Endama KJK’ê Leyla Agirî li Kolnê hate bibîranîn

Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Leyla Agirî ya ku di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûbû, li bajarê Kolnê yê Elmanyayê hate bibîranîn.

Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Leyla Agirî ya ku di meha Hezîranê de di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûbû, li bajarê Kolnê yê Elmanyayê hate bibîranîn.

Nûnerên gelek saziyên Kurdistanî, birayê Leyla Agirî Gunay Aslan jî di nav de gelek kes tevî bibîranînê bûn.

Rêveberê KOMAW’ê Cenap Yeter di bibîranînê de axivî û got ku “Îro bi saya fedakariya şehîdên me, gelê Kurd bi serbilindiyeke mezin di nav gelên cîhanê de cih digire."

Piştî sînevîzyona li ser Leyla Agirî birayê wê yê rojnameger Gunay Aslan axivî. Aslan got ku “Leyla ked û berdêleke mezin da.  Îroj tê xwestin ku danheva têkoşîna 40 salan were tasfiyekirin. Lê ew têkoşiyan û ked dan. Bi tenê li Rojava 15 hezar şehîd da, li Bakur 40 sal in şehîdan didin. Li her çar parçeyên Kurdistanê berdêlên giran dan. Ji bo ku PKK ji Şengalê derkeve Zekî Şengalî kuştin. Ji bo ku PKK ji Herêmên Parastinê yên Medyayê derkeve li Kasim, Helmet û Demhatan dan. Têkoşîna 40 salan ketiye asteke krîtîk. Ev pêvajoya niha naşibe pêvajoyên berê.”

Li ser navê TJK-E’yê Zelal Amed jî axivî û got ku, “Rêber Apo di sala 1973’an de got ku Kurd û Kurdistan heye. 47 salên destanwerî pêk hat. Heke em dixwazin li têkoşîna PKK’ê, têkoşîna azadiyê ya Kurdan û bingeha têkoşîna azadiyê ya jinan fêm bikin, divê em li Heval Leylayan binihêrin. Dema min li çavê Leyla nihêrî, min tu carî bêhêvîtî nedît. Heval Leyla di sala 1996’an de dema ji qada Rêbertî veqetiya, wê soz da Rêbertî ku layiqî kedê be, xwe ava bike û têbikoşe. Heval Leyla soza xwe ya ji bo Rêbertî bi cih anî.”