‘Em ê bi ruhê hevala Sara faşîzmê têk bibin’

Jînda Ronahî, sê jinên şoreşger ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi bîr anî û got, “Hilanîna tola hevala Sara, li her derê avakirina jiyana azad û demokratîk e. Em ê tola ti hevalên xwe yên şehîd li erdê nehêlin.”

Ji Fermandariya YJA Starê Jînda Ronahî beşdarî bernameya Rojeva Jin a ku di Stêrk TV de tê weşandin bû û got; “Em ê ji her deman zêdetir li hember faşîzmê bisekinin, têkoşîn û berxwedaniyê bimeşînin. Em ê jiyana azad biafirînin. Tola heval Sara û yê tevahî hevalan girtin, li her derê avakirina jiyana azad û demokratîk e. Em ê tola ti hevalên xwe yên şehîd li erdê nehêlin. Em ê jiyana azad weke heval Sara li her derê bidin avakirin. Azadî nêz e.”

Jînda bûyerên ku di nava heftiyê de qewimîne bi vî awayî nirxand:

Di demên dawî de dewletên Îran, Tirkiye û Rûsya bi hevûdu re tifaq bi pêş xistin. Ev tifaq li hember netew dewletên Rojavayê Ewropa helwestek e, yan jî li hember hêzên Kurd e? Hûn vê tifaqê çawa dinirxînin?  

Tifaqekê ku di navbera wan de pêşketiye ti bingehê xwe nîne. Pêşketinên ku di herêmê de pêşdikevin û berjewendiyê wan ê demdemî ve girêdayî ye. Tevahî netew dewlet desthilatdariyên xwe yên li ser Kurdistanê heye. Rûsya jî berjewendiyên xwe yê ji bo Rojhilata Navîn têkiliyekê bi vê awayî da avakirin. Mirov dikare bibêje Kurdistan di Rojhilata Navîn de weke Navenda Rojhilata Navîn bigire dest. Ji ber niha roleke xwe ya navendî heye. Ev tifaqa li ser berjewendiyên wan dibe ku niha jî xirab bibe. Bêguman bi pêşketinên Kurdan re jî girêdayî ye. Niha gava her du netew dewletan jî ew e dixwazin bêstatubûna Kurdan bidomînin û desthilatdariya xwe li ser wan bimeşînin. Ne tenê gelê Kurd tevahî netew û gelên Rojhilata Navîn bê statû bihêlin. Niha di herêmê de netew dewlet rewabûna xwe winda kir. Ev di rejîma Sedam, Esad û Tirkiyeyê de, Kemalîzmê de derdikeve holê. Îdeolojî û polîtîkayên li ser navê wan hilweşiya. Her wiha rejîmên ne demokratîk bin, nikarin xwe li hember berxwedaniyên gel bigrin. Ev netew dewlet ji mûdaxeleyan re vekirîne. Em meyze bikin niha ji derve mûdaxele li Rojhilata Navîn tê kirin. Ev nayê wê wateyê ku Kurdistan û Rojhilata Navîn bêdeng e. Dengê gelan û civakê heye. Her wiha êdî gelê Kurd û gelên cuda jî bi xwe dixwazin jiyana xwe bi her awayî, ev di aliyê aborî de, perwerde de, tenduristî de dibe, bi xwe ava bikin û bi rê ve bibin. Dixwazin jiyana xwe ya ji derveyî dewletê ava bikin.  

Heya niha bi ti netew dewletan re têkiliyên dostanî çênebûye. Mirov dikare bibêje ji ber pergalên wan li hember berxwedan, têkoşîn û raperînên gelan têk diçin. Ji bo vê jî tifaqek bi vî awayî ava dikin?

Bêguman wisa ne. Dewlet ti carî têkiliyên dostanî çênakin û wê çênebe jî. Di taybetmendiyên dewletan de dostantî nîne. Gava gel dixwazin bi xwe jiyana xwe bi rê ve bibin û ji destê wan bigirin, ew dem dewlet dibin dostên hev. Em meyze bikin, li hember Kurdan tevahî dewletên derdorê Kurdistanê dibin dostên hev. Niha em meyze bikin beriya vê demekê dewleta Tirk, Esad weke birayê xwe digirt dest. Lê niha em meyze bikin bûye neyarên hev û her wiha weke teror hevûdu bi nav dikin. Rojekê birayê wî ye, rojekê jî neyarê wî yê herî mezin e. Îran jî Rûsya jî wisa ne. Ev têkiliyên wan bi hişyarî û zanabûyîna gelan ve girêdayî ye. Ji bo ku pêşiya gelan û netewan bigrin vî tiştî dikin.  

