Endamên RJAK'ê li dijî tecrîdê ketin greva birçîbûnê

Endamên  RJAK'ê yên li Silêmanî li dijî tecrîdê greva birçîbûnê dane destpêkirin.

Ofîsa RJAK'ê ya li Silêmanî li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi mebesta desteka li çalakiya greva birçîbûnê  ya Parlamentera Colemêrgê ya HDP'ê Leyla Guven, greva birçîbûnê da destpêkirin.

Çalakiya greva birçîbûnê bi dirûşma, ''Em ê pergala Imraliyê hilweşînin, bi Rêber Apo re bi azadî bijîn'' dest pê kir û ji gelek deveran gelek kes tevlî greva çalakiyê bûn.

'ÇARESERÎ BI RÊBER APO PÊKAN E'

Banû Helepçeyî ku li ser navê RJAK'ê daxuyanî xwend, wiha got:

''Li ser Rêber Apo tecrîd heye û em ti agahiyê jê nastînin. Krîza Rojhilata Navîn ku her diçe girantir dibe ji tecrîda li ser Rêber Apo dixwe. Çareseriya pirsa Kurd û avakirina pergala demokratîk bi Rêber Apo pêkan e. Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven li dijî tecrîdê ev 34 roj in greva birçîbûnê daye destpêkirin. Em bang li hemû gelên xwedî wijdan ên li çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê dikin û dibêjin, ''Em hemû Leyla Guven in'' û li dijî tecrîda li ser Rêber Apo bêdeng nemînin.''