Evîn Çetîn li ser karê xwe ye

Evîn Çetîn li ser karê xwe ye

Siyasetmedara Kurd Evîn Çetîn, ji ber dîmenên wê yên bi gerîlayên PJAK’ê re derbarê wê de kampanyaya reşkirinê hate destpêkirin. Rayedarên Partiya Sosyal-Demokrat a Swêdê ku Çetîn jî endama wê ye daxuyandin; “Baweriya me bi Çetînê ye, em piştgirî didin têkoşîna wê ya ji mafên azadî û demokratîk ên gelê Kurd.”

Êrîşên qirêj ên çapemeniya Tirk ên li hemberî jinên Kurd ên parlementerên BDP’ê êdî sînorên Tirkiyeyê jî derbas kirin. Vê carê jî, çapemeniya Tirk siyasetmedara ciwan a Kurd Evîn Çetîn a li Swêdê kirin hedev.

Rojnameya rastgir a Swêdê Expressen, wêneyekê ê Çetîn ku ji bo nivîsandina pirtûka xwe çûbû Başûrê Kurdistanê weşand. Di wêneyê de Çetîn bi gerîlayên PJAK’ê re govend digerand. Piştî wê çapemeniya Tirk û beşek ji çapemeniya Swêdê Çetîn kirin hedef.

LI SERANSERÊ CÎHANÊ DI NAVA 30 PÊŞENGÊN CIWAN

Balkêş bû ev kampanyaya reşkirinê di demek de ku Konseya Pêşengên Siyasî yên Ciwan ên Amerîkayê” li DYA’yê tê lidarxistin û Çetîn her sal bi awayeke rêkûpêk beşdar dibe û dê îsal jî beşdar bibe, hate destpêkirin.

Divê di siyasetmedarên ku di vê konseyê de cih digirin de krîterên ji bo rêbertiyê guncaw hebin û li welatê xwe bi awayeke aktîf siyasetê bimeşînin. Ev taybetmendî hemû li ba Evîn Çetînê hene. Bi vî awayî Çetîn di nava 30 siyasetmedarên ciwan ê ên cîhanê de cih digire.

Piştî kampanyaya reşkirinê, hat diyarkirin ku Partiya Karkeran a Sosyal-Demokrat dawî li peywira Evîn Çetîn aniye.

Evîn Çetîn raporek pêşkêşê rêveberiya partiyê kir û bersiv da kampanyaya li hemberî xwe. Rêveberiya partiyê rapora Çetîn nirxand û aşkere kir ku dê Çetîn li ser karê xwe bimîne.

HULTQVIST: EM PIŞTGIRÎ DIDIN TÊKOŞÎNA GELÊ KURD

Der barê mijarê de ji Partiya Karker a Sosyal-Demokrat a Swêdê, Seroka Herêma Dalarna Peter Hultqvist û Alîkara Serok Maria Stromqvist daxuyanî dan.

Di daxuyaniya duh hate dayîn de ku baweriya wan bi Evîn Çetîn heta dawiyê heye û hat diyarkirin ku ew li ser peywira xwe ya berê berdewam dike.

Serokê Herêma Dalarna ya Partiya Karker a Sosyal-Demokrat Peter Hultqvist aşkere kir ku ew piştgirî didin têkoşîna gelê Kurd a ji bo mafên demokratîk û azadiyê û got ku ew êrîş û zextên li ser Kurdan qebûl nakin.