Rêber Apo ku 26 sal in li Girtîgeha Girava Îmraliyê girtî ye, di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Yek ji piştevanên pêngava 'Azadî ji Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' Parlamenterê Parlamenta Kantona Ticino ya Swîsreyê Dr. Beppe Savary tecrîda li Îmraliyê, peyama Rêber Apo û nîqaşên dema dawî yên li ser pirsgirêka Kurd ji ANF'ê re nirxand.
SEDEMA ISRARA LI SER TECRÎDÊ TIRSA JI OCALAN E
Dr. Beppe Savary polîtîkaya tecrîdê ya dewleta Tirk bi tundî rexne kir û got, "Ev tecrîda ku li ser Abdullah Ocalan dewam dike, li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Ne tenê li ser kesekî ye, di heman demê de êrîşek li hemberî mafên bingehîn ên mirovahiyê ye."
Savary motîvasyona li pişt dewamkirina polîtîkaya tecrîdê ya rejîma Erdogan rexne kir û got, "Rejîma Erdogan zane ku Abdullah Ocalan dema azad bû wê bi rola siyasî û aştiyane rabe. Ji ber tirsa ji Ocalan di vê tecrîdê de israr dikin. Ocalan di nava tecrîdê de jî bi nivîs û pirtûkên xwe tevkariyê li têkoşîna gelê Kurd dike. Nivîsên Ocalan ên li girtîgehê şoreşgerê Îtalyayê Antonio Gramsci tîne bîra min ku bandoreke mezin li min, Îtalyayê û têkoşînên sosyalîst û demokratîk kir."
'ABDULLAH OCALAN DIKARE PIRSGIRÊKA SED SALÎ ÇARESER BIKE'
Dr. Beppe Savary têkildarî rola Rêber Apo ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bal kişand ser rola Nelson Mandela ya li hemberî rejîma Apartheid a li Başûrê Efrîkayê û got, "Bi dîtina min heta ku Abdullah Ocalan bi rengekî çalak tevlî nebe pirsgirêka Kurd a ku zêdeyî 100 sal in dewam dike, bi rengekî mayinde çareser nabe. Ev yek rewşa li Efrîkaya Başûr tîne bîra min. Eger Nelson Mandela serbest nebûya û bi rengekî çalak tevlî nebûya, çareseriya meseleya Apartheid û ji holê rakirina rejîmê jî nedibû. Ya herî girîng jî bêyî azadiya Mandela çareseriyeke aştiyane ji şerê navxweyî re nedibû."
BÊ WATE YE KU JI PKK'Ê RE BÊ GOTIN 'DEST JI ÇEKÊ BERDE'
Dr. Beppe Savary nîqaşên dema dawî yên li ser pirsgirêka Kurd jî nirxand û destnîşan kir ku eger dewleta Tirk di çareseriyê de ji dil be divê Rêber Apo azad bike. Beppe Savary got, "Divê Abdullah Ocalan azad bibe. Pêşniyara wî ya konfederalîzma demokratîk ne tenê ji bo Kurdistanê ku niha di nava çar dewletan de -Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê- parçe bûye, her wiha ji bo tevahiya Rojhilata Navîn dikare bibe çareserî. Bê wate ye ku ji PKK'ê re bê gotin, dest ji çekê berde. Ji ber vê yekê beriya ku ji bo hevdîtina çareseriya pirsgirêka Kurd li dora maseyê bê rûniştandin, divê em daxwaza berdana Abdullah Ocalan bikin.
Piştî ku Ocalan azad bû û Tirkiyeyê samîmiyeta xwe ya ji bo çareseriyeke aştiyane nîşan da û guhertinên qanûnî hatin kirin, hingî destberdana ji çekan a PKK'ê dikare bê nîqaşkirin. Beriya her tiştî divê Tirkiye dest ji bombekirina gelê Kurd û sûcê şer berde. Eger vê yekê bike hingî wê bibe nîşaneyeke xurt a Tirkiyeyê ku amade ye bikeve nava nîqaşên cidî yên li ser çareseriyê. Ji bo min du şertên bingehîn hene: Azadiya Abdullah Ocalan û rawestandina şerê li Kurdistanê."
