Erzîncan: Têkoşîna rêxistinî, bi plan şert e

Erzîncan: Tecrûbeya me ya 40 salan heye, pêşengiya me heye. Em ê bi hêz û baweriya vê berxwedanê geştir bikin. Em ê ti caran bi paş ve gav neavêjin. Heke em bi rêxistinî, bi plan û program têbikoşin wê dagirker bi paş ve gav bavêjin.

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan tevlî bernameya Rojava Jin bû û rojeva jinê nirxand. Erzîncan diyar kir ku divê jin ji her demê zêdetir li ber xwe bide; Konferansa Jina Kurd a Netewî, berxwedana jinên Êzîdî, berxwedana TJA’yê û kampanyaya Dest li Kincên Min Nede nirxand.

Erzîncan bal kişande ser destkeftiyên jinan ên sedsala 21’ê ku jinan bi berxwedanê bi dest ve anîne û got, ‘’ Em di pêvajoyeke pir krîtîk de dijîn ku ji berxwedan û azadiya jinê pir girîng e. Bi taybetî jî di azadî, serwextbûn û bîrewerbûnê de geşedaneke mezin çêbû. Dema ku mirov bide ber sedsalên 19 û 20’an sedsala 21’an geşadeneke bîreweriyê çêbûye. Lêgerîneke mezin heye. Jin hem di qada siyasî û hem jî di jiyanê de zêdetir cih bigirin, dixwazin têbikoşin û vîna xwe diyar bikin.

Daxwaza jiyenek wekhev nîşan didin. Mirovahi çend dikeve krîzê lêgerînên ji bo çareseriyê jî ew çend zêde dibin. Gelek caran em dinirxînin û dibêjin mirovahî di nav krîz û kaosê de ye. Mezintirîna vê polîtîkayê xwe li ser dagirkirin û kolekirina jinê aa dike. Ji bo vê jî li dijî van berxwedaniyeke mezin heye, serhildanek heye. Bala we kişandibe li Amerîkaya Latîn, Ewropa û  Rojihilata Navîn tevgereke zêde heye. Muxalefetiyeke jinê heye li van deran. Mirov dikare bibêje ku pêşengiya Modernîteya Demokratîk jin dikin. Mirov dikare bibêje ji bo avakirina vê modernîteyê, ji bo zêdebûna nirxên azadiyê jin pêşengiyê dikin. Her çendî di babeta rêxistiniyê de hinek parçebûn, belawelabûnî hebe jî mirov dikare bibêje tevger û vîneke mezin heye. Ji vê hêlê ve dema ku mirov dinere yên ku herî pir xwe rêxistinî dikin, bi partîbûnê bi pêş ve diçin, di fikr û parastinê de li xwe zêde kirin, li Rojhilata Navîn û li dinyayê xwe bihêz kirine jinên Kurd in. Ji bo vê jî hêzên dagirker herî pir êrîşê bi ser Kurdan û jinên Kurdan de dibin. Mînak herî pir Tirkiye pêşengiya vê dike. Çima? Ji ber ku têkoşîna jina Kurd pir geş dibe.’’

 ‘HEWLDANA ARTÊŞBÛNA JINÊN EREB  NÎŞAN DIDE BÊ KA ÇENDÎ XWE NÊZÎ AZADIYÊ DIBÎNIN’

Erzîncan li ser hîkarîbûna jinên Ereb ên ji Şoreşa Rojava û pêngava wan a ber bi azadiyê ya biryardar û radîkal nirxand û got: ‘’Heke îro jinên Ereb ber bi artêşbûnê ve gavê davêjin ev nîşan dide be ka çendî xwe nêzî azadiyê dibînin. Jin êdî naxwazin bi mêtingeriya mêran û dewletê bijîn. Ji ber ku dewlet, nexasim jî  li Rojhilata Navîn bi polîtîkayên mêran dimeşe, jinê pirhêlî dike kole. Bi taybetî  li nav Ereban ev zêdetir diyar dibe. Rêçeke kûr heye. Serkêşiya wê Siûdî dike. Heqê sirûştî yê jinan jî tê înkarkirin. Mafê sirûştî yê jinan jî tine tê hesibandin. Bi her hawî wan li malan asê dikin. Jinên Ereb ji ber vê sedemê ye ku ev qas pir tevlê dibin. Ji ber ku dibînin ku jinên Kurd çawa pêşengiyê dikin, dixebitin û tevlî şoreşê dibin. Pergala hevseroktiyê heye, temsîla wekhev heye. Ango jin di her qadê de, di her rewşê de kêferat dike ku wekhev be. Di qada siyasî û civakî de, di nav malê de. Heke bi pêşengiya jinên Rojava jinên Ereb xwe tevlê bikin em dikarin xwe bigihînin hemû jinên Ereb. Şoreşa Rojava di têkoşîna jinên Ereb de guherîneke meizn çêkir û dike jî. Ne tenê di hêla leşkerî de, di hêla hişmendî de jî guherand. Jixwe di tevgera jinan de wiha ye. Heke di hişmendiyê de guherînê nekî nikarî artêşbûnê jî bikî, dawiya dawî hînbûnên bi hezaran salan hene.’’

