’Divê dayikên Başûrê Kurdistanê li hemberî dagirkeriyê serî hildin’

Endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê Malbata Barzanî ya destekê dide dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê û gotin: “Em Barzaniyan Kurd nabînin. Divê Kurdîtiya wan bê nîqaşkirin. Ji ber ku divê Kurd rê nede qirkirina Kurdan.”

Di demekê de êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê dewam dike, desteka PDK’ê ya ji bo dagirkeriyê jî li her derê Kurd lê ne tê protestokirin. Bi taybet dayikên aştiyê û Kurd vê rewşê bi hêrs pêşwazî dike.

Endamên Însiyatîfa Dayikê Aştiyê rexne li hevkariya PDK’ê ya li gel dewleta Tirk a dagirker kirin û gotin divê demildest ji vê şaştiyê vegerin. Ji endamên însiyatîfê Mevlûde Adsiz diyar kir ku Malbata Barzanî ji ber berjewendiyên siyasî li gel dewleta Tirk cih digire û ev yek ne li gorî Kurdbûnê ye.

FERQA WAN Û DEWLETA TIRK NEMAYE

Atsiz got: “Eger misqalek ji Kurdbûnê mabe wê Malbata Barzanî ev yek nekira. Dewleta Tirk û Malbata Barzanî bi hev re li dijî Kurdan bûne yek. Eger misqalek Barzanî Kurdbûnê bifikire wê rê nedaba dagirkeriya dewleta Tirk a li wir. Êdî rewş gihaye wê astê ku Kurdbûna Barzaniyan bê nîqaşkirin. Em ji bo wan nabêjin ‘Kurd’. Ji ber ku ferqeke wan ji dewleta Tirk nemaye. Divê dayikên li Başûrê Kurdistanê jî rabe ser lingan, divê bidin nîşandan ku vê xiyaneta Malbata Barzanî qebûl nekin. Bi qasî me berpirsyariya dayikên li wir jî hene. Ji bo vê divê em bi hev re li ber vê rewşê rabin. Daxwaz dikin ku dayikên Başûrê Kurdistanê li dijî Barzaniyan peyamek baş bide. Şer me rê bidin dagirkeriyê bên zarokên Kurdan qetil bikin. Divê dayik hemû dest bidin destê hev, dawî li vê hevkariya Barzanî û dewleta Tirk bînin.”

BANG LI DAYIKÊN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ KIRIN

Dayika bi navê Sultan Altan jî hevkariya PDK’ê û dewleta Tirk şermezar kir û bal kişand ku di encama vê hevkariyê de wê zarokên Kurdan bê qetilkirin. Altan got: “Barzanî şûna destek bidaba dewleta Tirk divê destek bidaba zarokên Kurdan. Divê Barzanî dawî li vî şerî bînin. Ew dever Kurdistan e. Divê Barzanî dest ji vî şerê qirêj berde. Ma şerm nake rê dide dewleta Tirk. Li vir bang li dayikên Başûrê Kurdistanê dikim. Divê ew jî rabin ser lingan, ji bo dawîbûna vî şerî divê erkê bigirin ser milê xwe.”