Di van salên dawî de Tirkiye ketiye di nava aloziyek gelek kûr de. Ev di aliyê aborî, birdozî, ewlehî û civakî de ye jî. Lê Erdogan û hikûmeta wî AKP, her tim derdikevin pêşiya gel weke ku ti tiştek nîne, nebûye atmosferekê didin avakirin. Li ser civakê jî tirsek gelek kûr jî ava dikin. Li hember vê jî di nava gelên Tirkiyeyê de dijîn ti refleks û helwest nîne. Mirov vê rewşa dikare çawa binirxîne?

Niha di van rojên dawî de gotineke Erdogan heye û dibêje hûn nikarin Sewreke Duyemîn bi me bidin pejirandin. Di peymana Sewrê de xwestin çavê Tirkan  û netew dewletan bi rêya Kurdan bitirsînin. Gotin ger ku hûn bi gotinên me nekin, em ê mafê avakirina dewletê bidin Kurdan. Bi vî awayî çavê wan tirsandin û Sewr pêk neanîn û tawîz ji dewleta Tirk û giştî netew dewletan girtin. Pêwîst e dewleta Tirk jî gelê Tirk jî pirsgirêkê baş tespît bikin û rast binirxînin. Di Tirkiyeyê de tirseke ne ji rêzê li hember pirskirina vê pirsê heye. Mirov gava dijî pêwîst e ji bo jiyana xwe pirsan bi pêş bixe, ev gelekî asayî ye. Li Tirkiyeyê her kes baş dizane ku çavkaniya tevahî pirsgirêkan pirsgirêka gelê Kurd û Kurdistanê ye. Pirsgirêka aborî, ewlehî, hiqûqî, perwerde, jiyanî, çandî û hwd. çavkaniya xwe ji vê digire. Ev îrade bi dewleta Tirk re nîne ku vê pirsgirêkê nîqaş bike û pêşiya nîqaşê jî veke. Dewleta Tirk hem xwe dixapîne, hem jî gelê xwe dixapîne. Ev rastiya ji taybetmendiya dewleta Tirk tê. Bi xwe jî êdî derewên xwe bawer dike. Di nava wê de ewqasî alozî pêş dikeve, mirovên sivîl tên kuştin, li cihê ku rexnedayîna xwe bide gelê xwe, îstifa bikin, radibin pesnê xwe didin.

Ew dem mirov dikare bibêje ev taybetmendiyên deshilatdarên faşîst e. Bi xwe sûcdar in, lê sûcê xwe davêjin li ser gel û mirovên demokratîk?

Bêguman wisa ne. Ev heman dem ê de taybetmendiyê mirovê sûcdare. Niha rewşa ku Tirkiye ketiye tê de tevahî sûcê wan e. Jixwe li hember gelê Kurdistanê sûcdar e û me sûcê wê eşkere kir. Pêwîst e sûcê wê li hember gelên Tirkiye jî were eşkerekirin. Faşîzm her tim birçî ye, ti carî têr nabe. Ji bo ku her tişt bikeve destê wê, serî li her tiştî dide. Bê exlaq û bê sînor e. Weke faşîstê Hîtler, ti ferqa xwe nîn e. Ji bo ku sûcên xwe yên li hember civakê veşêre, her tim hin kesan cuda digire dest. Carna jin, carna Elewî, mirovên demokratîk, ciwan û hwd.  herî dawî jî cardin belaya xwe li civaka Êzîdî daye. Jixwe ev civak ewqasî di komkujiyan re derbas bûne, cardin bi destê gelê xwe, gelê Kurd li ser piyan mane. Erdogan digot; “Ez bang li Êzîdiyan dikim, bila PKK’ê ji Şengalê derxin.” Te ji bo vê civakê çi kiriye ku tu maf di xwe de dibînî bangawaziyek wisa bikî. Ti mafê te nîne ku tu gotinên bi vî awayî bibêjî.

