Dîlek Ocalan: Têkoşîn geş bibe pêşerojên azad li benda me ye

Parlementera HDP’ê Dîlek Ocalan bal kişand ser vî tiştî, ligel astengkirina dewletê wê Nobeda wan bigihêje armanca xwe.

Ocalan diyar kir ku AKP têkçûna xwe amade dike û got: “Siberojên azad wê bi têkoşînê were.”

Parlementera HDP’ê ya Rihayê Dîlek Ocalan Nobeda Wijdan û Edaletê ji ANF’ê re nirxand.

Ocalan diyar kir, ligel ku dewlet asteng dike jî gel tên Nobeda wijdan û edaletê û got: “Wisa xuya dike ku banga me ya ji bo wijdan hinek kesan aciz dike û êrîşî mafên me yên herî meşrû û demokratîk dikin. Çi dixwazin? Em ji dêvila wijdan û edaletê bibiêjin kaos û şer?”

Ocalan diyar kir ku ne gel û ne jî HDP vê zilm û bêhiqûqiyê qebûl nake û ligel hemû astengiyan ew ê bi nobetên wijdan û edaletê bigihêjin armanca xwe.

‘7’Ê HEZÎRANÊ MÎLAD E’

Ocalan diyar kir ku ji bo HDP’ê 7’ê Hezîranê mîladek e û got: “Di 7’ê Hezîranê de me benda ji sedî 10 ya darbeya Evren derbas kir û bi 80 parlementeran me di parlementoyê de cihê xwe girt.”

Ocalan bibîr xist ku Erdogan û AKP’ê bi şer xwe li ser civakê ferz kirin û bi darê zorê xwe kirin desthilatdar û got: “Ji bo me betalkirina parlementeriya parlementerên me tu wateya xwe tune. Ya esas îradeya gel e.”

‘XWE DIXAPÎNIN’

Ocalan diyar kir ku HDP hemû rengên civakê temsîl dike û ji ber vê jî dibe hedefa êrîşên nîjadperest û got: “HDP partiya Tirkiyeyê ye, ya gelan e û ya herî girîng a jinan e. Tişta ku ku AKP herî zêde jê ditirse jî ev e. Ji ber ku azadbûna jinan tê wateya azadbûna civakê jî. Ew dixwazin civakeke îtaetkar û ya ku nasnameya xwe înkar dike biafirîne lê ev hewldaneke vala ye. Kesên ku dixwazin civakan bi paş ve bibin, xwe dixapînin.”

 ‘DESTHILATÊ BI DESTÊ XWE DAWIYA XWE ANÎ’

Ocalan a ku awayê siyaseta AKP’ê şibad ‘kamyoneke ku frena wê teqiyayî’ û wiha pêde çû: “Li Tirkiyeyê desthilata Erdogan/AKP’ê ya ku dixwaze faşîzmê bisazî bike bi dest xwe dawiya xwe anî”.Ocalan diyar kir ku di pêvajoya desthilata AKP’ê ya 15 salan de ku dixwaze civakê bike yekparêz, xwe kir yek û bi tenê ma, ji bo deshilta xwe biparêze bi rejîmekî bê Rewşa Awarte re rû bi rû mane.

‘EM Ê BI HEV RE ALA EDALETÊ BILIND BIKIN’

Ocalan a ku got: “Wê ew roj ji xwe wer in” ji bo ev roj derbas bibin divê her kes piştgirî bike û alîkariyê bike. Ocalan destnîşan kir ku nobeda ku îro HDP’ê lidar xistî weke tasek av a ruh dide mirovane û wiha got: “Êdî di vê civak li ser vê axa zûha û hişkbûyî avekê pêde berde û bi hev re tiştekî nû bidin şîn kirin.Berovajî vê wê pêvajoya tarîtiyê ji ser civakê bi dawî nebe. Em dikarin bi hev re wê tarîtî û moranê biçirînin; rojên ronî û siberojên azad wê bi teqez bi têkoşînê pêk were. Em bi vê zanabûn û dîrokê mezin bûne. Em di wê hêviyê de ne ku em ê bi civakê re ala edaletê bilind bikin. Weke HDP’ê nobeda ku me daye destpêkirin di aliyê gel de weke ‘erê’ dihesibînin û gel piştgiriya çalakiyê dike. Her çendî çapemeniya alîgir a şerê taybet bi propagandayên reşkirin û manîplasyonê bike jî bi ser nakeve.”

Parlemetera HDP’ê Dîlek Ocalan binî xet kir ku Nobeda Wijdan û Edaletê ne divê HDP û derdorên wê, hemû beşdên dibêjin em demokratin xwedî lê derkevin û got: “Heta ku em bi hev re têkoşînê bikin û bibin yek, em dikarin li pêşberî rejîma dîktator rawestin. Ji derveyî vê ti alternatîfekî me yê din nîne.”