HEVPEYVÎN

Ji bo kampanya 'Na ji îdamê re' ya YRJ'ê eleqeya zêde

Arîn Siwêd destnîşan kir ku eleqeyeke zêde nîşanî kampanyaya ‘Ji îdamê re na’ hate dayîn û got: “Ji Kurdistanê, Efrîqa û Asyayê gelek jin û rojnamevan tevlî têkoşînê azadiyê bûn.”

KAMPANYAYA JI ÎDAMÊ RE NA

Kampanyaya ‘Ji îdamê re na’ ya ji aliyê Yekîtiya Ragihandina Jinê (YRJ) ve hatî destpêkirin, ji aliyê her beşê civakê ve bi eleqeyeke zêde hate pêşwazîkirin. Vê kampanyayê bangên ji bo azadiya jinên mîna Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî yên ku li zindanê cezayê îdamê lê hatine birîn, kir rojev. Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA), Civata Jinên Zenobiya, Meclîsa Malbatên Şehîdan, Kongra Star, TEV-DEM û ji Kurdistan, Efrîqa û Asyayê gelek kes û rojnamevan beşdarî kampanyaya îmzeyê bûn.

Arîn Siwêd diyar kir ku di sedsala 21’an de li dijî sîstema dewletê têkoşîna jinan her roja ku diçe zêdetir dibe û got: “Yek ji mînakên dawî, bûyerên ku li Hindistanê qewimî ne. Her jinek, li Hindistanê bû şahidê bilindbûna dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ û bi hemû dilê xwe girîngiya têkoşînê hîs kir. Ev rewş nîşan dide ku jin çiqasê bi zane bûne. Dema em dîroka jin lêkolîn dikin, em rastî paşerojeke bi serhildanan re dagirtî tên lê belê li kêleka vê dîrokê jiyaneke bi êşan jî dagirtî heye. Em rû bi rûyê dîrokeke welê ne ku jin jixwe bawer nakin, mafê xwe naparêzin, mafên wê yên siyasî, civakî, aborî û rêxistinbûnê jê hatiye standin.”

‘PEXŞAN Û ŞERÎFE BI BERXWEDANA XWE BÛN MÎNAK’

Arîn Siwêd anî ziman ku serhildana Jin Jiyan Azadî car din nîşan da ku jin xwe rêxistin dikin, ji bo şikil dayîna siberojê pêşengiyê dikin û bi yekîtiyê mafê xwe diparêzin û bal kişand ser Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî yên ku cezayê îdamê lê hatine birîn.

Arîn Siwêd axaftina xwe wiha domand: “Dengê jinên mîna Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî li zindanan belav dibe. Peyamên ji zindanê hatine, di raya giştî de hatine nîşandan. Ev qêrîn ji bo me sekneke ku mînak bê girtin e. Sekna her du jinan, hêz daye jinan. Eger em bi gotinên Pexşan Ezîzî bînin ziman, ‘Sîstem çiqasê hewl bide bi zext û zoriyê me bêdeng bike jî, em qet dest ji rêya azadiyê bernedin’. Niha bi hezaran jin li zindanên Îranê, hatine dîlgirtin. Bi sed hezaran jin ji bo azadiyê têkoşîn kirine û hîn jî têkoşînê didomînin. Tevî ku cezayên îdamê li jinan tê birîn, jin li zindanan dengê xwe bilind dikin.”

Arîn Siwêd ragihand ku serhildana Jin Jiyan Azadî bandoreke mezin li ser jinan afirandiye û got: “Çiqasê serhildan û êşên me hevpar bin, serketina me jî wê ewqasî hevpar be.”

Arîn Siwêd bal kişand ser kampanyaya ‘Ji îdamê re na’ ya ku YRJ’ê di 12’ê Tebaxê de dayî destpêkirin û ev agahî da: “Li ser tora dîjîtal 3 hezar îmze hatin komkirin û encamên van îmzeyan wê ji Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (Human Rights Watch) û Rojnamevanên Sînornenas (RSF) re bên şandin.”

Arîn Siwêd anî ziman ku dihat plankirin ku kampanya 19’ê Tebaxê bi dawî bibe, lê ji ber eleqeya zêde wê 26’ê Tebaxê bi dawî bibe.

BANGA RAKIRINA BIRYARA ÎDAMÊ

Arîn Siwêd bilêv kir ku kampanya bi eleqeyeke zêde dewam dike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gelek sazî û rêxistin, bi taybetî bi pêşengiya Kongra Star û Civata Jinên Zenobiya tevgerên jinan, rojnamevan û gelek saziyên civakî yên sivîl, gelên li herêmê dijîn û rojnamevanên li Ewropayê dijîn beşdarî kampanyaya îmzeyan bûn û îmzeyên xwe gihandin YRJ’ê. Weke YRJ em kêfxweş in ku kampanyaya me gihiştiye vê qonaxê. Weke YRJ em ê her tim bibin dengê jinan. Em ê bi nûçeyên xwe sînordar nemînin û têkoşîna xwe ya polîtîk, hiqûqî û civakî bidomînin. Weke YRJ em li dijî polîtîkayên hikûmeta Îranê yên li hemberî jinan e û bang dikin ku dawî li îdaman were.”