DOKH: Divê jina Kurd xwedî li têkoşîna girtiyan derkeve

DOKH: Divê jina Kurd xwedî li têkoşîna girtiyan derkeve

Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) bi boneya bal bikişînin ser çalakiya gireva birçîbûnê ya ji aliyê girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê ve bi armanca ewlehî, azadî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bên û zextên li ser zimanê Kurdî bi dawî bibin, bang li hemû jinên Kurd kir û xwest her derê bikin qada têkoşînê.

Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) têkildarî çalakiyên girtiyên PKK'ê û PAJK'ê yên li girtîgehan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên azadî, ewlehî û tenduristiyê ya di 12'ê Îlonê de li 40 girtîgehan dest bi greva bêdem û bêdorveger kirine, daxuyaniyek nivîskî da. DOKH'ê di daxuyaniyê de da zanîn ku, zêdeyî salek û 2 mehin li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîda girankirî tê meşandin û xwest hemû jinên Kurd li hemberî tecrîdê dakevin kolanan. DOKH'ê operasyonên siyasî û leşkerî ku ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve li dijî gelê Kurd tên meşandin jî rexne kir û xwest bi lezgîn dawî li van operasyonan bê.

DOKH'ê destnîşan kir ku hikûmet guh bide daxwazên gelê Kurd dê li Rojhilata navîn pêşengiya demokrasî û aştiyê bike û xwest hikûmet û dewleta Tirkiyeyê daxwazên gelê Kurd li ber çavan bigire. DOKH'ê bibîrxist ku, girtiyên PKK'ê û PAJK'ê ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bike û dawazên Ocalan yên azadî, ewlehî û tenduristiyê bicih bên dest biçalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine û xwest daxwazên girtiyan li ber çavan bên girtin û neyên paşguh kirin.

'DIVÊ JIN LI TÊKOŞINA GIRTIYAN XWEDÎ DERKEVE'

DOKH'ê ji hemû jinên Kurd xwest ku li têkoşîn û berxwedana girtiyên li zindanan xwedî derkevin û her derê bikin qadê têkoşîn û berxwedanê.