‘Divê li Iraqê pênnûmeya qanûna zewaca zarokan a di 9 salî de bê vekişandin’

Rexirawa Pewendiyên Jinên Kurd, destnîşan kir ku divê li Iraqê pêşnûmeya zewaca zarokan a di temenê 9 salî de bê vekişandin û banga mezinkirina têkoşîna hevpar kir.

Rexirawa Pêwendiyên Jinên Kurd (REPAK), bi daxuyaniyekê diyar kir ku ev demeke dirêje pêşnûmeya qanûna zewaca zarokan a ji 15 salî daxistina 9 salî ku parlementa Iraqê pêşbîn dike di rojeva raye giştî de cih digire.

REPAK, destnîşan kir ku eger li dijî vê hewldanek mûxalefetê pêşnekeve, ev pêşnûme wê bi îhtîmalek mezin li meclîsê bê erêkirin.

REPAK’ê, da zanîn ku her çend armanca sereke a pêşnûmeya qanûnê zewaca zarokên keç ên 9 salî be jî, mafê hilbijartina mezheban dide mêrên ku dizewicin, lê ji bo jinan ev maf nayê dayîn. Her wiha hat diyar kirin ku mafê zarokên kur ê piştî hevberdana dayik û bav a hilbijartinê jî ji 15 salî, dadikeve 7 salan.

Di daxuyaniya Rexirawa Pêwendiyên Jinên Kurd de ev tişt hatin gotin:

"Şerê Cîhanê yê Sêyemîn li ser eksena zayendîperestî û îdeolojiya olperestiyê tê meşandin. Hêzên hegemonîk ên cîhanî û herêmî, bi avakirina rêxistinbûnên olî yên radîkal li qadê şerên mezin ên bi armanca qirkirina jin û gelan dimeşînin. Li Şengalê bi destê çeteyên DAÎŞ’ê û li herêmên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin jin rastî êrîşên giran tên. Her wiha li Efganîstanê jî rejîma Talîbanê di bin navê olê de hemû mafên jin desteser kirine. Di şerê Îsraîl- Filîstînê de li ser bedena jinan hovîtiyek mezin hatin pêkanîn. Rejîma Îran jî li dijî çalakvanên siyasî bi pêkanîna siyaseta darvekirinê pêvajoyeke nû li dijî jinan daye destpêkirin.

Em careke din dixwazin diyar bikin ku wê krîz bi demokratîkbûn û azadiya jinê bêhtir bên derbaskirin û yekane çareseriya ku sûdê bide gelên Iraqê jî ev e. Ev pêşnûmeya qanûnê zewaca zarokên keç ên 9 salî li parlementa Iraqê tê pêşbînkirin, tê wateya fedakirina çarenûsa gelên Iraqê û jinan ji bo bloka faşîst a herêmî. Li herêmê di encama berxwedana gelê Kurd, jin û mirovahiya li tevahiya cîhanê DAÎŞ hat têk birin. Armanca ku bi DAÎŞ’ê li herêmê nehat bidest xistin, vê carê hewl tê dayîn bi tifaqa Tirkiye-PDK’ê li dijî gel, jinên Kurd û Ereb qirkirinê pêk bînin.

Di esasê xwe de banga me ji hikûmeta Iraqê re ev e; Divê li berjewendiyên gelên Iraqê û jinan xwedî derkevin, li şûna ku bi bloka faşîst re li hev bikin, divê siyaseta demokratîk esas bigirin û pêşnûmeqanûna zewaca zarokan a 9 salî paşve vekişînin.

Banga me li hemû tevgerên jinan, tevgerên femînîst û raya giştî ya demokratîk re ew e ku piştgiriyê bidin têkoşîna azadiyê ya jinên Iraqê û hevgirtina gerdûnî û têkoşîna hevpar a li dijî zewicandina zarokan mezin bikin.”