Doza Peymana Stenbolê dest pê kir, polîsan êrişî jinan kir

Rûniştina doza ji bo betalkirina Peymana Stenbolê dest pê kir. Dema ku jinan xwestin tevlî rûniştinê bibin polîsan êrişî jinan kir.

Desthilatdariya AKP û MHP’ê ji bo betalkirina Peymana Stenbolê doz vekiribû. Li Daîreya 10’emîn a Dadgeha Kargêriyê ya Bilind rûniştinên dozan dest pê kir. Ji her çar aliyê Tirkiyeyê parêzer û nûnerên saziyan jî tê de gelek rêxistinên jinan jî tevlî dozê bûn. Ji bo dozê herî kêm ji 70 baroyan bi qasî hezar parêzeran ji bo tevlêbûna dozê belgeya rayeyê pêşkêş kirin.

JIN DI EYWANÊ DE HILNEHATIN

Bi hinceta eywan tijî bû, destûr nedan ku jin û parêzer têkevin eywanê. Serokê Dadgehê pişte ferman da bila cihekî vala nemîne û jin dîsa ketin eywanê. Gelek kes jî li derve man. Wê bi giştî 10 rûniştin werin kirin.

Beriya rûniştinê saziyên jinan daxuyanî dan û axivîn. Jinan diyar kirin ku ew ê tu carî û bi tu awayî nehêlin ku Peymana Stenbolê were betalkirin.

Piştî daxuyaniyê polîsan êrişî jinan kir û jinek birîndar bû. Jinan piştre dest bi çalakiya rûniştinê kirin û ketin avahiya Dadgeha Kargêriyê ya Bilind.