‘Em di 13. Festîvala Jinan a Zîlan de werin cem hev’

Jinên Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dijîn xwe kar dikin ku di 13. Festîvala Jinê ya Zîlan de werin cem hev.

Endama Komîteya Amadekar Zîlan Serhed têkildarî festîvalê ku 1’ê Tîrmehê wê li Dortmundê pêk were ji ANF’ê re axivî. Serhad got festîval wê bi dirûşma ‘’bi berxwedana jinê jiyana azad wê bi ser bikeve’ û bang kir ku hemû jinên Kurd û dostên wan tevlî festîvalê bibin.

Serhed got 13. Festîvala Jinê ya  Zîlan wê li Hoeschepark Dortmund a Elmanya pêk were û got, ‘’Em ê festîvala xwe bi dirûşma ‘’bi berxwedana jinê jiyana azad wê bi ser bikeve’ pêk bînin û em bawer dikin di festîvalê de bi dostên xwe re em ê pevgihîneke mezin pêk bînin. Hêvî dikim ji 7 salî heta 70 salî her kes tevlî festîvalê bibe. Em festîvala xwe ya 13. diyarî du jinên pêşeng Nalîn Mûş û Hêlîn Dersim dikin ku di têkoşîna azadiyê de kedeke mezin dane û du jinên pêşeng in. Em hêvî dikin ku em festîvaleke layiqî têkoşîna û keda wan pêk bînin.’’

Serhed diyar kir ku festîval xwedî bernameyeke dewlemend e û got: ‘’Ez bang li hemû dayikan dikim, cil û bergên Kurdî yên bi rengê kesk, sor û zer li zarokên xwe bikin û werin festîvalê. Ez bawer im ku dayik bi zarok û malbata xwe re tevlî festîvalê bibin wê demeke xweş derbas bikin. Armanca me ew e ku em festîvala 13. a Zîlan bi rengê jinê pêşwazî bikin. Bi hêviya ku wê rojek kesek li mal nemîne û were festîvalê.’’