‘Em lêgerîna azadiya jinê vedibêjin’

‘Em lêgerîna azadiya jinê vedibêjin’

Ji Navenda Çanda Bahar a Êlihê şanoger Pelda Bal ku yekane lîstikvana jin a di şanoya kurd  a lîstika yek kesî de lîst, diyar kir ku bi lîstika navê ‘Di nava neynukê de’ jin di nava cîhana serdest a mêr de li lêgerîna xe digere.

Bal da zanÎn ku jin çawa tê dinê di hawireke  ku serdestiya mêr heye de tê dinê û rolên zayendê lê tên bakirin. Bal destnîşan kir ku karekterê ku di lîstika ‘Di nava neynûkê de’ di ferqa vê rewşê de ye.

Pelda Bal feodalîte û  modernîteya kapîtalîst jina ku li azadiya xwe digere qebûl nake û wek bûyereke patolojîk dibîne û got: “Di lîstika yek kesî de tişta ku di esasê hewl tê dayîn bê vekirin, lêgerîna jinan a bo azadiyê ye.”

Hefteya borî lîstika ku bi yek kesî têl îstin ‘di nava neynûkê de’ li Îzmîrê bi temaşevanan re hat parvekirin.  Lîstikvana Navenda Çanda Bahar a Êlihê Pelda Bal ku di lîstikê de dilîze ji ANF’ê re axivî.

JINA KU LI AZADIYA XWE DIGERE NEXWEŞ ÎLAN DIKIN

Bal da zanîn ji bo xwe bibînin û bijîn jiyan li wan hatiye dijwarkirin û dema diwelide li hawireke ku serdetiya mêr heye tê dinê. Bal wiha got: “Rolên zayendê ji welidinê l êtê kirin.  Ev rewş jî beyî ku jin ferq bike didome. Lê di lîstika ‘Di nava neynûkê de’ karekter vê fêm dike.  Di nava lêgerîna jiyana xwe de ye. Dema jin li xwe digere, civak wê qebûl nake.  Di hemû demên serdest de jî ev wisa bûye.  Di hemû deman de feoldalîte û kapîtalîzma modernîte jinê wek bûyera patolojîk dibîne, nexweş dibîne.

Bal got di dema feodaliteyê de jin wekê pîrebok hatiye îlankirin û jinên li azadiya xwe geriyane rastî îşkeceyên giran hatine. Bal got  kapîtalîzmê jî dîsa bi heman teshîsê jin wek nexweşa psîkolojîk îlan kiriye.

Bal wiha got: “Di lîstika me ya ‘Nava neynûkê de’ tê vegotin ku heta ku jin têkilliya xwe bi zihniyeta serdest îlan neke dê tu lêgerîna wan azad nebe.”

ŞANOYA KURD BI TÊKOŞÎNA AZADIYÊ PÊŞVE ÇÛ

Bal destnîşan kir ku şanoya kurd bi têkoşîna azadiya kurd re pêşve çûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di serî de zêde ne baş be jî şano, skeç û gelekên din bi kurdî hatin lîstin û heta roja me ya îro hat. Niha di şanoya kurd de fikarên hunerî û estetîkê derketine pêş.”