Fermandariya YJŞ’ê Şehîdên 3’yê Adara 2017’an bi bîr anî

Fermandariya YJŞ’ê di salvegera êrîşên bi ser Xanesorê de şehîdên 3’ê Adara 2017’an bi bîr anî

Fermandariya Yekîneyên Jinên Şengalê di yekemîn salvegera êrîşa 3’yê Adara 2017’an de,  ya PDK’ê ya li ser Xanesorê daxuyaniyek weşand. Fermandariya YJŞ’ê şehîdên 3’ê Adarê bi rêzdarî bibîranî û soz da ku rêya şehîdan bişopîne.

Di daxuyaniyê de hate gotin piştî fermana 3’yê Tebaxa ya 2014’an ya di plansaziya dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê pê hatiye jinan û gelê Êzîdî yekîneyên parastinê û hêza xwe ya gewherî ava kirin. YJŞ’ê êrîşa 3’yê Adarê êrîşeke weke êrîşa li dijî vîn û hêza gewherî ya jina rêxistinbûyî ya gelê Êzîdî nirxand û got êrîşa 3’yê Adarê ji fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ne qut e, berdewamiya vê fermanê ye.

YJŞ’ê got armanca vê êrîşê hêza parastina gel, vîn û xwesteka xweseriyê ye û pê hatiye xwestin ku nasnameya resen û vîna gel were tinekirin. YJŞ’ê bi berdewamî bal kişande ser hewlwesta dayik, gel ya li dijî vê êrîşê û got, ‘’bû îfadeya şênber ya ku wê jinên Êzîdî li Şengalê ti carî rê nedin xiyanetê’’.

YJŞ’ê di şexsê Nûjiyan Erhan, Nazê Naîf, Têkoşîna Serhed de şehîdên Xanesorê bi bîr anî û got, ‘’Vîna gelê me ti caran wê neyê teslîmgirtin, bi şehîdxistina wan xeyalên wan ên jiyana azad û xeser hatiye hedefkirin.’’

YJŞ’ê herî dawî got ew hêzên çekdar ên jinên Êzîdî li dijî êrîşan wê li ber xwe bidin û li dijî her cure xiyanetê têkoşînê geş bikin û got, ‘’Li ser vê bingehê di şexsê Şehîd Têkoşîna, Nûjiyan û Nazê Naîf de hemû şehîdên 3’yê Adara 2017’a bi rêzdarî û minet ib bîr tînin û bi biryardariyeke qeyîm, bi rênedana xeta xiyanetê em ê alaya têkoşînê ya ku şehîdên me rakiriye bilindtir bikin. Careke dî em diyar dikin, li hemberî êrîşên wiha em ê zêdetir rêxistiniya xwe bikin, bi bîr û baweriyeke xurtir, bi vîneke mezintir têkoşînê geş bikin û tola xwe hilînin.’’