Rojnameger û nivîskar Kakşar Oremar, du pirtukên li ser jiyan û berhemên hunermendên nemir Eyşe Şan û Aram Tîgran, bi alîkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê çap kirin û gihandin ber destên xwendevanan. Oremar xebatek giranbûha û kedeke baş daye her dû berheman û du pirtukên hêja tevî arşîva kurd kir. Me jî xwest bi taybet li ser jiyan û hunera hunermend Eyşe Şan bisekinin û di derbarên çavdêriyên wî de bibin xwedî agahî.
Du pirtukên te yên li ser jiyana hunermend Aram Tîgran bi navê “Dengê Azadiyê, Sembola Biratiyê Aram Tîgran”yek jî li ser jiyan û hunera hunermend Eyşe şan bi navê “ Prensesa Bê Tac û Text Eyşe Şan” ji hêla Şaredariya Mezin a Amedê ve hate çapkirin. Civaka kurdan gorbuhuşt Aramê Tîgran hîna di saxiya wî de derfeta naskirinê bi dest xist. Hunermend Aram Tîgran her li pêş çavên gel bû û jiyana xwe par ve dikir. Lê hunermenda hezkiriya civakê Eyşe Şan ne di wî çax û di nav wan derfetên ku civaka kurd wê baş nas bike, jiyana wê bizane de bû. Bi qasî ku em dizanin ew bi tena serê xwe çû ser dilovaniya xwe. Loma ez dixwazim bêtir li ser Eyşe Şan pirsên xwe bikim:
Çima “Prensesa Bê Tac û Text”?Gelek spas dikim bo pîrozbayîyê û hîvîdar im di vê qadê de karên baştir pêşkêşî dostên hunera Kurdî bikim.
Pirsa ku we kiriye gelek kesên din jî ji min pirsîne. Eyşe Şanê di serdemekê de dest bi karê stranbêjiyê kir ku li Bakurê Kurdistanê siyaseta asîmîlasyon û înkara hemû taybetmendiyên Kurdan yên din bi çar gavan ber bi pêş ve diçû. Tevî ku Eyşe Şanê etmosferê siyasî-civakî yê wê demê baş nas kiribû jî, lê nexwest weke gelek kesên ku bi nirxê rojê nanê xwe peyda dikin, bikeve xizmeta sîstema serdest. Çimkî ew aşiqa strana Kurdî bû. Ew hez û evîn jî ji bavê wê yê (Osman Şan) wek mîrasekê jê re mabû. Ji hêla din jî ger Eyşe Şan di welatekî serbixwe yê bi navê “Kurdistan” de dest bi karekî wiha bikira, qedera wê nedibû ew ya ku jiyana xwe ya tije êş û elem pê re derbas kir. Ger em Kurd jî xwedî dewletek serbixwe bûna, elbete bihayê ku Ereba dan Ûmm Kûlsûm û Feyrozê, qîmeta ku Farsa dan yekemîn jina xwe a stranbêj ( Qemer ol-Molok Vezîrî) me jî yê bida Eyşe Şan, Meryem Xan û Nesrîn Şêrwanî.
Hingî di qada hunerê de Eyşe Şan him bi deng û him jî bi bedewiya xwe yê weke prensesekê bihata teqdîr kirin. Tacê zêrîn ê baştirîn deng û stranê yê gelek cara bibûya para Eyşe Şanê. Ji ber van sedeman min navê pirtûka xwe kire “Prensese bê tac û text: Eyşe Şan”. Bêtac û tex bi wê wateyê ku em miletekî bindestin û qîmeta nirxên me nayê zanîn. Çimkî welatê me hatiye dagîrkirin.
Dema lêkolîna xwe ya li ser berhem û jiyana Eyşe Şan de çavkaniyên te çi û kî bûn? Tu rastî malbat û derdoreke wê hatî gelo?Çavkaniya min a yekê deng û stranên wê bûn. Ji zarotiyê ez aşiqê dengê wê me û niha jî hemû stranên wê ezber dizanim. Tama dengê wê yê tije êş hisên min diricfîne. Sedem jî malbat bû. Dayika min niha jî dema dengê Eyşe Şanê dibihîse, wiha dibêje: ”Di dengê Eyşê de xerîbî û xwelîseriya jina Kurd a hezar salan heye.” Vê gotinê jî gelekî rê nîşanî min dan ku ez bikevim pey komkirina zanyarîyan li ser jiyan û hunera Eyşe Şanê. Di radyoya Bexdayê de nivîskarê nemir Segvan Ebdulhekîm li zivistana sala 1978 an de hevpeyvînek bi Eyşe Şanê re çêkiribû. Sala 1993 an ez çûm Dihûkê û min ji nêz ve Segvan dît. Dema min ew hevpeyvîn guhdar kir, hingî min baştir gotina dayika xwe jî fêm kir. Çimkî ew hevpeyvîn tev axîn û girînên Eyşe Şanê yên li ser jiyan û xwelîseriyên wê di rêya hunera Kurdî de bûn. Çawa ketibû ser rêya hunerê, ji hêla malbat, civat û dewletê ve rastî çi êş û eleman hatibû û hwd, tev di dengê wê yê tije soz de hebûn.
