Dogû: Hevala Sara bi enerjiya xwe her tim bi me re ye
Ji Fermandarên YJA Starê Çîgdem Dogû got, yekji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz ku di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hat kuştin, enerjiyeke gelekî mezin a têkoşînê ye.
Ji Fermandarên YJA Starê Çîgdem Dogû got, yekji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz ku di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hat kuştin, enerjiyeke gelekî mezin a têkoşînê ye.
Yek ji Fermandarên YJA Starê Çîgdem Dogû li ser komkujiya Parîsê ji ANF'ê re axivî û got, "Ji bo me esas e, ku em bîranîna her sê hevrêyên xwe yên hatin kuştin bidomînin, bibin bersiv ji wan re û wan bidin jiyîn. Di heman demê de ronîkirina vê komplo û komkujiyê, yek ji erkên me yên bingehîn e. Di dema pêş de em ê bibin bersiv ji vê yekê re."
'YEK JI NIRXÊN HERÎ HÊJA YÊN TÊKOŞÎNA ME BÛ'
Dogû di salvegera sêyemîn a şehadetê de Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) bibîr anî û wiha dewam kir: "Bêguman hevala Sara yek ji nirxên herî mezin ên têkoşîna me ya azadiyê bû. Hevala Sara bi PKK'e re şahidî ji destpêka têkoşîna Kurdistanê re kir û di hemû qonaxên vê têkoşînê de jiyana wê bi şerekî giran derbas bû. Nasnameya wê jî rastiya îsyanê, rastiya gelê Dersîmê bû. Mirov dikarin bêjin di şexsê hevala Sara de raperîna Dersîmê bûye PKK."
'SARA BÛ RASTIYA ME, BÛ HIŞ Û MEJIYÊ ME'
Dogû destnîşan kir, ku bingeha tevgera azadiyê ya jinên Kurd ji Cansiz tê û wiha dewam kir: "Bi têkoşîna xwe ya azadiya jinê, PAJK û sîstema KJK'ê re, di roja îro de li hemû qadên civakî, li Kurdistanê, Rojhilata Navînû gelemperiya cîhanê rastiyeke me ya têkoşînê heye ku bûye mînak ji hemû têkoşînên azadiyê re. Ya ku bingeha vê amade kir hevala Sara ye ku rastiya me, hiş û mejiyê me ye."
Dogû destnîşan kir, lêgerîna bingehîn a Cansiz lêgerîna mirov e, lewma jiyana wê her tim di nava şer û têkoşînê de derbas bûye.
Dogû bal kişand ser berxwedana Cansiz a li zîndanê û got, "Di gerîlabûn û artêşbûna jinê de, berxwedana hevala Sara ya li zîndanê û nanameya ku wê li wê derê afirand, bû bingeha hêzeke mezin a gerîlayên jin.
'BANDOR LI HER DERÊ KIR'
Ji Fermandarên YJA Starê Çîgdem Dogû diyar kir, Cansiz piştî ku ji girtîgehê derket tevlî nava karê artêşbûna jinê bû û wiha dewam kir: "Hem tevlî xebatên me yên dîplomatîk, hem jî yên rêxistinbûna li qada civakî bû. Li her qada têkoşînê bi awayekî çalak cih girt û encamgir bû. Li her devera lê bû bandor lê dikir."
Têkildarî mijara 'kujer Omer Guney ji ber nexweşiyê mir' Dogû got, "Ev rewş cihê gumanan e. Rûdana bûyereke bi vî rengî beriya destpêkirina dadgehê, cihê gumanan e, ji bo tarîkirina delîlan e. Hewl tê dayîn ev bûyer bê nixumandin. Me di destpêkê de got, ev yek komployeke navneteweyî ye. Komployeke hêzên navneteweyî ye, ku MÎT a Tirk jî di navde ye. Di pêvajoyeke bi vî rengî ev bûyer jî vê rastiyê îspat dike. Bêguman weke tevgera jinê em ê dest ji vê dozê bernedin û her tim şopdarên wê bin. Ji bo me esas e, ku em bîranîna her sê hevrêyên xwe yên hatin kuştin bidomînin, bibin bersiv ji wan re û wan bidin jiyîn. Di heman demê de ronîkirina vê komplo û komkujiyê, yek ji erkên me yên bingehîn e. Di dema pêş de em ê bibin bersiv ji vê yekê re."
'BI ENERJIYA XWE ME ZÊDE DIKE'
Çîgdem Dogû di dawiya axaftina xwe de diyar kir, Cansiz fermana têkoşîneke mezin dide û got, "Pêvajo çiqasî giran dibe bila bibe, weke şoreşgereke jin mirov dikarin ji hemû astengiyan derbas bibin. Eger mirov ji têkoşîn, bîrdozî, gel, rêber û hevrêyên xwe piştrast bin, ti astengî nikare li pêşiya mirovan bisekine. Gelekî girîng e ku em rastiya jiyanê ya ji wê ji me re ma, zêde bikin. Ji ber vê yekê gelek tiştên divê em bêjin, hene. Kuştina hevala Sara û du hevrêyên me li navenda Parîsê, em gelekî êşand. Ev yek di heman demê de nîşaneya hêrs, nefret û tolhildana dijmin a li zindîbûn û berxwedana jinê ye. Piştî şehadeta hevala Sara bi sedan, bi hezaran Sara tevlî bûn. Hevala Sara niha ne li cem me ye, lê ew bi enerjiya xwe her tim bi me re ye. Bi nerjiya xwe zêde dibe, me zêde dike. Ji ber vê yekê, erkê me ye ku em komkujiyê lenet bikin û pûç bikin."