Erzîncan: Em ê 8'ê Adarê bi ruhê berxwedana Efrînê pîroz bikin

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan got, wê 8'ê Adarê bi ruhê berxwedana Efrînê pîroz bikin. Erzîncan destnîşan kir ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya jinê bi hev ve girêdayî ne.

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ji ANF'ê re axivî û got, "8'ê Adarê li afirînerê azadiyê li Serok Apo û hemû jinên berxwedêr pîroz dikim."

Erzîncan diyar kir, çalakiyên 8'ê Adarê wê li dora berxwedana Efrînê pêk werin û wiha dewam kir: "Lewma îsal wê gelekî girîng be. Şoreşa dîrokî ya li Efrînê bi rengê jinê pêk tê. Daxwaza gel a rêvebirina xwe bi xwe û sîstema konfederal demokratîk ku li Efrînê ketiye meriyetê, modeleke jinê ye. Çawa ku jin her sal li dijî sîstema serweriya mêr dadikevin qadan û xwepêşandanan li dar dixin, îsal jî wê bi heman coşê û ruhê berxwedanê 8'ê Adarê pêşwazî bikin. Weke tevgera azadiyê ya jinê em di wê baweriyê de ne ku li Efrînê jiyaneke nû ava bûye. Bi keda jinê Kurd û jinên cîhanê modeleke alternatîf afiriye, lewma divê jin hemû xwedî li berxwedana Efrînê derkevin."

'BERXWEDAN HÊZA XWE JI JINAN DIGIRE'

Erzîncan bi bîr xist ku tevgerên femînîst û gelek hêzên jinan ên çep-sosyalîst ên li cîhanê xwedî li berxwedana Efrînê derdikevin û got, "Bi pêşengiya jinan û li ser xeta azadiyê ya jinan, bi ruhê hevrê Avesta Xabûr û Barîn Kobanê li Efrînê berxwedan heye. Berxwedana Efrînê ku mîrateya şoerşên cîhanê yên bi pêşengiya jinan pêk hatine esas digire, hêza xwe ji hemû jinên cîhanê digire. Di çarçoveya paradîgmaya neteweya demokratîk de li Efrînê projeya jiyana bi hev re ya gelan û ekolojîk, modela jiyana azad dikeve meriyetê. Di vê demê de divê hemû çalakiyên 8'ê Adarê li dora Efrînê bên lidarxistin."

'XETA BINGEHÎN A RÊBER APO AZADIYA JINÊ YE'

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan herî dawî ev mesaj da jinan: "Bi silavkirina hêzên YPG, YPJ û QSD'ê, ez 8'ê Adarê li wan pîroz dikim. Hemû hêzên demokratîk ên li dijî faşîzmê şer dikin silav dikim. Li Îmraliyê rastiya Rêbertî heye ku li ber xwe dide. Xeta bingehîn a rastiya Rêbertî xeta azadiya jinê ye. Afirandina vê xetê tê wateya ji nû ve avakirina jiyên. 8'ê Adarê li afirînerê azadiyê li Serok Apo û li jinan pîroz dikim. Dirûşma Em ê sîstema Îmraliyê parçe bikin, bi rengekî azad bi Rêber Apo re bijîn' ku di 8. Civata Giştî ya KJK'ê de biryara wê hate dayin, wê rojeva bingehîn a 8'ê Adara îsal be. Em çiqasî têkoşîn, rêxistinbûn û xweparastina xwe xurt bikin, em ê ewqasî jî karibin Rêber Apo azad bikin."