Fermandara YPJ'ê: Em bi jinên li Îranê re ne

Endama Fermandariya Giştî ya YPJ'ê Rohilat Efrîn jinên ku li Îranê qetilkirina Jîna Emînî şermezar dikin silav kir û got, "Em bi hemû hêza xwe bi jinên li Îranê re ne."

Li hemberî qetilkirina Jîna Emînî ya 22 salî ji aliyê 'Polîsên Exlaqê' yên Îranê, nerazîbûn dewam dikin. Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi hezaran kes bi rojane li qadan e û rejîmê şermezar dikin.

Endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Rohilat Efrîn li ser raperîna li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bersiv da pirsên rojnameya Ronahî.

Hûn sîstema rejîma Îranê û bêhiqûqiya li jinê tê kirin, çawa dinirxînin?

Sîstema Îranê bi taybetî li dijî jinê ye, bi mejiyê serwer ê mêr ava bûye. Li Îranê qaşo qanûn hene ku bi navê mafê parastina jinê hatine pênasekirin. Lê belê ziman, çand û hêza jinê înkar dikin. Mafên jinan li Îranê ti carî nehatine naskirin. Lewma mirov nikare bibêje ku li Îranê mafê jinê heye, yan jî jin tê parastin.

Ji ber ku di nava sîstema Îranê de jin weke îradeyeke azad nayê qebûlkirin. Mirov dikare sîstema Îranê bi vî rengî pênase bike; destpêkê qanûnên Ayetûllah Hamaney, piştre jî wezareta wî hene. Gel li asta herî jêr re, jin jî weke kole têne dîtin. Ev rastî ne tenê ya vê serdemê ye, ji dîrokê ve bi vî rengî ye. Di nava sîstema Îranê de jin weke îradeya azad nayê dîtin û ti mafekî xwe nîne.

Li Îranê li her qadê tundî li jinê tê kirin. Sîstema Îranê çima dijberê jinê ye? Yanî çima li dijî jinan polîtîkayên taybet têne meşandin?

Di dîroka Îranê de beriya sala 1979`an de di şoreşên Rojhilatê Kurdistanê de, di serhildanên gel yên li dijî dîktatorî de, jin xwedî hêz û roleke pir girîng bû; di serhildanan de dibûn pêşeng û li hember dîktatoriyê serê xwe bilind dikir. Her wiha jin parêzvana ziman, çand û dîroka xwe bû. Lewma jin a kurd a têkoşer, her tim di nava komara Îranê de xofekê çêdike. Ne tenê Îran, li her devera ku jin a kurd serê xwe li hember dijmin bilind dike, tirsê dixe dilê hêzên serdest. Ne tenê jinên Kurd, jinên Beluc, yên Azerî yên Faris xwe ji aliyê zanistê ve bi pêş xistiye. Rastiya zilamê serdest, rastiya komera Îranê lêkolîn kirine û vê sîstemê nas dikin. Her wiha seknek wan a zanist li hember vê sîstemê heye. Di dîrokê de jî em dibînin ku yên her tim di serhildan û şoreşa de pêşengîkirî jin e. Lewma niha jî di sîstema Îranê de yên ku her tim êşkence lê tê kirin jin in, ji ber ku yên dikarin azadiyê bidest bixin û gel ji dîktatoran rizgar bike jî jin in. 

Ev yek dibe sedem ku Îran û tevahiya hêzên serdest, ji hêza jinan bi taybetî jina Kurd bitirsin. Ji bo wê rejîma Îranê di bin navê exlaqê de bêexleqiya herî mezin dike û ji her alî ve jinê dike hedef. Îran zane ku li hember Komara Îranê ya faşîst hêza ku siyasetekê alternatîf biparêze û civakê bi xwe re azad bike jin e. Lewma jin jî her tim di hedefa wê de ye.

Di vê pêvajoyê de hinek serhildan û nerazîbûnên gel û jinan li dijî sîstema Îranê çêbûn. Li hember van nerazîbûnan sîstema Îranê kete nava tirseke mezin û êrişî çalakvanan kir û bi taybetî jî êriş û zextên li ser jin a Kurd zêde kirin. Sedemê vê panîka rejîmê çi ye, çima bi taybetî jina Kurd dike hedef, li ser qanunên xwe yên di bin navê namûsê de? 

Hikumeta Îranê ji bo gel bike kolê xwe, siyaseta birçîbûnê dide meşandin, ta ku gel biçe ber wan û serê xwe bitewîne. Li hember vê siyasetê, nêzî 2 salane gelê rojhilatê Kurdistanê bi pêşengtiya jinê bi serhiladanan nerazîbûnên xwe nîşan didan. Ev serhildan tirseke pir mezin dixe dilê rejîma Îranê. Lewra êrişî gel dikir û dixwest lezûbez dengê gel qut bike. Her tim li Îranê, li ku derê qîrînek çêdibe, rejîm bi êrîşê û sîstema xwe qirêj, tevdigere, bi vî şêwazî Îran di bin navê qanûna şerîetê de, di bin navê namûsê de, bi sedan jin kuştine. Lewra ya ku dikare vê civakê ji koletiya rejîmê rizgar bike jin e, bi taybetî jina Kurd e. Ev jî dibe sedem ku jin bibe hedefa rejîmê û hemû hêzên serdest. 

Jinên Rojhilatê Kurdistanê li dijî kuştina Jîna Emînî daketin qadan û şerpeyên xwe şewitandin, porê xwe qut kirin. Hûn wek hêza Şoreşa Rojava van nerazîbûnan di kîjan astê de dibînin? 

Jîna Emînî jî nimûneyeke ji jinên ku li ser destê rejimê hatine kuştin e. Bi armanca xwedîderketina li xwîna Jîna, jinên rojhilatê Kurdistanê ji bo kuştina Jîna Emînî careke din dadikevin qadan û ji dîktatoriyê re, ji rejîma Îslamî re dibêjin êdî bes e. Ev xwedîderketin parastina bingeha şoreşê ye. Çalakiya ku jinên Rojhilatê Kurdistanê pê rabûn mirov dikare weke çirûska şoreşeke bi pêşengtiya jinê, bi nav bike. Li  xwedîderketina jina kurd Jîna Emînî û dikare bibe sedema destpêkirina şoreşa Rojhilatê Kurdistanê. Çimkî derketin kolanan û rakirina şerpeyan û şewitandina wê, şewitandina mejiyê zilamê serdest e. Di çalakiyên bi vî rengî de mirov yekparbûna rihê jinê dibîne. Eger jin bi yek dengî bi yek ruhî li hev xwedî derkevin, bêguman wê bi azadî bi ser keve.     

Wek YPJ'ê helwesta we ya li hemberî kiryarên dewleta Îranê ya li dijî jinê çi ye û banga ji bo çalakvanên têkoşîn çi ye?

Di rewşeke wiha de ji bo her çar parçeyên Kurdistanê, her wiha ji bo tevahiya jinên cîhanê banga me ew e ku, xwe birêxistin bikin û biparêzin. Ev yek pir girîng û pêwîst e. Divê em ti carî teslîm nebin. Çawa em êşa xwe bi hev re par vedikin, divê gavên me yên ji bo azadiyê jî bi hev re bin. Em wek YPJ’ê di şexsê jina kurd Jîna Emînî de, bi hemû hêza xwe li kêleka jinên çalakvan bin. Em di wê baweriyê de ne ku wê şoreşeke din, bi rengê jina Kurdistanê çêbibe. Em jî wek hêzeke jinê, bi fikir û hizrên xwe bi hemû jinên têkoşer re ne û wan silav dikin.