'Divê em bibin dengê Leyla Guven û hevrêyên wê'

Meclîsa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk Leyla Guven û çalakgerên greva birçîbûnê silav kir û got; "Divê em bibin dengê Guven û hevrêyên wê."

Meclîsa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk têkildarî Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku ev 72 roj e li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çalakiya greva birçîbûnê de ye, daxuyayaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin; "Divê em bibin dengê Leyla Guven û hevrêyên wê."

DÎROK TÊKÇÛNA WAN DIDE NÎŞANDAN

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Gelê Kurd ji gelê Tirk û gelên din zêdetir tiştek din naxwazin û hemû daxwazên wan yên mirovî û rewa ne. Dîrokê daye nîşandan ku; hebûna zilmê ya ji pêşerojê û heta roja me ya îro li beramberî têkoşîna mirovên berxwedêr û cesûr têkçûye."

BERXWEDAN HATE SILAVKIRIN

Meclîsa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk herî dawî got; "Ger dijberî we jî be zilmê nekin yan wê ev agir bigihe we jî. Berxwedêrên îro Leyla Guven û rêhevalên wê em silav dikin."