Ebrû Tîmtîk li ser gora xwe hate bîranîn

Parêzer Ebrû Tîmtîk a di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da, li ser gora xwe hate bibîranîn.

Parêzer Ebrû Tîmtîk di roja 238’an a rojiya mirinê ya bi daxwaza darezandina edaletê de li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Dr. Seîd Konûk jiyana xwe ji dest dabû. Tîmtîk di salvegera yekem a jiyana xwe ji destdanê de ji aliyê hevpîşe û heskiriyên xwe ve li ser gora xwe ya Gaziyê hate bibîranîn.

Li gel malbatê, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Gel, Komeleya Hiqûqasên Hemdem û Ji bo Hiqûqnasan Azadî û Buroya Hiqûqê ya Sedsalê amade bûn di bîranînê de.

Polîsan ketin û derdorî Goristana Gazî dorpêç kiribû, nasnameyên welatiyan kontrol dikirin. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê û vekirina pankarta bi nivîsa ‘Parêzer Ebrû Tîmtîk Namire’ vekirin, destpê kir.

Di bîranînê de ji Parêzerên Buroya Gel Seda Şaraldi axivî û diyar kir ku Ebrû Tîmtîk tevahî jiyana xwe parêzeriya gel kiriye, çi tişta rast dizanî ew pêşkêş kir. Şaraldi anî ziman ku ew ê girdayî nirx û mîrastên têkoşîna wê bin.

Li ser navê parêzeran jî Seroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem a Stenbolê Çîdem Akbûlût daxuyanî xwend. Akbûlût anî ziman ku berî bi salekê hevala xwe Pr. Ebrû Tîmtîk winda kirine. Akbûlût anî ziman ku Ebûr bi berxwedana x we ji bo hemû gelan îşaret bi berxwedanê kir, wê qet bêedaletiyê qebûl nekin.

Piştî daxuyaniy stranên Kurd û Tirkî ku Ebrû Tîmtîk hez jê dikir gotin.