Di Girtîgeha Bakirkoyê de dramek ku filma “Jiyan Xweş e” tîne bîra mirov heye. Seroka berê ya DTP’ya hate girtin a navçeya Gebzeya Stenbolê Meral Kurum ji ber îdîanameyek pûç û vala hate girtin û bi 11 sal cezayê girtîgehê hate mehkûmkirin. Kurê wê yê 3 salî Rênas dibêje qey girtîgeh kargeha bavê wî ye, “voltayan dileyize, bi teştê û gêzik ji xwe re dike pêlîstok.
“Huqûqa” dewleta Tirk ne tenê jinan, jiyana zarokên wan jî serûbin dike. Mînakek a vê yekê di Girtîgeha Sergirtî ya Bakirkoy a Jinan de heye.
Meral Kûrûm gava di sala 2007 de serokatiya navçeya DTP’ê ya Gebzeyê dikir, her tim bi zextan re rû bi rû bû. Bi hinceta ferman daye 6 ciwanên ku “amadekariya çalakiyê dikirin” hatine girtin, hate sucdarkirin. Kûrûm tevî 4 rêveberên navçeyê hat binaçvkirin.
Ji ber ku tu delîlên sucdarkirinên li hemberî Kûrûmê tune bûn, li Dadgeha Nobedar a Esliyeyê ya Gebzeyê serbest hate berdan. Lê piştî ku doz çû ber destê 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran êdî her tişt guherî.
Salek piştî ku kurê xwe yê biçûk xist hembêza xwe di sala 2010 de bi hinceta “endama PKK’yê ye” û “teqemenî” bi 11 sal cezayê girtîgehê hate mehkûmkirin û cezayê wê ji aliyê 9’emîn Dadgeha Bilind a Tirk ve hate erênkirin.
RÊNASÊ 3 SALÎ DIBÊJE QEY GIRTÎGEH KARGEHA DAYIKA WÊ YE
Kûrûm di sibata 2012 de hate girtin. Piştî hewldanên mezin ên dayika wê û jinên din ên girtiyên siyasî, Rênas dibêje qey girtîgeh kargeha dayika wê ye. Ev yek jî filma “Jiyan Xweş e” ya Roberto Benigni tîne bîra mirov.
Rênas 15 rojan li derve li cem bavê xwe dimîne, 15 rojan jî li pişt şibakên hesinî li cem dayika xwe dimîne. Ji ber ku destûr nadin ku pêlîstok û pênûs bînin girtîgeha Bakirkoyê, Rênas teşt û gêzik ji xwe re kiriye pêlîstok û lîstoka herî zêede jê hez dike jî volta ye.
Rênas ji girtiyên in ên siyasî re dibêjin “Dê werin em voltayan bileyizin” û destê xwe li ser pişta xwe bi girêdide û dest bi voltayan dike.
Ji ber ku ji gardiyanan ditirse, newêre biçe kreşa girtîgeh û di her carekê de ji dayika xwe re dibêje “Dayê êdî li vir nexebite”.
SALÊN DESTPÊKA QAÇAXTIYÊ
Meral Kûrûm dibêje ku Dadgeha Cezayê Giran 11 sal cezayê girtîgehê daye wê û vê yekê bi temamî jiyana wê guhertiye, ev jî ji bo Rênas destpêka salên qaçaxiyê ye û wiha dibêje:
"Ez neçar mam ku her tim xwe û kurê xwe veşêrim. Ji ber ku min bawer dikir ku dê Dadgeha Bilind cezayeke ewqas neheq û nehiqûqî betal bike, min digot ez sebir bikim. Ez û kurê xwe em her sê roj li malek a hevalên xwe bûn. Rênas di van şert û mercan de pêngava destpêkê avêt.”
JI BER KU BI KURDÎ AXIVÎM HATIM LÎNCKIRIN
Kûrûm wiha dibêje; “Piştre, gava tu çareyek din nema, min Rênas danî cem bavê wî û min xwest ez û hevalek din a jin ku ew jî mehkûm bûye biçin Edîrneyê û ji wir bi rêyên qaçax derbikevin ji welat. Bi rastî ev ne tercîha min bû. Ez ji bo dahatûya Rênas neçar mam ku tiştek wiha bikim. Ez li Edîrneyê hatim girtin û min birin girtîgeha Edîrneyê. Ji ber ku qawişa girtiyên siyasî tune bûn, ez ku hevalên xwe yên siyasî 10 rojan di qawişa edlî de mam. Ji ber nasnameya min ez li rastî êrîşê hatim û hatim lînckirin.
Ez li wir bi dîmenên ku ji mirovahiyê pir dûr bûn re rû bi rû mam. Ji ber hewldanên rêveberiya girtîgehê ez û hevalên xwe li rastî lîncê hatin. Ji ber ku em bi Kurdî axivîn, bi qasî ji wan hatin li me xistin. Li ser vê re jî gotine wana heqaret li me kirine û giliyê me kirin. Gava êrîş dikirin tenê tirsek min hebû ew jî ew bû ku ez kurê xwe nebînim.”
'DAYÊ ÊDÎ LI VIR NEXEBITE!'
Kûrûm da zanîn ku piştre ji wir ew veguhestin Girtîgeha Bakirkoyê û diyar kir ku kurê wê 15 rojan li cem wî û 15 rojan jî li cem bavê xwe dimîne û got; “Min ji kurê xwe re gotiye ev der cihê min ê kar e. Her tim dibêje ‘dayê êdî li vir nexebite’. Niha hînî volta û hewastandinê jî bûye. Dibêje ‘dê em biçin hevdîtinê bileyizin’. Li aliyekê bêriya min dike, li aliyeke din jî bêriya bavê xwe dike. Pirsên weke “Hûn çima bi hev re najîn?’ dipirse.”
EV BÊHUQÛQÎ LI HEMBERÎ NASNAMEYA MIN E!
Kûrûm dibêje ku ev bêhuqûqiya li hemberî wê û kurê wê tê kirin, li hemberî nasnameya wan e û dibêje; “Tişta ku tînin serê min û kurê min nîşaneya bêedaletiya li welat e. Min serokatiya navçeyê ya partiyek legal dikir, jiyanek ji rêzê ya min hebû. Ev bêhuqûqî li hemberî nasnameya min pêk hatiye. Rojek tenê jî kesên ji bo AKP an jî CHP’ê siyasetê dikin wana nerehet nake. Tenê em wana rehet dikin, ji ber ku em bêhuqûqiya wan dizanin.
Ev feraseta hezar sal e ji bo Kurdan rewa tê dîtin, ji bo Rênasê 3 salî jî rewa tê dîtin. Gava ev zarok mezin bû dê bêje “Çima” û dê hesabêvê yekê bixwaze... Em çiqas di aliyê hestan de ji vî welatê vediqetin, zarokên me dê dûrtir bibin. Ger daxwaza wan ev be, bila kerem bikin. Tenê delîlek tenê jî tune ye, îdîanameyek pûç û vala, 11 sal ceza li min birîn. Divê mirov ji wan pirsa “Hûn bi rastî çi dixwazin?” ji wan bipirse.”