Hevparên DOKH'ê yên Amedê, ji bo balê bikşînin ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakiya gireva birçibûnê ya girtiyên PKK û PAJK'ê ku ji bo tecrîda li ser Ocalan şermezar bikin daxuyanî dan. Endamên DOKH'ê bang li her kesî kir û xwestin her kes ji bo çalakiya azadiyê piştgiriyê bidin girtiyan.
Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad û demokratîk (DOKH) bi boneya piştgiriyê bidin girtiyên PKK û PAJK'ê yên dest bi gireva birçîbûnê kirine û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin, li ber girtîgeha Tîpa E ya Amedê daxuyaniyê dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de aktîvîstên DOKH'ê û nûnerên gelek saziyên din amade bûn. Li ser navê DOKH'ê Koordînatora EPÝDEM'ê Neslihan Başak daxuyanî xwend. Başak anî ziman ku, her diçe Tirkiye ber bi pêvajoya şer ve diçe û ev rê li pêşiya çareseriyê digire.
Başak destnîşan kir ku, zêdeyî 3 salin bi navê KCK'ê li hemberî siyasetmedarên Kurd operasyon tê lidarxistin û wiha got: "Siyasetmedar û parazvanên mafên mirovan hatin girtin. Rê li pêşiya siyaset û çareseriyê girtin. Ji bo girtî ji vê pêvajoyê re bêjin bese û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe siyasetmedar, parazvanên mafên mirovan dest bi çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine. Li ser Birêz Abdullah Ocalan ji sala 1999'an heta niha tecrîd heye û bi tena serê xwe li Îmraliyê di bin tecrîdê de ye. Her ku gel li hemberî vê bêhiqû û dijmirovahiyê derdikeve tecrîd girantir dibe. Divê êdi her kes li hemberî van binpêkirin û bêhiqûqiyê dengê xwe bilind bike. Divê her kes piştgiriyê bidin çalakiya girtiyan û li çalakiya girtiyan xwedî derkevin. “
Başak li ser rewşa Ocalan jî rawestiya û wiha dawî li daxuyaniyê anî: "Ji bo aştiyek mayinde û çareseriya aştiyane divê ev bêhiqûqî û tecrîda li ser Birêz Ocalan tê meşandin bi dawî bibe û daxwazên Birêz Ocalan li ber çavan bên girtin.