Fermandariya HPJ'ê: Sara dîroka paşeroj û pêşeroja jinan e

Fermandariya HPJ'ê ragihand ku ew li Rojhilatê Kurdistanê li ser xeta Sarayan li dijî pergala zilamlara têdikoşin û ji bo yekbûna jinên Fars, Azerî, Belûc, Tirk û Ereb bang kir ku li ser xeta Sarayan xwe bi rêxistin bikin.

Fermandariya Hêzên Parastina Jinê yên Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) ji ber salvegera 9'emîn a Komkujiya Parîsê daxuyaniyek da.

Daxuyaniya Fermandariya HPJ'ê wiha ye:

"Serdema Modernîteya demokratîk bi qasî ku ji nû ve zayina gelan e, ji wê jî pêşdetir serdema ji nû ve zayina jinan e. Ji ber ew jinê ku bûye xwedawendê civaka neolotîk û jiyan afirandiye, ji dîroka çînî pê ve her dem bi wendabûyîne ve rû bi rû maye. Jin wekî qadekî tabûyan hatiye dîtin û derbarê wê de derveyî pozîsyona wê ya meta û objebûyîna wê ya cinsî cudatir nehatiye axaftin an jî nêzîkatî raber nebûye. Yanî jin ji kesayet û nasnameya xwe heta dawî dûr hatiye hiştin û di bin serweriya zilam de dîl hatiye girtin û bûye koleyeke ji koleyan wêdetir. Ev pozîsyona jinê ji bo giştî paşverûtî û xirabiyên civakê jî pîvanek e. Ji bo vî jî berovajîkirina dîroka jinên bindest di warê civakî de wê pêşdeçûnên mezin çêbike.

'JINÛVE ZAYÎNA JINÊ YA BI RENGEKÎ AZAD WÊ BIBE AZADÎ Û RONÎBÛNEKE GIŞTÎ'

Ji nû ve zayîna jinê ya bi rengekî azad di hemû şaneya civakê de azadiyeke giştî, ronîbûneke giştî ew ê bîne. Mirov dibîne ku demokratîkbûna di qada maf û azadiya jinê de çi qasî girîng û dîrokî ye. Ji ber ku jin ji bo civak, dîrok, ya rastî ji bo giştî jiyan di vê astê de girîng e, pergala modernîteya kapîtalîst herî zêde êrîş li ser jinê dike. Bi taybetî jinên ku li beramberî pergala zilamsalar serî rakin û bibin tekoşînêreke azadiya jin û civak, wî wextî zordarî, şîdet û qetliyam hîn zêdetir û firehtir dibin.

Ji wê jî wêdetir, wextê tû bibî endamekî fikir û felsefê Rêber Apo û li ser esasê bîrdoziya azadiya jin tekoşîn bikî, dibî xeteriyeke herî mezin a li beramberî modernîteya kapîtalîst. Wê demê jî hemû polîtîka, siyaset û hamleyên pergalê moderniteya kapîtalîst û daîreyê şerê taybet destpêkê li beramberî te tê plankirin û pratîkirin. Yek ji wan pratîkan jî qetlîama ku em wekî berdewamiya komploya navneteweyî bi nav dikin û lanet dikin, 9’ê Çile 2013'an li beramberî sê jin, sê şoreşger, sê pêşeng, sê siyasetmedar, sê rêwiyên heqîqetê  ‘SARA (Sakîne Cansiz), ROJBÎN (Fîdan Doğan), RONAHÎ (Leyla Şaylemez)’ pêk hat.

'HEVALA SARA BÛ BÎRDOZIYEK KU BI HEZARAN GERÎLA FEDAIYÊN XETA WÊ NE'

Dijminê komploger di şexsê vê qatliyamê de di serî de Rêbertî û tevgerê jinên azad û pê re jî giştî jinên cihanê û civak kirin hedef. Ji ber ku şehîd Sara yek ji avakarên Tevgera Azadiyê bû û di asta herî bilind de nûnertî û pêşengiya fikir, felsefe û bîrdoziya Rêber Apo dikir bi taybet hate hilbijartin. Lê mirov dikare bêje ku şehîd Sara bi asta xwe ya hêzê fikir û wate sînorên hebûn û nebûna fîzîkî derbas kir. Bû bîrdoziyek ku îro bi hezaran gerîla fedaiyên xeta wê ne. Bû felsefeyek ku bi milyonan insan di heqîqetê wê de wateya hebûna xwe digere. Bû manewiyatek ku li ser çarenûsa hemû mirovahiyê bandor dike. Bi taybet li Kurdistan û Rojhilata Navîn bû sembolek ku tekoşîna azadiyê û şerê hebûna wateya xwe pê pênase dike.

'LI SER XETA SARAYAN EM LI ROJHILATÊ KURDISTANÊ Û ÎRANÊ TÊDIKOŞIN'

Em jî wek gerîlayên HPJ li Rojhilatê Kurdistan û Îranê li beramberî pergala zilamsalar a dagirkeriya Îranê, di xeta Sarayan de têkoşînê bikin. Da ku bikaribin jinên Fars, Azerî, Belûc, Tirk û Erep li derdorê fikir û felsefê Rêber Apo kom bikin û di xeta Sarayan de rêxistin bikin. Ji ber ku pêwîstiya jinên vê erdnîgariyê wekî giştî cihanê ya nasnameyê xwe naskirin, bûyîna îrade û bi rêxistinbûyînê heye. Wextê mijar dibe nasname û îradeya jin destpêkê şehîd Sara û şerê wê ya di van mijaran de tê bîra mirov. Ji ber ku şehîd Sara şerê xwe yê herî mezin li beramberî bê nasnametî, bê îradetiya rastî li beramberî koletiya jin a ku bi hezaran sal e kêlî bi kêlî tê kûrkirin meşand. Wekî pêşenga vê têkoşînê wasiyeta wan li me ev bû ku şerê li beramberî koletiya jin û civak bilind bikin. Ji bo vî jî her yek ji me di asta şer û têkoşîna Sarayan de pêwîste pêşengî bike û rihê Sarayan, tekoşîna Sarayan di nav civak de belav bike, kûr bike û vî şerî li beramberî koletiya jin û civak bilind bike. Li ser vî esasî pêwîste em hemû di bingehê îdeolojîk, felsefîk û manewî de bên gel hevdu, rêxistinbûneke piralî ava bikin û Sarayan jiyan bikin.

Jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji bo ku xwe bigihînin hevdu, xwedî li dîroka dayik-xwedawend derbikevin û bi fikir û hestên azad li her qadên jiyanê cih bigrin û xwe pênase bikin, pêwîste tevlî refên azadiyê bibin û meşaleya têkoşîna jinên wek Sara, Şîrîn,  Kawenda û Zîlan Pepûleyan bi tevlîbûna xwe ve bilind bikin.

Wek HPJ em jî di salvegera nehemîn a qetlîama Parîsê de hevrêyên xwe yên dozê heval Sara, Rojbîn, Ronahî bi rêzdarî bi bîr tînin û heta dawî soza bilindkirina tekoşîna wan didin."