Min ji malbata wan tenê kurê wê Mirad dît. Eyşe Şan di destnivîsa xwe de behsa wan derd û xeman dike ku keça wê (Yasemîn) jê re çêkirine. Min berî bidestxistina wê destnivîsê gelek cara xwest ku keça wê bibînim, lê her carê bi awayekî nedixwest hevdîtina me çêbibe! Piştî ku min serbihûriya Eyşe Şanê bi pênûsa wê bi xwe xwend, êdî min nexwest Yasemînê bibînim. Ez li Entabê çûm mala xwîşka wê jî, lê wê jî got: ” Ger peran nedî min ez li ser xwîşka xwe naaxivim”(!!). Yanî malbata wan tev bi awayekî bazirganî nêzî nav û keda Eyşe Şanê dibin. Bes kurê wê Mirad gelekî hevkariya min kir û min jî soz da wî ku pirtûkek hêjayî huner û navê dîya wî pêşkêşî civakê bikim.
Tu di lêkolîn û xebata xwe de rastî jiyanek, kesayetek û jineke çawa hatî? Tu dikarî çi bibêjî li ser gorbihuşt Eyşe Şan?Li gor min Eyşe Şan serkêşa renesanseke hunerî bû û bi rêya hunera xwe xêzeke îbtalkirinê kişande ser zagonên komara Tirkiyê ku di serî de zimanê Kurdî qedexe kiribû. Lê wê bi dengê xwe yê şilik û nazik hêvîyên mezin di dilê gelê xwe de afirandin.
Eyşe Şan hê keçeke ciwan bû ku xwest bibe stranbêj. Sala 1957an li Amedê bi dizî çûye cem yek ji muzîsiyenên naskirî Celal Gözelses û xwe hînî strîna bi orkestrayê re kiriye. Yanî çawa bi rîtmê re hereket bike û di çaxê strînê de jê dernekeve. Piştre çûye radioya Entabê û li pey salên 1960 an navê wê li her derê belav bûye. Di salên 60 an de jinek bi tena serê xwe radibe û dengê xwe li Kurdistanê belav bike. Ev bi serê xwe him şoreşeke civakî û him jî di wê etmosferê de ku hebûna te wek milet nayê pejirandin, ziman û hunera te qedexe ye, cesareteke mezin dixwaze . Her karek li gor şert û mercên dema xwe, tê nirxandin. Hingî dengxweşên Kurda bi teşwîqa saziyên ku li ser asîmîlasyona stran û folklora Kurda disekinîn, xwe digehnadin bajarên mezin û tenê bi Tirkî distirîn, lê Eyşe Şanê wiha nekir û li Istembolê di her pilakeke xwe de stranên Kurdî jî gotin. Wê weke gelek kesên ku îro meymonên Tv yên Tirkane, xeta xiyanetê nepejirand. Nebû hevala talankerên çanda xwe.
Ji bo min xala herî balkêş di jiyana Eyşe Şanê de ew e ku ew di jiyana xwe a hunerî de bi sê derdan re rû bi rû maye: ji hêlekê malbat li dijî karê wê yê stranbêjiyê ye û neçar dimîne ku zêdetir ji deh salan xwe li Stenbolê veşêre ku bi destê birayê xwe neyê kuştin. Ji hêla din jî civaka Kurdistanê ya ku kevneşopiyên sîstema feodalîzimê tê de bi hêz in, li dijî deng û hunera wê mezintirîn astengiyan çê dikin. Ew ji tirsa oldarên ku dengê jinê ji bo strînê heram dizanin, newêre bi eşkerahî bê Kurdistanê û ger carna jî hatiye û konsert dane, di bin kontrol û çavdêriyeke berfireh de karekî wiha encam daye, lê tirs û lerzê li ser sehnê jî canê wê govaştiye.
Ji hêleke din jî sîstema serdest an jî dewleta Tirkiyê tim rêgir bûye li ber kar û çalakiyên Eyşe Şanê. Ji bo strîna straneke Kurdî pir cara ew kişandine îdarên emniyetê û heta îşkenca fizîkî jî li wê kirine. Heqaret û bêhurmetî pê kirine, lê wê terka zimanê xwe nedaye û bi wan hissên birîndar û tehqîrkirî lorîkên herî xweş ji me re kirne malê dîrokê.
