'Em ê bi dengê xwe yê 'NA' li qadan bin'

Jinan li Edene, Enqere û Mersînê têkildarî çalakiyên xwe yên 8’ê Adarê, daxuyanî dan çapemeniyê.

Jin xwe amade dikin ku bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê dakevin qadan.

EDENE

Plarforma Jinan a Edeneyê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bernameya çalakî û şahiyên xwe eşkere kir. Bi vê armancê li Parka Abîdîn Dîno daxuyanî hat dayîn û pankarta bi nivîsa "Ji bo em xwedî li ked, beden û nasnameya xwe derkevin, em bi hêz dibêjin 'Na'" hat vekirin. Li ser navê platformê Dîlara Akgoz, daxuyanî da û diyar kir ku ji bo têkoşîna xwe bilind bikin îro sedemên wan zêdetir bûne. 

Akgoz da xuyakirin, bi Rewşa Awarte re zextên li ser jinan zêdetir bûne û wiha got: "Bi rêya biryarnameyan saziyên jinan hatin girtin. Ji ber wê em ê di referanduma 16’ê Nîsanê de bêjin Na û bang li hemû jinan dikin ku bêjin Na. Em ê 8’ê Adarê roja têkoşîna jinên Tirk, Kurd, Ereb, Ermenî, Çerkez ji bo xwedî li pêşeroj, ked û nasnameya xwe derbikevin dest bidin hevdu û derkevin kolanan."

Piştî daxuyaniyê jinan belavokên “Divê Jin Çima Bêjin Na” belav kirin.

ENQERE

Plarforma Jinan a Enqereyê li avahiya BES’ê ya Enqereyê civîna çapemeniyê lidar xist. Di civîna gelek jin beşdarbûyî de bernameya 8’ê Adarê ya Enqereyê hat eşkerekirin. Jinan diyar kir ku wê saet di 12.00’an de li Parka Kûrtûlûyê kom bibin û heta Qada Kolejê bimeşin.

Di daxuyaniya hevpar de ev tişt hatin gotin: “Xwestin mudaxeleyî hemû qadên me yên jiyanê bikin. Me got Na û me dîsa qadan tijî dikin. Em bêdeng neman. Wê di pêvajoya referandum û qanûna bingehîn de jî jin bêjin Na. Em ê hemû NA’yên xwe yên îsal ku 8’ê Adarê bi me dide jiyîn û me azad dikin bikin yek û derkevin qadan.”

MERSÎN

Plarforma Jinan a Mersînê, bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê bi aramanca piştgiriya bi jinên girtî re ji girtîgehan re qert şandin. Li ser navê jinên li ber Postexaneya Navenda yê Mersînê hatin cem hev endama platformê Canan Yuce daxuyanî da. Yuce, bi lêv kir ku binpêkirinên mafan ên li dijî jinên girtî zêde bûne û got ku tu jin bi tenê nîne.

Piştî daxuyaniyê ji jinên girtî re qert hat şandin.