Endamên Meclîsa Jinan a DEM Partî biryarên darvekirinê şermezar kirin

Endamên Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, li dijî darvekirinan li ber Sefaretxaneya Îranê çelengên reş danîn û gotin ew ê li dijî vê pêkanîna dijî mirovahiyê bi hev re têbikoşin.

Endamên Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), ji bo nerazîbûn nîşanî darvekirinên li Îranê bidin, li ber avahiya Sefaretxaneya Komara Îslamî ya Îranê xwestin daxuyanî bidin. Polîsan li vir xwest daxuyaniya ku ji aliyê jinan ve bê dayîn, asteng bikin. Li ser vê yekê jinan çalakiya li ber sefaretxaneya Îsraîlê bi bîr xistin û diyar kirin ku ew ê li wir daxuyaniyê bidin. Li ser vê yekê polîsan ku xwest jin neçin ber sefaretxaneyê, bi mertalan jin daf dan. Jinan li ber mertalên polîsan bi wêneyên jinên ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn rakirin û li ber mertalên polîsan daxuyaniya xwe dan.

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê ya Enqerê Tatligul Gul wiha axivî,
 
“Em îro li vir kom bûn û dengê xwe bilind dikin ji bo rojnamevan Pexşan Ezîzî û aktîvîst Şerîfe Muhammed ên ku di 23'ê Tîrmehê de ji aliyê rejîma Îranê ve hatin cezakirin. Pexşan Ezîzî ku niha di girtîgehê de ye û li benda bicihanîna hukmê darvekirinê ye, di nameya xwe de banga hestiyariyê li raya giştî ya cîhanê dike û dibêje, 'Ez û Şerîfe Muhammed, jinên din ên li benda darvekirinê ne, em ne jinên yekem û dawîn in ku tenê ji ber lêgerîna jiyanek azad û birûmet bi cezayê darvekirinê hatine cezakirin, lê bêyî bedel azadî ne pêkan e. Buhayê azadiyê giran e.Sûcê me yek kirina Jin jiyan azadî ye.' Bi vê çelenga reş, em helwesta rejîma serdest a mêr a Îranê li dijî cesaret, berxwedan û têkoşîna hevalên me ya mafdar protesto dikin.
 
'LI DIJÎ ZILMÊ BÊDENG NEMÎNIN, EM BERXWEDANÊ MEZIN BIKIN’
 
Tatlîgulê diyar kir ku ew weke jin tundiya ku tê kirin şermezar dikin û got, “Em careke din teqez dikin ku cezayên bi vî rengî zerarê dide rûmeta mirovan. Dengê Pêşxan û Şerîfe jî mîna berxwedana Jîna Mahsa Emînî wê ji vir jî bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' bigihêje hemû cîhanê. Banga me ji hemû cîhanê re ev e: Li hemberî vê zilma li Îranê bêdeng nemînin! Werin em bi hev re li dijî van pêkanînên dijmirovî li cem jinan, gelê Kurd û hemû bindestan têbikoşin. Em careke din bang li hikûmeta Îranê dikin: darvekirin cînayeta dewletê ye, dawî li van cînayetan bînin. Cezayên darvekirin yên ku li Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammed hatine birîn, bi hurmeta hiqûqa navneteweyî û mafên mirovan betal bikin.  Em weke Meclîsa Jinan a DEM Partiyê tu carî dest ji berxwedan û têkoşîna li dijî van cezayan bernadin."