Niha bi nirxandinên were girêdayî, beriya vê Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniyeke xwe de got pêwîst e PKK hêzên xwe ji Şengalê derxe. Ger ku dernekevin jî got wê serî li rêyên cuda bidin, dibe ku şer jî bikin. Her wiha ji bo Êzîdiyan jî got bila gel nêhêle PKK li wir bimîne. Ji bo vê berdevkê Serokê Tirkiyeyê jî got piştevaniya van gotinên Barzanî dikin. Hûn vê mijarê çawa dinirxînin?

Daxuyaniyên Nêçîrvan Barzanî li hember dîrokê bê hûrmetî ye. Hebûna PKK’ê çi zerer daye wan. Tevgera me ya azadî ewqasî bangawazî ji bo kongreya netewî dike. Yên cardin nepejirandin ew bûn. Em jî pirs dikin çima hûn vê napejirînin. Ev daxuyaniya daye ji rastiya gel dûr e. Tiştên ku gel dîtine, his nekiriye û fêm nekiriye ku van gotinan rêz dike. Gava çeteyên DAÎŞ’ê êrîşê Şengalê kir ew dem Nêçîrvan Barzanî li kû derê bû. Bêguman gava pêşmergeyên durust dixwestin gelê xwe biparêzin cebilxaneyên wan nîn bû, çima ew dem cebilxane nedan wan pêşmergeyan. Ez pêşmergeyan sûcdar nakim. Yê ku sûcdar e hikûmet e. Çima hikûmet pêşmergeyên xwe perwerde nakin, bi hêz nakin. Em ti carî cudahî naxin di nava ol, bawerî û mirovan de. Heya ku Şengal bi her awayî ji çeteyan rizgar nebe, gel bi xwe hêza xwe ava neke, nebe xwedî vîn û statûya xwe wê her tim xeterî li ser hebe. Hebûna me li wê derê rewa ye. Bila Nêçîrvan Barzanî û tevahî gelê me yê Êzidî jî piştgiriya ku dewleta Tirk dide Nêçîrvan Barzanî rast şîrove bike û lê bipirse. Em bi xwe çavê xwe jê re nagirin bila ti kes jî negire. Di çanda Kurda de jî wisa ye, gava cîranê te, mirovê te dikeve tengasiyê, pêwîst e tu alîkarî bidî. Nêçîrvan Barzanî agahiya xwe ji çandê nîne.  

Bi rastî jî çima ewqasî ji hebûna PKK’ê ditirsin, sedema wê çi ye?

Ev pirseke ku her kes dikare bike. Bi rastî jî tevahî cîhanê jî PKK nas kiriye ku em ne li pey dagirkirinê ne. Tevahî tiştê me cilên li ber me ne û çeka me ye. Me xwe ji bo gelê xwe û tevahî gelan feda kiriye. Me ti tiştekî Kurdistanê nefirotiye dewletên cuda jî. Bi rastî jî ji demokrasiyê ditirsin. Ji ber em dixwazin demokrasiyê ava bikin. Niha di welatê me de, Başûrê Kurdistanê de ewqasî peşmerge şehîd bûn, gazî hene ev hemû rûmeta gelê Kurd in. Rûmeta dîroka me ne, ev tiştekî gelekî bi rûmet e. Ev ji bo Kurdistaneke azad û demokratîk bû ku ewqasî bedel hatin dayîn. Niha li Başûrê Kurdistanê çima yek partî û yekperestî tê kirin. Rast e partiyên din jî hene, lê PDK’ê hebûna van jî napejirîne. Jixwe ji bo wê ye ku navbera wan û dewleta Tirkiye baş e. Ji ber ku her du jî yekperestiyê diparêzin. Sibe tu yê çawa li hember dîrokê hesab bidî. Çima hûn nahêlin Kurdistaneke demokratîk were avakirin. Ev layiqî Kurdan nîne. Bila her kes aqlê xwe bîne serê xwe. Di Rojhilata Navîn de ji nû ve dîzayn çêdibe, guhertina rejîman heye. Ev ji bo Kurdan firsendek e. Em baş bizanin ku dewleta Tirk diçe kû derê dagir dike. Ango dewleteke dagirker e. Bila Kurd vê baş bizanin. Dixwaze Başûrê Kurdistanê jî dagir bike. Em rejîmeke bi vî awayî li ser xwe napejirînin, her wiha gelê Kurd jî napejirîne. Bi taybetî jî jin pêwîst e vê nepejirîne, li hember vê serî netewîne û bê helwest nemîne. Jinên Kurd hişmendiyeke tecawizkar, dagirker, dijberî nirxên jinê napejirîne. Pêwîst e rojeva jin her tim ev be.