‘XWEBÛN ÇÊBÛ’

Erzîncan got, ‘Bi jinan re xwenasîn çêbû’ û bal kişande ser giringiya Komxebata Kongreya Netewî ya li Silêmanî ya ji bo beşên Kurdistanê û wiha got: ‘’Li nav jinan xwenasîn çêbû. Gelek şoreş çêbûn lê em dikarin bibêjin ku cara pêşî bi Şoreşa Rojava re jinan xwe dîtin û naskirin; XWEBÛN çêbû. Ev pir girîng e. Heta niha gelek şoreş çêbûn û kêmasiya wan a herî mezin nêzîkatiya wan a li azadiya jinê bû. Tevgera me ji serî ve ji bo azadiya jinê xebitî, bû xwedî helwest. Û ji her hêlê ve li ser vê zemînê xwe tevlê kir. Îdeolojiya rizgariya jinê hem di qada rêxistinî, hem di qada hişmendî de, di qada  çalakî, estetîk de cihêtiyek çêkir. Li ser vî esasî jiyaneke alternatîf hate avakirin. Serok Apo di şoreşekê de ji bo jinan bû alternatîf, avabûna jiyaneke azad, wekhev û demokratîk. Weke modêl jî Rêbertî hevjiyana azad li ber me danî. Di jiyana jinê de hemû pîvan guherandin. Hem weke takekes û hem jî weke civak pîvanên hevjiyana azad zelal e. Takekes çendî azad bibe civak civak çendî azad dibe takekes ew çend azad dibe. Ji bo vê jî armanca me ew e ku em kongreyê di zûtirîn demê de çêbikin. Helbet bûyereke dîrokî ye û divê mirov pir bixebite. Armanca me ew e ku em geşedana tevgera xwe ya heta niha bi jinên çar parçeyên Kurdistanê re par ve bikin. Tecrûbeya wan heye, tecrûbeya me jî heye û em dikarin par ve bikin. Û li ser van esasan li Rojhilata Navîn em dikarin bi hev re têbikoşin. Heke  jinên Kurd li Rojhilata Navîn ji bo azadî, yekîtiyê bi hev re têbikoşin, ji bo gelên Rojhilata Navîn dikarin pêşengiyeke girîng û rast bikin. Armanca me ya sereke ev e û ji bo vê xebat têne kirin. Em hem ji Kurdbûna xwe û hem jî ji ber nasnameya xwe ya jinê têne çewisandin. Gelek arîşeyên me jinên Kurd hene lê arîşeya me ya jinan gerdûnî ye. Gelek arîşeyên me yên jinan jî hene. Ji bo vê jî, ji bo ku em bibin yek gelek sedemên me hene. Heke em bibin yek wê gelek sûda vê li me bibe. Rol û misyona, pêşengiya jinê wê bi ser bikeve. Bi giştî di nav Kongreya Netewî ya Kurd de li Silêmanî xebateke pir girîng çêbû. Hebûna jinan a li wir jî pir girîng bû. Ji ber ku ji parçebûna Kurdistanê herî pir jinan ziyan dît. Zor li wan hate kirin ku koç bikin, ji nasnameya wê dûr xistin. Ji ber vê jî herî pir divê jin yekîtiya Kurdan biaxivin, divê pêşengiya wêb ikin. Çar parçeyên Kurdistanê jî divê xwe bi rengekî xurt lê zêde bike û rengê jinê beloq bike.

 ‘LI HER PARÇEYÎ KÊŞEYÊN ME HENE Û DIVÊ BI YEKÎTIYA TÊKOŞÎNÊ WERIN ÇARESERKIRIN’

Erzîncan bal kişande ser têkoşîna jinan a li Rojhilatê Kurdistanê û got; Îro li hemû Kurdistanê arîşeyên jinan hene lê li her parçeyî ji hêla polîtîkaya jinê ve cihêtî hene. Li gorî têkoşîna li parçeyan û geşedanan arîşeyên me diguherin. Mînak niha li Rojava şoreşek heye û arîşeyên me yên hene jî herî pir di hişmendî û qanûnan de, di guherandina jiyanê de û avakirina wê de arîşeyên me hene. Başûrê Kurdistanê weke ku tê zanîn herêmeke federal e. Tevgera jinê li wir heye, hişmendiyek heye. Lê li vir jî arîşeyên me hene. Komkuijya jinan zêde ye. Li Rojhilatê Kurdistanê jî polîtîkayên taybet hene. Ji gelek hêlan ve zarî Tirkan dikin. Ji ber ku dizanin şikestin an jî kêmbûneke ku li têkoşîna jinan Bakurê Kurdistanê were jiyîn wê bandorê li Rojhilata Navîn bike. Ji ber ku ji hêla hijmariyê ve jî û ji hêla dîroka berxwedanê ve jî parçeyê Bakurê Kurdistanê girîng e. Ji ber ku ev parçe pêşengiyê dike. Ji ber vê jî li Rojhilatê Kurdistanê jî polîtîkayeke wiha heye.’’

