Endamên EŞÎK’ê çûn serdana HDP’ê

Endamên Platforma Jinan a ji bo Wekheviyê (EŞÎK) çûn serdana HDP’ê û gotin “Dewlet li ber jinan xefikan çêdike.”

Endamên Platforma Jinan a ji bo Wekheviyê (EŞÎK) li meclîsê çû serdana HDP’ê. Di serdanê de berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Oya Ersoy, Fîlîz Kerestecîoglû û Zuleyha Gulum amade bûn.

Endama EŞÎK’ê Berrîn Sonmez diyar kir ku dewleta sosyal ev e ku divê karibe ji sedî 66’ê nafakaya ku nehatibe dayîn bide û got “Heke hemû ji aliyê dewletê were dayîn wê ev tişt rê li ber newekheviya zayendî bike. Beşa ku dibêje ‘Wê dewlet nafakayê’ bide, xefikek e.”

Derdevka Meclîsa Jinan Ayşe Acar Başaran jî diyar kir ku pakêta darazê ya 6’an parçeyekî êrişa li ser destkeftiyên jinan e û wê bi hev re li hemberî van polîtîkayan têbikoşin.