‘Em ji ewlehiya jiyanê ya xebatkarên Gazete Şûjinê bi fikar in’’

Bi banga Platforma Nûçegihanên Jin ên Mezopotamayê, nûçegihanên jin ji bo piştgiriya li Gazete Şûjinê, ku ji ber êrîşkariya zilaman teşîr dike bûye hedef, daxuyanî dan çapemeniyê.

Gazete Şûjin ku di nûçegihaniya bi navenda jin û jiyanê gaveke girîng e, bi weşana xwe ji hêla gelek aliyan ve hedef tê nîşandan. Di van demên dawî de ji ber nûçeyên bi mijara îstîsmara zayendî, tundiya zilêm bi arestekirina sîstema nêr di ser telefon û medya civakî re gef li xebatkarên Şûjinê tê xwarin, têne tacîzkirin. Li dijî van êrîşên bi ser Gazete Şûjinê bi banga Platforma Nûçegihanên Jin ên Mezopotamyayê nûçegihanên jin li Şûbeya Amedê ya ÎHD’ê daxuyannî dan çapemeniyê. Ayşe Guney got bi dirûşma ‘bi niyeta ku bibe şûjinê di çav medyaya nêr de’ ew bi rê ketine û di nûçegihaniya bi navenda jinê Gazete Şûjin gaveke girîng e.

 ‘EM VÊ HÊRSÊ NAS DIKIN’

Guney bi domdarî got: ‘’Di van demên dawî de li ser xebatkarên Şûjinê hêrseke rêxistinî heye. Em jin û nûçegihanên jin vê ‘hêrsê’ ji nêz ve nas dikin. Ev ew hêrs e ku li Pozantiyê zarok îstîsmar kirin, Emanî û pitika wê kuştin, li zindanan êşkenceyê li jinên girtî dikin û li Reqayê jinan li bazarên koleyan difiroşin.’’

Guney got ev demek e gefan li nûçegihanên wan dixin da ku nûçeyên li ser îstîsmara jinê kirine vekişînin û got ew ji ewlehiya jiyanê ya xebatkarên xwe bi fikar in û heke tiştek bi serê wan  were berpirs ev kes in ku  li dijî rojnameya wan hatine rêxistinkirin. Guney diyar kir ku ev kes hêza xwe ji daraza nêr û aqilê dewletê yê nêr distînin.

‘EM Ê BI PAŞ VE GAV NEAVÊJIN’

Guney herî dawî got, ‘Em hêza xwe ji jinên weke Gurbetellî Ersoz, Vîrgînîa Woolf, Ayfer Serçe, Denîz Firat digirin û bêyî ku bifikirin bê ka ‘zilam wê çi bibêjin ew hêza xwe ji wan jinan digirin ku qelema xwe kirine weke amûra xweparastinê.’’ Guney herî dawî got ew ê ji nûçegihaniya bi navenda jinê bi paş ve gav neavêjin.