'Divê em hê bêhtir xwe bi rêxistin bikin'
Jinên ku di konferansa "Hevjiyan û azadiya jinê ya bi felsefeya Ocalan re" li hev civiyan, dan xuyakirin ku divê ew bi ramanên Ocalan rêxistinbûna xwe xurtir bikin.
Jinên ku di konferansa "Hevjiyan û azadiya jinê ya bi felsefeya Ocalan re" li hev civiyan, dan xuyakirin ku divê ew bi ramanên Ocalan rêxistinbûna xwe xurtir bikin.
Jinên ku di konferansa "Hevjiyan û azadiya jinê ya bi felsefeya Ocalan re" li hev civiyan, dan xuyakirin ku divê ew bi ramanên Ocalan rêxistinbûna xwe xurtir bikin.
Ji beşdarên konferansê endama Meclîsa Tevgera Goran Sûad Seyîd Riza bal kişand ser qedexeyên li pêşiya jinê ya li her qadên jiyanê û anî ziman, ev yek ji ber civaka bêperwerde ye.
SÛAD SEYÎD RIZA: MEJIYÊ SIYASETA LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ, LI JINÊ GIRTÎ YE
Sûad da xuyakirin, ku têkoşîna jinê li her cihî bi rengekî cuda tê meşandin û got, "Mînak; têkoşîna jinê ya li Bakur û Başûrê Kurdistanê ji hev cuda ne. Lê dîsa jî jin bi heman zîhniyetî, di çarçoveya armancên hevpar de têdikoşin."
Sûad gotina "Heta ku em civakê perwerde nekin, di şer de wê xwîna me birije" ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibîr xist û destnîşan kir, ku pêwîstî bi perwerdekrina civakê heye. Sûad got, "Ev ne tenê karê jinê ye. Lazim e sîstem xizmetê ji vê re bike. Lê belê mejiyê siyasetê li pêşiya vê yekê asteng e. Mînak; mejiyê siyasî yê li Başûrê Kurdistanê li jinê girtî ye. Pêwîste zext li vê bê kirin. Bi vê konferansê re jin li hev dicivin, nêrînên xwe hevpar dikin û têkiliyê bi hev re datînin. Ev gelekî girîng e. Ji ber vê yekê pêwîstî bi pêşengiyeke xurt heye."
PEREZ OMER: DIVÊ JIN DAKEVIN QADAN
Berpirsyara Baskê YNK'ê yê Jinan a Hewlêrê Perez Omer jî bal kişand ser têkoşîna bi nêrîna azadiya jinê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û anî ziman, ev yek bandorê li tevahiya cîhanê dike.
Perez Omer destnîşan kir, ku divê têkoşîna jinan li meydanan be û got, "Bi dîtina min, divê têkoşîna azadiyê ya jinê êdî ji salonên girtî derkeve kolanan û qadan. Bi taybetî, jinên ku di nava siyasetê de bi bandor in divê pêşengiyê ji vê re bikin."
Di salên 90'î de em li qadan, li kolanan têdikoşiyan. Dema li qadan têkoşîna mafên jinan dihatin meşandin, destketiyên jinan li nava qanûnan, li siyasetê zêde bûn. Ji ber vê yekê, divê aktîvîst û jinên di nava siyasetê de bi bandor in, pêşengiyê ji vê re bikin."
'JIN DEYNDARÊ OCALAN IN'
Perez Omer di dewama axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya Ocalan ji bo têkoşîna azadiya jinê û got, "Em li vê derê li ser nêrînên Ocalan têkoşîna azadiya jinê nîqaş dikin. Dixwazim vê yekê bêjim. Eger em Ocalan tenê bi partiyekê ve girêdayî binirxînin, em ê nêrînên wî teng bikin. Ji ber ku nêrînên wî ji partiyekê zêdetir in. Ji xwe ne tenê jinên Kurd hemû jinên cîhanê ji ber nêrînên wî yên azadiya jinê, deyndarê wî ne. Gelekî baş bû di vê konferansê de jinên ji partiyên cuda nêrînên Ocalan nîqaş dikin. Her kes li vê derê nêrîna xwe dibêje. Bi dîtina min, dem hatiye ku nêrînên Ocalan weke bingeha têkoşîna hevpar a hemû jinan bên qebûlkirin."
SEMA MIHEMED: DIVÊ EM XWE HÊ BÊHTIR BI RÊXISTIN BIKIN
Ji beşdarên konferansê Sema Mihemed jî destnîşan kir, ku divê jin hê bêhtir li hev bicivin, xwe bi rêxistin bikin û li dijî serdestiya mêr têkoşîneke aktîf bimeşînin.
Sema Mihemed li ser rojeva konferansê û zor û zehmetiyên derdikevin pêşiya jinên li Başûrê Kurdistanê got, "Li ser bingeha nêrînên Ocalan, em konferansek bi mijara cihê jinê di siyaset, aborî û nava civakê de lidar dixin. Me di konferansa xwe de sedema dûrxistina jinan li van qadan nîqaş kirin. Di bingeha mijarê de, zîhniyet û sîstema serdestiya mêr heye. Li Başûrê Kurdistanê ev 25 sal in jinê nekariye li van qadan bi bandor bibin."
Sema Mihemed anî ziman, ku jin heta niha li Başûrê Kurdistanê nekariye tevlî jiyana aboriyê bibe û got, "Eger karibe tevlî siyasetê bibe, ji aliyê aborî ve azad bibe, wê hingîn li dijî sîstema mêr bi bandor be. Di vê konferansê de jinan nîqaşeke xurt meşandin. Bêguman nîqaşkirina van pirsgirêkan tenê li konferansekê têrê nake. Divê konferansên bi heman rengî bidomin. Lazim e jin tevlî vê pêvajoyê bibin."