Endama MYK a HDP’ê Akdag girtin
Endama MYK a HDP’ê Sevîm Akdag a li Erdîrneyê hatibû destgîrkirin û bi hinceta ku şertê ‘kontrola edlî’ binpê kiriye, hate girtin.
Endama MYK a HDP’ê Sevîm Akdag a li Erdîrneyê hatibû destgîrkirin û bi hinceta ku şertê ‘kontrola edlî’ binpê kiriye, hate girtin.
Endama Desteya Rêveber a Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (MYK-HDP) Sevîm Akdag a 29’ê Cotmehê li navçeya Ûzûnkopru ya Edîrneyê hatibû destgîrkirin, piştî karûbarên li emniyetê şûnde sewqî edliyeyê hatibû kirin.
Dozgeriyê bi hinceta ku şertê ‘kontrola edlî’ binpêkiriye, bi daxwaza girtinê sewqî 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê kir.
Akdag bi rêya Sîstema Yekbûyî ya Deng û Reng (SEGBÎS) tevlî dadgehê bû, ji aliyê dadgehê ve hate girtin.
Dadgehê sedemê girtinê weke binpêkirina ‘şertê kontrola edlî’ nîşan da.
Akdag piştî biryarê şandin Girtîgeha Jinan a Edîrneyê.