Di çarçoveya operasyonên KCKê de 9 jê girtî 15 jin dihatin darizandin û yekemîn danişîna wan di 4ê cotmehê de ye. Endama Platforma Jinan a Enqereyê Hatîce Erbay ji ANFê re axivî û diyar kir ku jinên ku ev 8 meh in girtî tên darizandin tişta wan a hepvar ew e ku kurd in. Erbay da zanîn ku îdianameya der barê jinên sendîkavan de hatiye amadekirin li mirovên bi hiqûq nayê û wiha got: Ger kul i vî welatê aştî xwestin sûc be, me bi hev re sûc kiriye. Ev şahidin û alîgir in. Ev îdianame bê bingeh e.
Di 13ê sibatê de di bin navê KCKê de 15 endam û nûnerên KESKê hatin binçavkirin û ji van a 9 jê hatin girtin. Danişîna 15 jinên sendîkayê di 4ê cotmehê de li Edliya Enqereyê dê pêk bê.
Sekretera Jinan a KESKê Canan Çalagan, Endama Şaxa Hejmar Yek a Egîtîm Senê Hatîce Beydîlî, sekretera Jinan a Şaxa Enqreyê ya SESê Nurşat Yeşîl, nûnerên berê yên KESKê Belkis Yurtsever, sekretera Jinan a Tum-Bel-Senê Guler Elvere, sekretera Jinan a SESê Bedriya Yorgun, endama Şaxa Hejmar Yek a Egîtîm Senê Evrîm Ograş, nûnera Şaxa Enqereyê ya SESê Hulya Menlîllîgîl, sekretera jina Şaxa Hejmara 2 a Egîtîm Senê Guldane Erdogan ev 8 meh e li benda darizandinê ne.
Jinên sendîkavan kul i ber çavên zarokên xwe hatin girtin, li hemberî pirsên Dozgeriyê Komarê yê Rayeya Taybet bi pirsên ku dozger pirsî hewldan sûcê xwe fêm bikin. her wiha der barê wan de îdianameya ku hatiye amade kirin de bi hinceta ku Hewldana Jinan a Ji bo Aştiyê û Platforma Jinan a Enqereyê bi talîmata ku ji rêxistina derveyê qanûnê ev çalakî bi rêxistin kirine.
XALA WAN A HEVPAR KURDBÛNA WAN E
Endama Platforma Jinan a Enqereyê Hatîce Erbay der barê jinên girtî yên sendîkayê de ji ANFê re axivî û got ev îdianame li cîdiyeta mirovê hiqûqê nayê.
Erbay da zanîn ku çalakiyên ku hatine kirin wekî ku talîtama rêxistinê heye nîşan dane wiha got: Em li pişt çalakiyên xwe ne. Û em vê bersivê didin îdianameyê; Ger ku li vî welatî aştîxwestin sûc be me hemûyan ev sûc kiriye. Em şahid in û alîgir in. Ev îdianame bê bingeh e. Wekî kes hêrsa min zêdetir dike.
Erbay wiha dirêjî da axaftina xwe: Xala hevpar ya jinên ku niha 8 meh in girtî ye kurdbûna wan e. Ez li Erzînganê di nava neyartiyeke mezin ya li dij kurdan mezin bû. Hevalên me yên girtî din ava siyaseta aktîf de bûn. Ev girtin bi hedefê pêk hatin. Îdianame jî ji xwe nîşaneya vê ye. kurdbûna hevalên me jî rewşeke cudaye. Mînak pirtûkên di îdianameyê de sûc tên hesibandin li mala min jî hene. Ez jî tevli wan çalakiyan bûn. Heta ez zêdetir aktîf bû. Lê ne ez hevalên me hatin girtin. Sedema vê jî kurdbûn û di siyasetê de rola aktîf lîstin.
Erbay wiha got: Di dozê wisa de konjoktora siyasî bi bandor e. Di pêvajoya dadgehê eme dixwazin şahidiyê bikin û ji bo vê jî me bi parêzeran re hevdîtin kir. Ew niha ji me cuda tên girtin lê em ligel hev in. Em bi hev re polîtîkayan hildiberînin. Tecrîdkirina wan têkoşîna me kêm nake.