'Em bang li hemû jinan dikin ku pêşengiyê ji berxwedanê re bikin'

Şervana YPS-Jinê Avesta Zend destnîşan kir ku berxwedana li dijî sîstema serweriya mêr ji bo wan esas e û got, "Em bang li hemû jinan dikin ku pêşengiyê ji berxwedanê re bikin."

Şervana Yekîneyên Parastina Sivîlan a Jinan (YPS-Jin) Avesta Zend bi wesîleya salvegera duyemîn a damezrandina YPS-Jin û 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ji ANF'ê re axivî.

Şervana YPS-Jin Avesta Zend ev her du rojên bi wate li afirînerê şoreşa jinê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû jinên îro li nava şoreşê li ber xwe didin pîroz kir. Zend bi bîr xist ku li dijî zîhniyeta bi serweriya mêr, jin timî li ber xwe didin û anî ziman, berxwedana li Efrînê û gelemperiya Rojavayê Kurdistanê pêşengiyê ji berxwedanên jinan ên li cîhanê re dike û hêvî zêde kiriye.

'JI EFRÎNÊ HETA AMEDÊ JIN WÊ SERÎ NETEWÎNIN'

Zend bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got, "Sedsala 21'ê wê bibe sedsala jinê, bibe serdema jinê" û wiha dewam kir: "Em vê rastiyê bi rengekî zelal di nava Şoreşa Rojave de, di rastiya Efrînê de dibînin. Têkoşîna Avesta Xabûr, Avrîn û Barînan di Berxwedana Serdemê de nîşan dan, raxist pêş çavan ku sedsala 21'ê wê bibe sedsala jinê. Berxwedana Efrînê, bi ruhê li Efrînê û bi ruhê Têkoşîn Amed a li Amedê nîşan da ku li ku dibe bila bibe wê têkoşîna xwe ya li dijî zîhniyeta bi serweriya mêr bidomîne û ti carî serî netewîne." Zend bang li hemû jinan kir ku tevlî nava refên berxwedanê bibin û got, 2018 wê bibe sala azadiya jinê.

'RUHÊ AVESTA XABÛRAN CÎHAN RAKIR SER PIYAN'

Zend destnîşan kir ku têkoşîna mezin a li Efrînê ku bi pêşengiya Avesta Xabûr û hemû jinên berxwedêr tê kirin li gelemperiya cîhanê deng vedaye û got, "Ruhê berxwedanê yê Avestayan cîhan rakiriye ser piyan û xistiye nava têkoşînê. Ev têkoşîn wê bi pêşengiya jin û ciwanan timî bidome."

Zend 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kir û herî dawî got, "8'ê Adarê rojeke sembol a berxwedana jinê ye. Ragihandina YPS-Jinê di 5'ê Adarê de, tevgereke jinê ye ku di nava vê berxwedanê de şer dike. Li gelemperiya Bakurê Kurdistanê dest bi vê têkoşînê kir û hê jî didomîne. Di dîrokê de jî hate dîtin ku tenê ruhê berxwedêr ê jinan kariye li ber zîhniyeta serweriya mêr rabe."