Çar sal beriya vê pêşenga Tevgera Azadiya Jinê Sakîne Cansiz û du hevalên xwe di encama komployekê de li Fransa hatin qetilkirin. Sakîne Cansiz ji bo tevgera azadiya jin nirxên çawa afirandin?

Ez li hember bîranîna şahadeta her sê jinên şoreşger bejna xwe ditewînim û bi rêzdarî bi bîr tînim. Ev komplo û komkujî reng, rû û taybetmendiyê dewletan diyar kirin. Heval Sara şoreşgerê tevahî dem û kêliyan bû. Jixwe heval Sara bi xwe jî xwe bi wê pênase dikir. Me heval Sara bi berxwedanî û têkoşîna wê ya li hember darbeya 12 Îlonê nas kir. Li hember êşkence û bê exlaqiyeke bêsînor li ber xwe dide. Me heval Sara bi sekna wê ya serhildêr û çalak li hember hişmendî û desthilatdariya dagirkeriyê nas kir. Di heman demê de me fermandarî û jiyana hevala Sara jî nas kir. Çawa ku heval Sara ji bo xwe digot ez jina tevahî dema me, ev pênaseyek gelek di cîh de ye. Şoreşgertî her tim heye û tê jiyîn. Darbe ne tenê 12 Îlonê dest pê kir û xilas bû. Di civakê de rehetiyek wisa çêbû ku weke ev darbeyên faşîstane xilas bûn. Niha Erdogan deh qat ji Kenan Evren xirabtir e. Ji pêkanînên Tansû Çîler xirabtir e, darbeyên Generalan xirabtir e. Di heman demê de ji Hîtler xirabtir e. Ez vê weke heqaret û acizbûyîn nabêjim. Hîtler, Cihû şewitand, kuşt û komkujî li ser wan pêk anî, lê Erdogan li her kesî wisa kir. Ew keçikên biçûk ên ku ji gundên xwe dûr ji bo xwendinê hatibûn wargehan dixwendin şewitîn. Kanî ew dem dewlet li kû derê bû? Bi dehan jin bi destê zilaman tên kuştin, kanî dewlet, ewqasî keda karkeran tê xwarin kanî dewlet? Ewqasî teqemenî çêdibin û mirov tên kuştin, dewlet li kû derê ye? Ew dem faşîzm hê jî berdewam e. Demek kî faşîzm hê jî di dewrê de ye. Bila her kes baş bizane ku heya li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd çareser nebe, faşîzm xilas nabe.  Ji bo vê bû ku heval Sara di tevahî jiyana xwe de her tim bi seknekê şoreşgerî li hember faşîzmê disekinî. Têkoşînvaneke li hember faşîzmê bû. Jiyana ji derveyî faşîzmê ava dikir, ji ber avaker û çêker bû. Tevahî têkiliyên sosyalîst, civakî, piştevanî, azad ava dikir. Bi gotin, tevahî kar û xebatên wê, şêwazê wê yê jiyanê li hember faşîzmê sembolek bû. Em ê ji her deman zêdetir li hember faşîzmê bisekinin, têkoşîn û berxwedaniyê bimeşînin. Em ê jiyana azad biafirînin. Tola heval Sara û yê tevahî hevalan girtin, li her derê avakirina jiyana azad û demokratîk e. Em ê tola ti hevalên xwe yên şehîd li erdê nehêlin. Em ê jiyana azad weke heval Sara li her derê bidin avakirin. Azadî nêz e.