‘Emê cîhaneke bêyî şîdet û mêtingerî ava bikin!’

Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navnetewî ya li Dijî Şîdeta li Ser Jinê rêxistinên jinan li Kadikoyê çalakiyek girseyî lidarxistin û peyama “Emê wekhev û azad bibin, cîhaneke bêyî şîdet û mêtingerî ava bikin” dan.

Rêxistinên jinan ên ku bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navnetewî ya li Dijî Şîdeta li Ser Jinê hatin cem hev, li Meydana Îskele ya Kadikoyê çalakiyek girseyî lidarxistin.

Di çalakiya de malbatên jinên ku bi şîdeta mêr hatine qetilkirin cihê xwe di refên herî pêş de girtin û peyama "Em ê wekhev, azad bin, em ê cîhaneke bê şîdet û mêtingerî ava bikin" dan. Di çalakiyê de wêneyên jinên ji ber şîdeta mêr jiyana xwe ji dest dane hatin hilgirtin, pankarta "Wekhevî" hat vekirin û alên binewş û sor hatin daliqandin.

Li qada çalakiyê manîfestoya Las Tesîs a protestoya dansê ya ku li Şîlî derketibû holê û stranên "On lâcherien" a bi zimanê Fransî û "Bella Ciao" ya Îtalyayî hatin lêxistin.  Jinan tim bi yek dengî dirûşmeyên "Hikûmet îstîfa", "Qirkirina jinê polîtîk e”, “Hûn ê ti carî bi tenê nemeşin”, “Ne kujeran, jinan biparêzin”, “Jin, Jiya.n Azadî”, “Jin wê ji AKP’ê hesab bipirse”, “Li dijî faşîzmê mil bi mil” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" hatin berzkirin.

Li wir nûnerên sazî û rêxistinên tevlê çalakiyê bibûn daxuyanî û peyamên xwe dan. Di peyaman de bal kişandin ser şîdeta li ser jinê û banga xurtkirina têkoşîn û hevgirtina jinan hat kirin.

Çalakiya jinan ku li dijî tarîtiya li ser wan hatiye ferzkirin meşale pêxistin, bi gerandina govendan bi dawî bû.

Saziyên îmzeker ên çalakî organîze kirinî ev in:

“Jinên Partiya Karkerên Şoreşger, Rêxistina Jinên Wekheviyê, Jinên FKF, Komeleya Piştevaniya Jinên Pêşverû, Meclîsên Jinan, Meclîsên Jinan, Jinên Di Berxwedanê de ne – Hevgirtina Jinên Azad, Rojnameya Sor, Tevgera Jinên Sosyalîst.

Saziyên beşdar: Komîsyonên Karker û Jinên Kedkar.”