'Em 8'ê Adarê bi berxwedana Efrînê pêşwazî dikin'

Ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlik û Jînda Ronahî gotin, berxwedana li Efrînê encama paradîgmaya modernîteya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Fermandarên Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlik û Jînda Ronahî bûn mêvanê bernameya 8'ê Adarê ya Stêrk TV.

Ronahî di destpêka axaftina xwe de bi bîr xist ku meşa azadiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi jinan re, helwest û îdîayek e û anî ziman ku Ocalan timî gotiye, ne tenê roja 8'ê Adarê divê her rojên salê bi reng û nêrîna jinê derbas bibin.

Jînda Ronahî diyar kir, 8'ê Adarê zindîkirina xwezayê ye û wiha dewam kir: "Li Rojhilata Navîn berê 8'ê Adarê nedihat pîrozkirin. Lê îro hemû jin bi hesasiyeteke mezin tevlî pîrozbahiyan dibin. Ev yek jî rêxistinbûna jinê derdixîne holê. Gerîla û jinên ji bo azadiyê têdikoşin li ku bin, li wê derê jin xwe bi rêxistin dikin û berê xwe didin azadiyê. Jinên Reqayî her ku felsefeya Rêber Apo nas dikin, xwe ji nava tarîtiya ku lê hatine mehkûmkirin rizgar dikin û bi rengê jinê jiyanê pêşwazî dikin. Ji bo me gelekî watedar e ku 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Reqayê tê pîrozkirin. Reqa tevî ku çol e, niha bi rengê jinê ji nû ve zindî dibe."

Zozan Çewlik jî bi bîr xist ku jinên li Latîn Amerîkayê 8'ê Adara îsal diyarî berxwedana Efrînê kirine û destnîşan kir ku ev yek sekn û helwesteke gelekî bi wate ye.

Çewlik, silav û rêzên xwe ji çiyayên Kurdistanê ji jinên li Latîn Amerîkayê re şand û diyar kir, tevgera azadiyê tevî ku li parçeyekî Kurdistanê derketibe holê jî, ruhê wê yê têkoşîn û berxwedanê îro li çar aliyên cîhanê belav bûye û veguheriye modelekê.

Çewlik anî ziman, ev yek nîşan dide ku têkoşîna bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derketiye holê, sînor derbas kiriye, bûye gerdûnî û wiha dewam kir: "8'ê Adarê berxwedan û serhildana jinan a li dijî kapîtalîzmê ye. 8'ê Adarê ji bo gelek tevgerên jinan, bi taybetî ji bo me ruhek e, serhildan û berxwedan e. Bêguman 8'ê Adarê ji bo jinan ne tenê sembolek e. Li dijî sîstema kapîtalîst û zîhniyeta bi serweriya mêr, roja geşkirina berxwedanê ye. Weke gerîlayên YJA Starê em jî 8'ê Adarê ya îsal bi ruhê Avesta, Armanc û Barînan pêşwazî dikin. Yanî em bi ruhê berxwedana Efrînê ya li dijî faşîzmê pêşwazî dikin. Bi vê îdîayê me dest bi sala 2018'an kir."

Çewlik işaret bi êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê kir û got, êrîş li dijî paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Bi dewamî Çewlik got, "Ev êrîş, êrîşa li dijî şoreşa jinê ye. Ev şoreş bi berxwedana jinê şênber bû. Jin û gel xwe li dora vê sîstemê bi rêxistin dikin. Berxwedan bi vî rengî civakî dibe. Ev yek jî tê wateya hilweşîna netewe dewletê. Eger îro Erdogan û MHP di asta herî bilind de faşîzmê dikin, ev yek ne ji ber xurtbûna wan e. Ev nîşaneya hilweşîna wan e. Şerê man û nemanê didin. Lewma êrîşkar in." Di dawiya axaftina xwe de Çewlik destnîşan kir ku mîna her serdema dîrokê wê modernîteya demokratîk a xwe dispêre nasnameya hêza xwe, îro jî bi ser bikeve.

Çewlik herî dawî bi bîr xist ku ji sala 2015'an û vir ve ti agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oclaan nayê girtin û got, "Şikandina tecrîdê hinceta me ya herî mezin a têkoşînê ye."

Çewlik 8'ê Adarê di şexsê şervanên YPJ'ê de li hemû jinan pîroz kir û banga geşkirina têkoşîn û berxwedanê li hemû jinan kir.