Encamnameya Konferansa Jinan a HDK'ê

Encamnameya Konferansa Giştî ya Jinan a HDK'ê hate eşkerekirin. Di encamnameyê de hate ragihandin, tecrîd pêkanîneke şerê taybet e ku li dijî aştî, demokrasî û jiyana bi hev re ya gelan xwedî armancên stratejîk e.

Encamnameya 9. Civata Giştî ya Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) hate eşkerekirin ku 12'ê Çileyê li Enqereyê pêk hat. Ji 15 bajaran 150 jin tevlî konferansê bûn. Di encamnameyê de işaret bi tecrîdê û berxwedana Leyla Guven hate kirin.

TECRÎD

Encamnameyê de Leyla Guven û girtiyên di greva birçîbûnê de hatin silavkirin û hate gotin, "Tecrîdkirina Birêz Ocalan pêkanîneke şerê taybet e ku li dijî aştî, demokrasî û jiyana bi hev re ya gelan xwedî armancên stratejîk e. Tecrîd li dijî mewzûatên neteweyî û navneteweyî ye, li pîvanên hiqûqa gerdûnî û feraseta DMME'yê nayê. Di serî de Leyla Guven daxwaza bi sedan girtiyên vê polîtîkayê qebûl nakin, zelal e. Konferansa me tespîta wê yekê kiriye ku tecrîd ne tenê li girtîgehan e, li dijî temamiya civakê ye. Tecrîd, kesayetan li pêşberî êrîşên desthilatdariyê bêparastin dihêle, ji civakîbûnê qut dike û bi tenê dihêle. Weke şertê destpêkê yê parçebûna civakîbûnê jî, jinê dike hedef. Lewma divê berxwedana heyî bê xurtkirin, piştevanî were mezinkirin û bi rêxistinbûna jinê li her qada jiyanê bersiv ji tecrîdê re were dayin."

'POLÎTÎKAYÊN LI DIJÎ JINÊ VEDIGUHERIN CÎNAYETÊ'

Di dewama encamnameyê de hate ragihandin, bloka desthilatdariyê ya AKP-MHP'ê polîtîkayên xwe bi şêweyê zext û tundiya li jinê bi cih tîne û sîstema faşîst gav bi gav dixe meriyetê.

Di encamnameyê de hate bibîrxistin, di dîrokê de qirkirina jinê timî bûye şertê destpêkê yê hebûna desthilatdariya bi serweriya mêr û hate gotin, "Daxuyanî û gotinên ji nefretê vediguherin komkujiya jinan û cînayetê."

Bi dewamî hate gotin, tundiya li jinê tê kirin, afirandina abûrên têkoşîna xweparastinê û xurtkirina piştevaniyê li wan ferz dike û ragihandin, "Jinên HDK'yî bi bîr û baweriya ji hêza piştevaniya jinê, ew bi biryar in ku li ser zemînekê li hev bicivin û li dijî her şêwe êrîşan xwe bi rêxistin bikin. Meclîsên Jinan ên HDK'ê wê bi perspektîfa ku têkoşîn û piştevaniay jinê mezin dikin, sekneke hevpar a jinan li dijî êrîşan nîşan bidin û 'Têkoşîna jinan a hevgirtî' bi rêxistin bikin."

Di encamnameya konferansê de hate gotin, wê karên xwe yên rêxistinbûhî li her deverê xurt bikin û xwe bigihînin hemû jinan.

'EM Ê PÊŞÎ LI VÊ RÊVEÇÛNÊ BIGIRIN'

Wekî din hate ragihndin ku jin û ekolojîk li pêşberî kapîtalîzma baviksalariyê û zordariya wê, xwedî heman çarenûsê ne û hate gotin, "Ji ber vê yekê, divê berxwedana jinê ji bo ekolojiyê hîn xurt, rêxistinbûyî û her timî be. Bi wêrekî û tecrûbeya xwe ya têkoşînê, ji bo pêşî li êrîşan bigirin em ê li dijî vê rêveçûnê bisekinin. Li her qadê bi hevgirtin û berxwedana cihêreng em ê têkoşîna ji bo wekhevî û azadiyê mezin bikin."