Endama KJAR’ê Havîn ji bo Guven nameyek şand

Endama Koma Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistan (KJAR) Yezda Havîn ji bo hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîda li ser Ocalan162 roj e di grevê de ye nameyek şand.

Endama KJAR’ê Yezda Havîn bi rêya nameyekê hestên xwe ji Leyla Guven re parve kir.

Di nameyê de ev tişt tê gotin:

“Merhaba Hevala Hêja                

Destpêkê ji çiyayê azad merhaba ji te û hevalên ku bi tere dina vê berxwedana sedsala 21’emîn de li cihên cuda cihê xwe girtine.Em we bi germahiya dilên azad de hemêz dikin û radimûsînin.

 Heval Leyla ji bo ez vê nameyê bi hîsên ku te bi me daye hîskirin ji te re binivîsînim, kêliyekê di nava şînaya biharê de geriyam ku hemû bîranînên te zindî, zindî bibîr bînim. Bihar hatiye, erd şîn bû ye, dar bijkivîne, yanî çiya bi xemla biharê xemilî ye. Bayekî bi tava rojê re cemidî dibariya, xişe xişa pelên dara û hejandina gul û çîçekan ku delaliya xwe li tavê dikirin te anî bîra min. Ez ji niha ve lêborîna xwe dixwazim, gelo tu yê bikarîbî bîranîna xwe bibîr bînî an na! Lê belê ez bawerim ku em ê bên bîra te. Rojekê li Enqere civîneke me hebû, keça te hat wê derê.Wexta hejmareke ji 30 jinên ciwan li dora te dît hesûd bû, xwe aciz kir û bi girî got ku ‘te ev keç hemû li dora xwe komkiri ye, te ez ji bîrkirime’, wekî herdemê te keça xwe hembêz kir, ramûsand û got; ‘na keça min, ew hevalên min in, tu tenê keça min î’, bi vê gotinê dilê keça xwe bigur û geşkir, lê rastiyek îfade dikir. Me jî gelek caran delaliya xwe li te dikir. Em ne neheqbûn jî ji ber tu bixwe jiyan bûyî, tu bixwe teraziya dadgeha heqîqetê bûyî, wexta nîqaşeke heq û kî neheq derdiket me hema xwe digihand te. Te bi ken û heskirina xwe ew enerjiya negatîf dizîvirand enerjiya pozîtîf û hema xala dawî bi kêf û evînî ji me re datanî û bi me dida jibîrkirin. Jixwe te bi vî hawayî bi rolekî şopdarê xwendawendan ku civakek di heskirina dilê xwe de dabû avakirin, pêşengî dikir. Lê îro ne hejmarek ji 30 jinên ciwan civakek ji galaksiya cîhanê ku ji kuna reş kişandiye ronahiya rojê pêşkêşî me dikî.

Te bi berxwedana xwe dîwarên cemidî ku dişibin cemidandina rûyê dagirkeriyê hiland, hesinên ku ruhê koletiyê heps kirine şikand û bi berdêla bedena xwe rûyê şermê rakişand wijdan û adaleta mirovahiyê. Lê îro mirovahî çanda rûpoşên arena dijî; teybetmendiya arena; hinek êrîş dikin, hinek ji bo hebûna xwe biparêzin li berxwe didin û hinek jî temaşe dikin. Îro jî hikûmeta AKP’ êrîş dike, zîndan ji bo hebûna xwe biparêze li ber xwe dide û cîhan jî bêdeng temaşe dike. Bi sedan ciwan li ber sînorê şehadetê ne, her ciwanekî jiyaneke, rengeke li ber çavê cîhanê roj bi roj dihilin. Wexta min ev hevok nivîsand tenê dengek ji dilê man hat û got; ‘mirovahî ev qasî ketî ye’ ku 162 roj in dayikek bangawaziya ‘rakirina tecrîdê’ dike, heft ciwan çalakiya fedaî kirin. Ev bêdengî nebese, îca cenazê wan bişev nîvê şevê bê malbatan vedişêrin. Diyare wexta faşîzm berxwedanê dibîne, ji tirsa re hemû qirêja hundirê xwe difûrîne û qutiya pandora ya xerabiyê vedike. Lê di dîrokê de li arena çawa Spartakûs bi serket û Roma wenda kir, wê îro jî li zîndanan berxwêder bi ser kevin.

 Heval Leyla min gelekî bêriya te kiri ye, bêrîkirin jî tekildarî nirx û keda te ye. Hele ew kenê ser hinarkê rûyê te ku mirov dikişand hestên heskirina hevaltiya pîroz dide dilê mirov. Em jî bi hestên bêrîkirin û girêdana xwe, bi ruhê berxwedana we soza hîn zêde bilindkirina tekoşîna xwe didin.”