Encamnameya Konferansa Jinên Kurd a li Rûsyayê hate weşandin

Encamnameya Konferansa Jinên Kurd a Rûsyayê ku li paytexta Rûsya Moskowayê hate lidarxistin, hate weşandin.

Konferansa Jinên Kurd a li Rûsyayê ku ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Rûsyayê ve hate organîzekirin, bi beşdariya 70 delegeyên ji bajarên cuda yên Rûsyayê li salona Navenda Kar a Rîverdale ya Moskowayê hate lidarxistin. Encamnameya konferansê hate eşkerekirin.

Di encamnameyê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin û ji bo azadiya Ocalan banga geşkirina têkoşînê hate kirin.

Di encamnameyê de hat ragihandin, konferansa ku wek amadekariya 3. Konferansa Jinên Kurd a Navneteweyî hate lidarxristin, bi nîqaşên berfireh derbas bû û ji gelemperiya Rûsyayê tevlîbûn çêbû.

Hat destnîşankirin ku di konferansê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hezkirin û hesreteke mezin hatiye silavkirin û weke jinên Kurd soz hatiye dayin ku ji bo azadiya RêberAê Gelê Kurd têkoşînê geş bikin. Di şexsê Delal Amed de hemû şehîdên şoreşê bi minetdarî hatin bîranîn.

Di dewama encamnameyê de hat gotin; "Konferansa me di çarçoveya perspektîfa neteweya demokratîk û projeya yekîtiya neteweyî ya Rêber Apo de pêk hat.

Hat ragihandin ku karê ji bo yekîtiya neteweyî ne tenê karê partiyan e, divê hemû beşên civakê bi taybetî jin û zarok tevlî vî karî bibin. Ji ber vê yekê divê jinên Kurd li her devera lê ne pêşengiyê ji karê yekîtiya neteweyî re bikin ji dil tevlî vî karê stratejîk ê ku çarenûsa gelê me diyar dike bibin.

Bi şoreşa Rojava ya têkoşîna azadiyê ya Kuristanê re tecrûbeyên têkoşînê gihîştine asta herî bilind û bi saya destketî û berxwedana li çar parçeyên Kurdistanê nasnameya Kurd êdî gihîştiye asteke ku nema dikare bê înkarkirin.

Gelê Kurd ancax bi yekîtiya neteweyî dikare cihê xwe di nava rûpelên dîrokê bigire. Ji êrîşa li Kerkûkê jî bi rengekî trajîk eşkere bû ku nêzîkatiya ji hev parçebûyî ya hêzên Kurd bi Kurdan dide winda kirin û hêzê dide hêzên serdest û statukoparêz. Ji ber vê yekê, li ser wê yekê hate rawestîn ku jinên Kurd li her qadê bibin pêşengên siyaseta yekîtiya neteweyî û demokratîk. 

PARASTINA NASNAMEYA KURDISTANÎ KARÊ BINGEHÎN E

Bi yekîtiya neteweyî ya li ser bingeha hevgirtina jinan re wê welatê me û Mezopotamya azad bibe. Li ser bingeha vê rastiyê, girîngiya rabûna bi erk û wezîfeyên jinan hate destnîşankirin. Eger jin bibin yek, wê karakterê faşîzan, neteweperest, olperest û zayendîperest ê siyasetê biguhere.

Li gel pirsgirêkên yekîtiya neteweyî, pirsgirêkên ji ber jinbûyînê hene. Li çar parçeyên Kurdistanê û li Federasyona Rûsyayê ku weke parçeyê pêncemîn ê Kurdistanê tê pênasekirin, pirsgirKên nasnamebûn û netewebûna jinê gelekî cidî ne. Jin divê bi hev re li ber qirkirina çandî, asîmîlasyon û erozyona li vir rabin. Taybetmendiyên civakan ji aliyê jinan ve tên neqişandin, ji aliyê jinan ve tên parastin û dewamkirin. Ji ber vê yekê, jinên ku çandê diparêzin, divê li dijî vê xeteriyê bi erk û wezîfeyên xwe rabin. Karê bingehîn ê yekîtiya neteweyî ye ku dayik zarokên xwe bi çand û nasnameya Kurdistanî mezin bikin. Parastina reseniya çanda Kurd, bi pêşvebirina wê dibe. Bicihanîna vê wezîfeya dîrokî di heman demê de rêya xwedîderketina li Rêbertî ye.

BANGA JI BO KONGREYA JINÊN KURD A NAVNETEWEYÎ

Di demeke bi vî rengî ya dîrokî de kombûna Kongerya Neteweyî ya Kurd û 3. Kongreya Neteweyî ya Jinên Kurd ji her demê bêhtir girîng e. Em, xebatên KJK'ê yên ji bo 3. Kongreya Jinên Kurd a Neteweyî gelekî hêja dibînin û hem ji bo kombûna Kongreya Neteweyî ya Kurd, hem jî 3. Kongreya Jinên Kurd bangê dikin. Konferansa me li ser vê bingehê bi kêf û xweşî qediya."