Ew der êdî mala Xwedawendan e!

Ew der êdî mala Xwedawendan e!

Vesîle Tekas a li Londona paytexta Îngilîstanê  di  qada dozên qezayan de wek parêzera pispor dixebite, derket ser serê çiyayê Everest  ê ku di dunyayê de wek çiyayê herî bilind  tê zanîn. Û li wir posterên Rêberê Gelê Kurd, sê berxwedêrên Kurd; Sakîne, Rojbîn û Ronahî û ala KCK’ê  daliqand. 

Vesîle Tekas, der barê rêwîtiya xwe ya derketina ser çiyayê Everest de hest û nêrînên xwe bi rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re parve kirin. 

Vesîle Tekas destnîşan dike ku ew li ber quntarên çiyayê Cûdî hatiye dunyayê û her tim çiyayan bala wê kişandine. Tekas wiha dirêjî dide axaftina xwe. “Nêzîkî 18 salan e ku ez li Îngilîstanê me. Lê, hîn jî hezkirina min a çiyayan heye. Ev hezkirina min di rastiyê de ji ciwantiya min heya niha bi sempatiya min a şervanan re  zêde bû. Lewma bi çiyayan re girêdaneke min a hestyarî heye." 

Tekas wiha berdewam dike: "Vê carê ji sefer û gereke çiya û xwezayê zêdetir, armanceke min hebû ku ez posterên Rêber Apo, sê şoreşgerên ji ên li Parîsê hatin qetilkirin û ala KCK’ê li lûtkeyê çiyayê Everest daliqînim."

'NASKIRINA KURDAN EZ MATMAYÎ HIŞTIM’

Tekas, dibêje ku dema xwediyê çayxaneya li nêzî Everestê  jêre dibêje, “Tu Kurdî, lîderê we Abdullah Ocalan e û li Parîsê sê jinên şoreşger hatin qetilkirin”, matmayî maye ku li cihekî wer ji teknolojiyê dûr û bi temamî  li gorî şertên demên berê jiyanek lê heye çawa ev tişt tên zanîn. " 

Vesîle Tekas wiha dawî li axaftina xwe tîne: “Ji ber şert û mercên bilindahiyê oksîjen kêm dibe û dîsa ji ber aşût û heyelanê her tim talûkeyên jiyanî hene, mirov  herî zêde 10-15 deqîqeyan dikare li wir bimîne.   Lê ez dixwazim vê bêjim, ji bo min ew poster û al li lûtkeya çiyayê Everest a ku tevayî îhtîşama Everest lê tê dîtin daliqandin şad im. Gelê Nepalê ji Everestê re ‘Sagarmatha’ dibêje ku tê wateya ‘Mala Xwedayan’. Ez jî êdî bawer im ku wir bûye mala xwedawendan.”