeke çapemeniyê dan û gotin: “Di şexsê rêheval Zîlan û Hêlînê de em hemû şehîdên şoreşger ên têkoşîna azadiyê bi hurmet bi bîr tînin.”

BERNAME

Di festîvalê de ew ê wekî her sal, îsal jî gelek çalakî hebin. Di festîvalê de ew ê panel, konser, nîşandana cilên neteweyî, nîşandana sînevîzyonê û govend hebe. Di heman demê de ew ê standên xwarin û cil û bergan jî hebe.

Di 6’ê Tîrmehê de ew ê li ser ‘Berxwedana Jinan a li Efrînê û Hevgirtina Enternasyonal’ panelek were lidarxistin. Fînala festîvalê jî di 7’ê Tîrmehê de ew ê bi konsera Nadîe Vîsser, Sûna Alan, Sevîm Aslan pêk were. Bavê Annayê Dîrk û birayê wê Adam Campbell jî ew ê tevlî bibin.

Jinên Kurd ên li Brîtanyayê dijîn wekî her sal, îsal jî rêxistinbûna xwe geştir dikin û bi wî awayî xwe ji festîvalê re amade dikin.