Fermandar Efrîn: Jin wê li Şehbayê dewleta Tirk têk bibe

Ji fermandarên Eniya Parastina Jinên Şehbayê Sema Efrîn, diyar kir ku wê jin mil bidin milê hev û bi berxwedanê wê dewleta Tirk têk bibe.

Ji fermandarên Eniya Parastina Jinên Şehbayê Sema Efrîn, têkildarî êrîşên dewleta Tirk û berxwedana jinan ji ANF’ê re nirxand.

Fermandar Efrîn wiha nirxnadin kir:

“Ji ber bomberdûmanên her roj ên li ser Herêma Şehbayê, bi sedan gund hatin valakirin. Dewleta Tirk û li gel komên OSO, ketine nava serweriya dagirekeriyê. Bi karanîna çekên giran, dixwazin gelên Sûriyeyê li ber hev rakin û heta bjarên Efrîn û Helebê dixwazin dewletakî Osmaniyan dubare bikin. Li Helebê encam negirt, dîsa li Bakurê Sûriyeyê ketiye nava planekî nû ya dagirkeriyê. Plana dewleta Tirk dariştî pir aliye. Dixwaze Efrînê dorpêç bike, li ser Herêma Şehbayê re êrîş bike xeyala Helebê pêk bîne. Li Sûriyeyê li her qadê gelê Kurd di nava berxwedanê de ye. Li herêmê polîtîkayekî ya guhertina demografiyê jî dom dike. Hêzên YPG/YPJ’ê jî di çeperan de ne. Bi sedan şervan li her qadê bibêjin ‘em ê wan tar û mar bikin’. Şoreşa Rojava, xeta azadiya gelan û jinan û dîroka berxwedanê dinivîse. Li dijî her cure hovîtiyê li ber xwe didin. Pêvajoya parastina nirxên civakî û terora DAIŞ’ê ya li Sûriyeyê bi dawî bike li Reqayê pêş dikeve.

 ‘ENIYA JINÊ MEZIN DIBE’

Efîn bal kişand ser eniyekî ya parastinê ku ji sedan jinan pêk tê û wiha pêde çû:

“Berxwedana azadiyê ya jinan û gelê Sûriyeyê li Şehbayê mezin dibe. Êdî qirkirina çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wê yên li ser civakan birêve dibin nayên piştguhkirin. Şoreşa Rojava nasnameyekî nû û hişmendiyekî nû ye. Xwe ji nû ve zindî dike û azad dike. Jinên Kurd, Ereb, Tirkmen li Şehbayê mil dane milên hev. Ji ser rê bigire heta xeta sînor û aktivîteyên civakî jin pêşengtiyê dike. Jinan di her qadên civakî de bi zanabûna xweparastinê li Rojava qezenç kir.”

Ji fermandarên Eniya Parastina Jinên Şehbayê Sema Efrîn, herî dawî ev peyam da: “Li dijî dagirker û çeteyên Tirkan em ê li ber xwe bidin; em zarokên vî gelî ne û ev xak ya me ye.”