Du aktîvîstên Kurd ên li girtîgehên Îranê dest bi greva birçîbûnê kirin

Du aktîvîstên Kurd Werîşe Muradî û Pexşan Ezîzî ku ji aliyê dewleta Îranê ve beriya neh mehan hatin girtin, li dijî veguhestina li girtîgeheke ser bi îstîxbaratê ve dest bi greva birçîbûnê kirin.

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand, roja 14’ê Gulanê çalakvana mafên jinan û Endama KJAR’ê Werîşe Muradî ku di destpêka Tebaxa 2023’yan de hatibû girtin, bi fermana dadwer ji girtîgeha jinan hat veguhestin ji bo girtîgeha hejmara 209 a ser bi wezareta Îtlaetê. Hat gotin Werîşe Muradî ji ber vê yekê dest bi greva birçîbûnê kir.

Her wiha çalakvana mafên jinan Pexşan Ezîzî ku ew jî liheman girtîgeha ku Muradî têde dima, li dijî veguhestina Werîşe Muradî ya ji bo girtîgeha Îtaletê dest bi greva birçîbûnê kir.

Werîşe Muradî di 1’ê Tebaxa 2023’yan de li nêzî bajarê Sine û Pexşan Ezîzî jî di 3’yê Tebaxa 2023’yan de li Tehranê hatibûn girtin. Piştî 5 mehan ji lêkolîn û lêpirsînên li navenda Îtlaetê hatibûn veguhestin ji bo girtîgeha jinan ya Evîn a li Tehranê. Tevî 9 meh di ser girtina wan re derbas dibe jî heta niha nehatine dadgehkirin.