Erzîncan bi domdarî bal kişande ser hevparbûna arîşeyan a li parçeyên Kurdistanê û got: ‘’ Ango ji gelek hêlan ve li her parçeyî kêşeyên me hene û kêşeyên wiha ne ku divê bi yekîtiya têkoşînê werin çareserkirin.’’

‘DI DÎNÊ ÊZÎDÎTIYÊ DE AZADIYA JINÊ PÎROZ E’

Erzîncan diyar kir ku di Êzîdîtiyê de azadiya jinê pîroz e, bi hemû nirxên xwe ve dij kapîtalîst e û yek ji sedema Fermana 74’an jî ev e û got: ‘’Jinên Êzîdî bi rastî jî berxwedaniyeke mezin nîşan didin. Di qirkirinê de jî, dema ku DAIŞ’ê êrîş anî jî berxwedaniya xwe bernedan. Ji ber ku parastina wan nebû, rêxistiniya wan nebû destpêkê dîl ketin. Heke rêxistiniya wan heba ev wiha nedibû. Niha cihê ye helbest. Ji qirkirinê mebest ew bû ku Kurdên Êzîdî bi temamî ji holê rakin. Helbet divê mirov vê jî bibêje. Hêzên dagirker ên pênc hezar salî dijminatiyeke mezin bi Êzîdiyan re dikirin. 74 Ferman ji bo çi bûn? Sedemeke wê jî ew bû ku di dînê Êzîditiyê de azadiya jinê pîroz bû. Jin helbet pîroz e. Hemû nirxên Êzîditiyê dijî kapîtalîzmê ne.’’

Erzîncan bi domdarî bal kişande ser berxwedaniya jinên Êzîdî û got, ‘Ji hêla jinan ve li Şengalê geşedanên mezin hene. Di nav şer de rêxistiniya xwe kirin. Mînak meclîsên jinan niha baş dixebitin. Niha tiştên ku li wir têne kirin xwedî giringiya dîrokî ne. Jinên wan diçine Reqa û şer dikin. Ji bo ku jinên Êzîdî rizgar bikin tevlî nav pêngavê dibin.’’

 ‘’SÛR, NISÊBÎN, CIZÎR, SILOPYA BI TAYBETÎ HILBIJARTIN, JI BER KU JIN LI WIR TIM PÊŞENG BÛN’

Erzîncan diyar kir ku roj roja geşkirina berxwedanê ye û kampanyayên TJA’yê nirxand.  Erzîncan got, ‘’Kampanyaya ku TJA’yê dayî destpêkirin pir girîng e. Ji ber ku êrîş herî pir li dijî jinê ye. Helbet berxwedaniya mezin jî divê jin bikin. Heke mirov bala xwe bidiyê 8’ê Adarê û Newroz bi pêşengiya jinê çêbû. Bêdengiyek hebû, kesî bîr nedibir ku 8’ê Adarê û Newroz bi vê çoşiyê çêbibe. Li Bakur jî tim rêça berxwednaê heye. Ji destpêka têkoşîna azadiyê ve li hemû Kurdistanê jinan pêşengî kirine. Ji bo vê em dikarin bibêjin ku Sûr, Nisêbîn, Cizîr û Silopya hilbijartin, ji ber ku li wan deran tim jin pêşeng bû.’’

Erzîncan bi domdarî bal kişande ser giringiya Kampanyaya Dest li Kincên Min Nede û got, ‘’Di şexsiyeta zilêm de heye ku her tiştî li gorî xwe ava bike. Hemû jiyanê li gor hişmendiya xwe ava dike. Herî pir jî dixwaze vê di şexsiyeta jinê de pêk bîne. Ji her hêlê ve, ji rabûn û rûniştinê ve, ji axaftin, lixwekirinê ve dixwazin jinê têxin qalibekî.’’

 ‘HIŞMENDIYA AKP’Ê YA DAIŞÊ YE’

Erzîncan bi domdarî bal kişande ser wê biryara ku mehrkirin bi dest Miftitiya ve tê berdan û got ev nîşaneya hişmendiya DAIŞ’ê ye, ‘’Ev hişmendiya DAIŞ’ê ye. Dewlet êdî ne dewleta hiqûq û yasayê ye. Miftitiyê peywirdar dikin, însîyatîfê didinê da ku destwerdanê li jiyanê bikin. Ev êrîşeke mezin a li dijî jinê ye. Rê li zewaca zarokan û pir zewacê vedikin. Mafê gotinê nadin jinê. Nikare bibêje neheqî heye û biçe serî li yasayê bide. Em careke dî dibînin ku hişmendiya AKP’ê ya DAIŞ’ê ye.