Efserê Tirk dest avêt zarokeke 17 salî!

Li Wanê, du kesan ku yek ji wan efserekî Tirk e dest avêtin zaroka 17 salî N.A. Piştî ku gilî hate kirin biryara girtina tecawizkaran hate dayin.

N.A. ya 17 salî ku kekê wê tundî lê dikir, telefona xwe ya destan firot û li wargeheke dewletê ma. N.A. ku ji bo ji tundiya kekê xwe yê ku madeyên tiryakê bi kar dianî rizgar bibe, ji malê derket, vê carê kesekî ji Wanê yê bi navê A.P. û efser T.A. nas kir.

Her du kesan dest avêtin N.A. Piştî ku N.A. êrişa lê hate kirin ji malbata xwe re got, li Dozgeriya Komarê ya Wanê gilî kir.

N.A. di îfadeya xwe de diyar kir ku ji wê hebû A.P. jê hez dike, lê belê ew bir peravê Gola Wanê û dest avêt wê. N.A. her wiha diyar kir ku efser ê bi navê T.A. jî ew biriye mala xwe û piştî ku alkol bi wê da vexwarin dest avêt wê.

Li ser îfadeya N.A. Dozgeriya Komarê biryara girtina kesê bi navê A.P. da, lê têkildarî efserê bi navê T.A. tenê biryara destpêkirina lêpirsînê da.