Bes hûn dibînin ku Eyşe Şanê di sê çeperan de şer kiriye û tê de jî bi ser ketiye. Çimkî karê wê êdî bûye malê dîrokeke bêmirin. Tevî hemû zehmetiyên ku di rêya hunerê de kişandine, gencînyek bihagiran li ser xana hunera Kurda zêde kiriye. Piraniya hunermend û kesayetiyên cihanê yên navdar jî wiha meşhûr bûne.
Tişta herî ku bala te kişand di jiyan û hunera Eşye Şan de çi bû?Berxwedan, îsrar û heza wê ya ji ziman û hunera Kurdî ye. Kesayetî ya wê jî pir bala min kişand. Çimkî wê di jiyana xwe ya malbatî de jî zêde xweşî nedît. Ji hêlekê pilakçî û fîrmayên kaset çêkirinê mafê wê dixwarin, ji hêla din jî kesên herî nêzî wê (heta mêrê wê jî) bi awayekî bazirganî nêzî Eyşe Şanê dibûn. Ev jî bû sedem ku wê xwest wek jinekê li ser piyên xwe bisekine û zarokên xwe jî xwedî bike. Weke şêrejineke çeleng him karê xwe yê hunerî dikir û him jî ji bo debara jiyana xwe li Izmîrê di îdara postê de dixebitî. Elbete karên ku wê ji bo debara jiyana xwe kirine, pirin. Yanî ji karê terzîtiyê bigire heya xebata di radiyo û Turkiş Airlines û karên din kirine ku nanekî rihet ji xwe û zarokên xwe re peyda bike.
Xaleke din jî ewe ku wê sal bi sal karî zêdetir çînên civakê ber bi aliyê xwe ve bikişîne. Bi awayekî ku niha nikarim bêjim Eyşe Şan li Hewlêr û Mehabadê zêdetir tê hezkirin an li Amed û Wanê?. Yanî Kurd tev ji deng û karê wê hez dikin. Heyranên wê sinorên Kurdistanê jî derbas kirine. Berî mirinê di nava dilê gel da bû û niha jî bawerim Kurd zêdetir ji beriya mirinê wê nas dikin û hê jî jê hez dikin. Yanî Eyşe Şan yê wek hunermenda sedsalan di dîroka hunera Kurdistanê de bimîne û navekî nemire.
Di warê xwedîderketina Eyşe Şanê ya ji strana Kurdî ya resen jî xaleke ku pir bala min dikişîne. Ji ber wê jî deng û qirika xwe ne malê xwe, belkî malê Kurda dihesiband. Ev bû sedem ku dengê wê ji sala 1957an heya roja ku serî bire nava axa sar, paqij, nazik û xweş bimîne. Çiqas gel hurmeta wê digirt, wê jî qîmeta xwe ya civakî bêtir diparast. Yanî xwedî hinek pirensîpên exlaqî-civakî bû ku ev jî yê navê wê di dîrokê de zindî bihêle.
Xwedîderketina li van nirxên civaka kurdan dikare çawa bêhtir gengaz be?Pirseke pir girîng û xweş e. Çimkî em Kurd zêde qîmeta mîrasê xwe nizanin û nagirin. Ji bona wê jî dîroka me tim tê dubare û sêbare kirin. Divê ji bo gengazekirina karekî wiha ragehandina Kurda bihayekî bide ked û navê kesayetiyên Kurd. Êca ev kesane çi hunermend an siyasetmedar û nivîskar bin, ferq nake. Divê qîmeta teva di medya Kurdî (TV, rojname, malper û hwd) de diyar be ku bandorê li ser nifşên nû bike. Ragehandin tenê ne ji bo siyaset û dewatê ye. Alman, Ingilîz û Farsan ji bo kesayetiyên xwe çi kirin û çi dikin, divê em jî wiha bikin. Heya niha li ser jiyan û hunera Johann Wolfgang von Goethe bi dehan pirtûk, film û dokument hatine çêkirin. Farsan li ser Hafizê Şîrazî, Xeyam, Benan û kesayetiyên xwe yên din gelek pirtûk û gotar belav kirine, lê ka werin li arşîva TV û pirtûkxanên me binêrin, çi heye?!!. Gelo hûn ê li ser jiyana Feqiyê Teyran, Ihsan Nûrîpaşa, Nesrîn Şêrwan, Tahir Tufîq çend pirtûk, dokument û gotaran peyda bikin?!