'CIVAKA NAVNETEWEYÎ DIVÊ BI BERPIRSYARÎ RABE'
Dr. Beppe Savary anî ziman ku di pêvajoyeke navbera dewleta Tirk û Kurdan de yan jî di danûstandinan de divê Swîsre û civaka navneteweyî bi berpirsyariyê rabin û got, "Di pêvajoyeke danûstandinê ya gengaz de Swîsre dikare bi rolê rabe. Mixabin wezîrekî me yê karên derve heye ku polîtîkaya derve ya Swîsreyê veguherandiye mîna dewama polîtîkaya derve ya Emerîkayê. Li gorî min di rewşeke bi vî rengî de divê civaka sivîl a Swîsreyê bi rola pêşengiyê rabe. Şandeyek ji civaka sivîl ku siyasetmedarên naskirî jî di nav de dikare bi roleke çêker rabe.
Li aliyê din Elmanya ku şirîkê sereke yê Erdogan e, dikare roleke diyarker biilîze. Eger Elmanya qebûl bike ku bi rengekî çalak tevlî çareseriya pirsgirêka Kurd bibe, ev yek wê bibe gaveke gelekî girîng. Li gel vê yekê divê hemû dewletên beriya 101 salan li Qesra Ripo a Lozanê li dora maseya danûstandinan bûn tevlî pêvajoyê bêne kirin. Ji bo çareseriyeke mayinde pêwîstî bi garantorên navneteweyî yên xurt heye."
'QEDEXEYA LI SER PKK'Ê LI PÊŞIYA ÇARESERIYÊ ASTENG E'
Siyasetmedarê Swîsreyî anî ziman ku helwesta Ewropayê ya li hemberî PKK'ê li pêşiya çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd asteng e û got, "Em baş zanin bê PKK bi çi rengî li lîsteya 'terorê' ya Ewropayê hate bicihkirin. Şansolyeyê Elman ê wê demê Kohl weke diyariyekê pêşkêşî Serokwezîra Tirkiyeyê ya wê demê Tansû Çîller kir. Bi heman rengî DYE û dewletên Ewropayê jî dema ku ji bo girtina Abdullah Ocalan alîkarî dan Tirkiyeyê, bi vî rengî diyarî dan Tirkiyeyê. Ev jest jî bi hêviya ku karibe di berdêla wê de tiştekî bi dest bixînin kirin. Divê ev dewlet helwesta xwe bi temamî di ber çavan re derbas bikin. Divê PKK tavilê ji vê lîsteyê bê derxistin."
'YÊN TÊKOŞIN WÊ BI SER BIKEVIN'
Dr. Beppe Savary işaret bi kampanya navneteweyî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan kir û got, "Ev kampanya zextê li hikumetên Ewropayê û hikumeta Tirk dike. Ev zext jî dikarin encamên şênber bi xwe re bîne. Şertê bingehîn ê çareseriya pirsgirêka Kurd azadiya Ocalan e. Heta ku Abdullah Ocalan neyê berdan zehmet e ku di çareseriya pirsgirêka Kurd de pêşketineke rasteqîn pêk were. Ji ber vê jî divê em vê kampanyayê li her qadê hîn mezin bikin.
Weke ku Rosa Luxemburg got, 'Yên têdikoşin dibe ku winda bikin, lê belê yên tênakoşin ji zûdeyî winda kirine'. Ji bilî dewamkirina têkoşînê çareyeke me ya din nîne. Bi dîtina min dawiya dawî em ê bi ser bikevin, lê belê divê em amade bin ku ev yek wê têkoşîneke dirêj be. Wê demê bê rawestandin divê em têkoşînê dewam bikin."