Encamnameya 1. Konferansa Jinên Êzidî yên Şengalê hat aşkerakirin

Jinên Êzidî yên Şengalê 1. Konferansa Jinên Êzidî yên Şengalê bi dirûşma, “Jinên Êzidî bi rêxistinbûnê wê bersivê bidin fermanan” li dar xistin.

Encamnameya Yekemîn Konferansa Jinên Êzidî yên Şengalê ya 29’ê Tîrmehê li çiyayê Şengalê bi beşdariya 180 delegeyên ji gelek herêman hatibûn, hat lidarxistin hat aşkerakirin.

Di encamnameyê de hat diyarkirin ku bi amadebûna 180 delegeyên jin ên ji wargeha Newrozê yên li Rojava Kurdistanê dimînin û yên li çiyayê Şengalê de xwe bicih kirine 29’ê Tirmeha sala 2015’an konferansa xwe ya Jinên Êzidiyên Şengalê li qûntarên çiyayên Şengalê li dar xistine.

Di encamnameyê de wiha hat gotin: “Di gel 180 delegeyan di konferansê de hevseroka Kantona Cizîrê, Wezareta Jin, berdevkê Yekîtiya Star, nûnera jinên Êzidiyên Kantona Cizîrê û gelek rayadarên Kantona Cizîrê amade bûn. Dîsa ji Ewropa nûnera Meclîsa Jinên Êzidî ya Ewropa, nûnera buroya Aştî ya Jinên Kurd CENîN amade bûn û peyamên xwe dan.”

BIRYAR Û ÎDÎAYA LI HEMBER FERMANA 73. HAT NÎŞANDAN

Di encamnameyê de hat destnîşankirin ku konferansa wan bi rasthatina salvegera keraseta fermana 73. a Şengalê re li hember vê fermanê wekî biryar û îdîaya xwe da xuyakirin û wiha dewam kir: “Dirûşma me ya sereke bi rêxistinbûyîna jinên Êzidî re em ê bersiva hemû fermana bidin. Bi vê nêzîkbûnê em xwe digihînin rêxistinbûyîna xwe ya cewherî. Civaka Êzidî û bi taybet ji jinên Êzidî, di dîrokê de bi gelek fermanan re rû bi rû mane û ji cih û warê xwe bûne. Faşîzma DAIŞ ê ya derveyî mirovahî, hovane bi fermana 73’yan re ji van hemû fermanan bêhtir trajîk û bi êş bû. Bi hezaran Jinên Êzidî bi destê çeteyên DAIŞ rastî tecawiz, her awayî kiryarên qirêj û derveyî mirovahî hatin. Di bazarên koleyan de hatin firotin, zarok, hevser û bav û birayên wan li ber çavên wan de bi wehşetî hatin qetilkirin. Ev hovîtî û qirkirinên mezin li ser gelê Êzidî hate meşandin di sedsala 21. de ku em jê re dibêjin sedsala bilindkirina nirxên azadî û demokrasiyê çêbû. Ev kiryarên ku hatin jiyîn bi taybetî di nav me jinan de telafikirina wê pir giran û zehmet encaman derxist  holê.

Di Konferansa me de, bi qasî encamên fermanê, milên wê yên ku ders jê werin derxistin hatin nirxandin. Fermana 73. Civaka Êzidî bi taybetî jinên Êzidî re dersa ku da fêrkirin, bê ku bendewariyê ti hêzên din be, xwe bi xwe têra xwe bike û li ser lingê xwe bisekine. Li ser vê bingehê, di hemû qadên jiyanê de xwe rêxistin irin û xwe gihandina pergaleke rêxistinkirî ji xwe re esas digire. Ji vê rastiyê re herî zêde jina  Êzidiya ku rastî gelek êş û eleman hat, pêwîstiya wê pê heye. Di vê watê de bersiva me, tola me li hember fermana 73. xwe rêxistinkirin, bi rêxistina xwe, xwe gihandina hêza têkoşînê ye.” 

‘ME XWE GIHAND RÊXISTINBÛNA XWE’

Di encamnameyê de hat diyarkirin ku bi vê konferansê  xwe gihandina rêxistinbûna xwe û wiha hat gotin: “Li ser vê bingehê ev konferans ji bo me gava rêxistinbûyîna me ya destpêkê ye. Di encama biryarên konferansê de bi dengê delegeyan meclîseke ji 27 kesan hate hilbijartin. Meclîs wê di nav xwe de rêveberiya xwe hilbijêre. Komîteyên ku pêwîstiyên civaka Êzidî  û jinan pê hebe wê ava bike û meclîs wê li ser vê bingehê xebatên xwe bimeşîne.

Konferansa me;  di xwerêxistinkirin û jiyana xwe de,  wê fikr û ramanê Rêber Apo ji xwe re bingeh bigire û li ser vê bingehê bimeşe. Ev nêzîkbûyîn da diyar kir.”

Di encamnameyê de hat destnîşankirin ku di konferansê gelek nirxandinên girîng çêbûn û gihişt gelek biryaran. Hinek biryarên bingehîn ev in: 

1- Kesên ku mecburî koçberiyê hatine hiştin, dîsa vegerin Şengalê cihên rizgarkirî. Êzidî ji bo ku dîsa berê xwe bidin axa xwe Şengalê, jinên Êzidî pêşengiya vê bikin û xwedî rol bin.

2- Li himber polîtîkayên ku qaşo birînên jinên Êzidî derman dikin û jinên Êzidî dibin Ewropa û ji çand û axa wan dûr dixin, li hember van polîtîkayan bê sekinandin û têkoşîn were meşandin.

3- Konferansa me YPJ-Ş hêzên parastina jinên Şengalê hêza xwe ya parastinê dibîne û ji bo mezinkirina YPJ-Ş xwe berpirsyar dibîne.

4- Li ser bingeha xweparastinê, hemû jinên Êzidî perwerdeya lêşkerî, siyasî û ji hemû aliyê ve xwe pêşxistinê bingeh digire.

5- Di nav civaka Êzidiyan de li hember dijberî û nakokiyên pêkhatî xwedî helweste, ji bo yekîtî û aştiya Êzidiyan, jin rola xwe ya çêker bilîze û pêşengî bike.

6- Di serî de DAIŞ û hemû hewldanên pergala desthilatiya baviksalarî û zîhniyeta mêr a bi dijwarî  li ser civakê û jin desthilatdarî dike li hember wê disekine û xwe digîhîne hêza têkoşînê.

7- Dîsa konferansa me di serî de dayik û malbatên ku zarokên xwe, bi taybetî zarokên keç, ji bo beşdarî  refên berxwedanê nebin astengiyên ku çêdikin van nêzîkbûna rexne dike, perwerde û îqnakirinê bingeh digire, nêzîkbûna ku ciwanan paşve dikişîne û wan bi hişmendiyeke bêhewldan û li qedera xwe razî dihêle re têkoşîn dike.

8- Dîsa konferansa me bang li Meclûsa Ruhanî dike; nêzîkbûyînên ku ciwanên me, jinên me ji çanda wan, baweriya wan û nirxê wan dûr dixin, qut dikin de, li hember van nêzîkbûnan pêwîste bisekine. Ciwan û jin ji bo ku xwedî li bawerî û nirxên xwe derkevin, biparêzin bang li wan bikin ku pêwîste beşdarî refên berxwedanê bibin. Em vê daxwaz û hevî dikin.”

...