Berî çend salan di Tvyên Ereban de rêzefilmek li ser jiyana hunermenda navdar Ûmm Kûlsûm (1904-1975) hate belavkirin. Dema ji rejîsor sedema çêkirinê pirsîn, wiha got:” Ev kêmtirîn karê mumkin bû ku min ji hunermendeke wiha mezin re kir...”. Karên wiha bûne sedem ku piştî nêzî 40 salan hê jî di cihana Ereban de stranên Û. Kûlsûm ji bo guhdarkirinê di rêza yekê de cih digirin.
Nav û navdarî hêsan çênabe, lê îro ger bi xêra îmkanên teknîkî hinek kes bûne xwedî nav û şûhret, gere bizanîbin ku wê navdariyê yê hêsan jî wenda bikin.
Dibêjin tu bihayekî giran didî arşîvê û arşîva te dewlemend e, ev heza te ji kû tê?Ez ji zarotiyê aşiqê arşîvkirina stran, foto, pirtûk û tiştên wiha me. Çimkî aliyekî zindîmayîna Kurda (wek milet) jî bi arşîvê ve girêdayî ye. Sala 2000an bo yemekîn car min ji bo kesên mîna Meryem Xan, Eyşe Şan, Evdalê Zeynikê û çend kesayetiyên din di MED TV û Mezopotamiya TV de bernameyên dokumenter li jêr navê “Navdarên Kurd” çêkirin. Piştre di radiyo û rojnameyên Bakurê Kurdistanê de jî li ser jiyan û keda wan nivîsên min hatin weşandin. Ji hêla gel ve jî karekî wiha pir baş hate pêşwazîkirin. Çend kesan jî (navê wan li vira nanivîsim) nivîsên min dizîn û li ser navê xwe û bi zimanên Tirkî, Erebî û Farsî belav kirin. Bi vê bîranînê re dixwazim vê rastiyê bêjim û bi bîra her kesî bînim ku wê arşîvê gelekî hevkariya min kir. Ger ew arşîv, hevpeyvîn û notên min nebûna, min nedikarî îro du pirtûkan li ser du kesaytiyên naskirî belav bikim. Ji bona wê jî rica dikim qîmeta arşîva me ya netewî baş bizanin.
Ji bo kesên mîna Melayê Cizîrî, Mehmed Uzun, Eyşe Şan, Aram Tîgran, Mihemed Arifê Cizîrî û hew çi bê kirin, dîsa jî kême.
Mamoste, gelek kesan wêneyên li pelê pirtukê neşibandin Eşye Şan û gotin: ev dibe ku ne Eyşe Şan be, tu çi dibêjî?Ew fotoyê Eyşe Şanê yê çaxê keçîniya wê ye. Ji ber ku di nava Kurda de magazîn û rojname kêm bûne, me tenê wêneyekî Eyşe Şanê di kovar û pirtûkan de dîtiye, lê bi gera min a berfireh wêneyên din jî peyda bûn ku tev yên Eyşe Şanê ne. Ev wêne di dawiya pirtûkê de hatine çapkirin. Ji hêla din jî dema xwîşk, heval, birazî û kurê Eyşe Şanê dibêjin ev foto yê wê ye, ez çawa bawer nekim. Ev foto min ji mala Eyşe Şanê derxistiye û 100% ew bi xwe ye.
Gotinek we ya dawî?Xweziya niha Eyşe Şan sax bûya û min di saxiya wê de ev berhem amade bikira û pêşkêşî wê bikira. Hingî ez bawerim ku ev kar yê bibe karistan. Yê bibûya kitabeke bihagirantir û xwedîyê gelek aliyên din yên sûdmendtir.
Ji bo pirsên te spas dikim û hîvîdarim ne tenê yek-du pirtûk, belkî dehan pirtûk, filmên sînemayî û rêzefilm li ser jiyana hunermend û kesayetiyên din yên Kurda bêne nivîsandin.
Xweziya çanda qirêj û mirîperestiyê ji nava me bar bikira. Êdî bese kultura “zindîkujî û mirîperestiyê”. Bila em êdî zindîkujên mirîperest nebin. Werin heya em saxin qîmeta hev bizanîbin û bihayê nirx û eymetên xwe yên netewî baştir bizanîn.
Di dawiyê de dibêjim, xweziya mirin nebûya para her kesî û îro jî Eyşe Şan sax bûya ka çawa piştî mirinê jî bûye prensesa bêtac û text û keç û jinên Kurd bi nav û dengê wê xwe serfiraz dibînin.
Di dawiyê de sipasdarê rêzdar Osman Baydemîr, Mem Mîrxan, Amed Çeko, Mîran Janbar û hemû hevalên din im ku di weşandina van du pirtûkan de gelekî hevkariya min kirin.