Encamnameya kongreya 4. a TJK-E hate weşandin

Encamnameya kongreya 4. a TJK-E, ku di navbera 14-18'ê Gulanê de hate lidarxistin, hat eşkerekirin.

Di encamnameyê de hat ragihandin, kongreya 4. a Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) bi beşdariya 126 delegeyan pêk hatiye.

Di encamnameyê de hat destnîşankirin, ku kongreyê li ser pêvajoya siyasî tespîtên girîng kiriye û bal kişandiye ser girîngiya meşandina siyasetê li dora rastiya jinê.

Li gorî encamnameyê, di kongreyê de herî zêde li ser rewşa rêxistinî, kêmasiyên di vî warî de derketine holê, pirsgirêkên civakînebûnê, encamên modela rêxistinbûnê û asta xeta çalakiyê hatine nirxandin.

Hat destnîşankirin, ku weke Tevgera Jinên Kurd, divê li welêt, Rojhilata Navîn û li her qada Ewropayê ew giraniyê bidin ser xebatên rêxistinbûna jinê û hatiye ragihandin, wezîfeyeke rojane ye ku divê ew li her cihe lê ne, li gorî rewşa gerdûnî ya îdeolojiya xwe, xwe bigihînin asteke rêxistinî.

Di dewama encamnameyê de hat ragihandin, meclîs, komun, koopertaîf û akademiyên ku modela wan a rêxistinî ye bi berfirehî hatine nirxandin  û hat gotin, "Di kongreya me de hatiye destnîşankirin, ku ji bo rêxistinkirina jin û girseya Kurd ên koçî Ewropayê kirine, divê polîtîkayên Kurdistanî esas werin girtin û komîteyên li ser vê bingehê werin avakirin, ji bo gelê me yê ji Rojava, Rojhilat û Başûr koçî Ewropayê kirine, karê rêxistinbûnê were meşandin."

Têkildarî modela rêxistinbûn jî hat ragihandin, di kongreyê de li ser bingeha pêşvebirina sîstema civakî ya demokratîk, rêxistinbûn û sazîbûnê de, asteke girîng hatiye bidestxistin.

Di encamnameyê de hat ragihandin, di beşa dawî ya kongreyê de endamên desteya rêveber, kontrolê û berdevk hatine hilbijartin. Hat gotin, kongre piştî hilbijartinê bi qîrîna dirûşma "Jin Jiyan Azadî" qediya.

Li gorî encamnameyê, hin biryarên di kongreyê de hatine girtin, ev in:

"Azadiya fîzîkî ya Rêberê me wê li ser bingeha şiyara 'Hebûna Rêber Apo xwebûna me ye" bê dîtin û di vê çarçoveyê de çalakî werin lidarxistin.

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) ku li gelemperiya Ewropayê xwedî 56 meclîs - 51 komunan e, wê hewl bide sala pêş 11 meclîs û 15 komunên din ragihîne, civakîbûn û rêxistiniya sîstema konfederal a demokratîk a jinê bi pêş ve bibe.

Li qada siyaseta demokratîk û civaka demokratîk, sîstema hevserokê ji bo têkoşîna azadiyê ya jinê weke gaveke dîrokî dibîne û wê zîhniyeta sîstema hevserokatiyê li hemû qadên rêxistinî û xebatê têkler bixe meriyetê.

Kampanya Xwebûn, ku beriya niha ji aliyê tevgera jinê ve hatibû destpêkirin, weke karekî zanekirinê wê bê dewamkirin. Di vê çarçoveyê de, perwerde, semîner, komxebat û atolye wê bi şiyara 'Li dijî serdestiya mêr bibe ya xwe' bên lidarxistin.

Li gelemperiya Ewropayê, ji bo meran wê bi sernavê 'Têkoşîna bi zayendîperestiya civakî re' û 'teoriya kuştina mêr', li ser îdeolojiya rizgariya jinê û hevjiyana azad, semîner bên lidarxistin.

Li dijî qirkirina jinên Êzidî di 3'ê Tebaxê de, wê bi tevgerên jinan re li qada navneteweyî toreke berxwedanê bê birêxistinkirin û ji bo 3'ê Tebaxê li qada navneteweyî weke 'Roja berxwedanê' bê îlankirin, kar bê kirin.

Ji bo azadiya jinên ku hê di destê DAIŞ'ê esîr in, kampanya 'Na ji qirkirina jinê re! Azadiya jinên Şengalê azadiya mirovahiyê ye' ku bi saziyên tevgerên jinê û meclîsa jinên Êzidî hate destpêkirin, li meclîsan bi xurtî were meşandin.

Polîtîkaya AKP û DAIŞ'ê ya qirkirina civakê bê teşhîrkirin. Ji bo polîtîkaya destavêtinê bê cezakirin, ku yek ji polîtîkayên herî qirêj ên li dijî jin û zarokan e, li qada navneteweyî hewldan wê bê kirin."