Divê her kes destekê bide kampanyaya 'Ji bo jinan Dad'

Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Hasret Alp xwest ku her kes destekê bide kampanyaya 'Ji bo Jinan Dad', ku wan dane destpêkirin.

Endama Lijeya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Hasret Alp anî ziman ku desthilatdariya nêr a AKP-MHP’ê çavkaniya xwe ji tundî û kaosê werdigire û got, “ Li hundir û derveyî welêt polîtîkayên şer dimeşîne, di roja me ya îro de di serî de jin û hemû civak bi tecrîde û bêedelatiyê re rûbirû hiştiye.”

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi çarçoveya kampanya “Destpêkê Edalet” ya di 8’ê sibatê de hatibû destpêkirin, kampanya “Ji Bo Jinan Edalet” jî dan destpêkirin. Der barê kampanyayê de Endama Meclîsa HDP'ê Hasret Alp axivî û anî ziman ku desthilatdariya nêr a AKP-MHP’ê çavkaniya xwe ji tundî û kaosê werdigire, li hundir û derveyî welêt polîtîkayên şer dimeşîne, di roja me ya îro de di serî de jin û hemû civak bi tecrîde û bêedelatiyê re rûbirû hiştiye.

Alp da zanîn ku li welat herî zêde jin ji bêedaletiyê bandor dibin û wiha axivî: “Li hemberî vê bêedaletiyê yên herî bihirs û li dijî vê bêedaletiyê têdikoşin jî Tevgera Jinên Kurd in û Rêxistinên Jinan ên Tirkiyeyê ne. Hişmendiya mêr û hişmendiya serdestan bê ku cudahiyê bixe navê jinan û destkeftiyên jinan hedef digre. Sîstema heyî ji bo jinan nabe edalet û êrîşî destkeftiyên jinan dike. Ji xeynî cîbicîkirina peywirên ku bi Zagona Hejmar 6284, Peymana Stenbolê û CEDAW hatine girtin, ew hevparê her kuştinê ye, ku niha veguheriye qirkirina zayendî ya bi polîtîkayên bêsizakirinê û êrîşên li ser destkeftiyên jinan. Li Tirkiyeyê jin bi êrîşên herî dijwar re rû bi rû ne. Mînak, dema ku kujerê jinan, tacîzkar, tecawizkar bi polîtîkayên bêsizakirinê têne parastin, jinên pêşeng ên ku ji bo azadiya jinan şer dikin hema hema her roj dibin hedef û têne girtin. Li aliyekê, jin bi her cûre şîdetê re rû bi rû ne (siyasî, fîzîkî, aborî û hwd.) Li aliyê din jî jin bûn qurbana pêvajoya pandemiyê. Krîza aborî ya ku welat tê de ye piranî tê xwestin ku ji karker û jinên karker re were hesibandin. Ji ber vê di gotebêjên me de derkete holê ku di nav kampanyaya me de hewceyî bi daxwaze 'ji bo jinan dad' a resen heye û me starta kampanyaya xwe ya resen jî da û xebatên xwe dane destpêkirin.''

Alp her wiha got, kampanya ku wan Sibatê dane destpêkirin heta 1'ê Adarê wê bi sernava 'Ji bo jinan dad' be, ji 1'ê Adarê heta 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê çalakiyna bikin, ji 8'ê Adarê heta bi 1'ê Gulanê jî bernameya çalakiyan deynin.

Alp bal kişande ser tecrîda li girtîgehan û berxwedana girtiyan a li dijî tecrîdê, got ji ber van sedeman jî zêdetir hewceyî bi dadê heye. Alp diyar kir ew hêza xwe ji rêxistiniya xwe distînin û bang li gel, jin, çewisandî, ciwan û partiyên muxalîf kir ku destekê bidin kampanyaya wan.