Dîcle Ezda: Aborî bi destê jinê demokratîk dibe

Endama Koordînasyona Qada Aboriyê ya Kongreya Star Dîcle Ezda jin bi karên xwe yên civakî û demokratîkkirina aboriyê li Rojava bi roleke dîrokî radibin.

Endama Koordînasyona Qada Aboriyê ya Kongreya Star Dîcle Ezda bersiv da pirsên ANF'e û diyar kir ku karên aboriya jinê yên li rojava xwe dispêrin ser du polîtîkayên bingehîn.
Tekildarî van her du polîtîkayan Dîcle Ezda got, "Jinên ku bêkar, xizan û li derveyî hilberînê hatine hiştin tevlî hilberînê bên kirin. Ji bo vê jî têkilî û amûrên hilberînê radestî jinê werin kirin.

RÊXISTINKIRINA BAZARA ABORIYÊ YA JINÊ

Eger em mijara bêkarî û xizaniyê tenê wek mijara karkirinê binirxînin, hingî em ê jinê tenê bikin karker. Armanca me ew e ku jinê yekser bike hêza aboriyê û bi vê yekê re aboriya jinê ya komunal bi pêş ve bibin. Yekane rêya vê jî ew e ku jin bibe xwedî têkilî û qadên hilberînê. Yanî bazara aboriyê ya jinê bê rêxistinkirin. Vekirina qadên hilberîna jinê, bazara jinê ku berhemên hilberandiye lê bên pêşkêşkirin û bênavbeynkar yekser bigihîne civakê.

'KÊMKIRINA DESTHILATDARIYÊ, CIVAKÎKIRINA ABORIYÊ YE'

Karê aboriya jinê ya xweser a li dijî yekdestiya mêr a serdest, wê aboriyê demokratîk bike. Dema ku mirov mijarên mûçeyên wekhev, karên wekhev jî lê zêde bikin, hingî mirov dikarin bêjin ku em di pêvajoyeke welê de ne ku di aboriya zayendî de kwehevî, li qadên aboriya jinê û aboriya giştî de jî demokratîkbûn pêk tê. Li malê û qadên aboriyê kêmkirina desthilatdariyê û zêdekirina hêza kar a jinê, tê wateya civakîkirina aboriyê. Jin bi karên xwe yên demokratîkkirin û civakîkirina aboriyê, li Rojava bi roleke dîrokî radibin."

LI DIJÎ ABORIYA KAPÎTALÎST, KOOPERATÎFÊN JINAN

Dîcle Ezda têkildarî karên kooperatîfên jinan jî got, "Kooperatîfên jinan li dijî aboriya kapîtalîst yekane rêbaza aboriya civakî ye. 22 kooperatîfên me yên çandiniyê yên jinan hene. Her wiha 18 kooperatîfên di mijarên cuda de hene. Bi rêya van kooperatîfan em zeviyan, amûrên kar û cihên kar ji xwe re peyda dikin û jin bi hêza keda xwe tevlî dibin. Hatineya ku bi dest xistine jî li gorî keda dane bi rengekî wekhev parve dikin."

'DAGIRKERÎ JI BO JINAN TRAJEDÎ YE'

Dîcle Ezda bal kişand ser bandora giran a dagirkeriya dewleta Tirk a li dijî aboriya jinê ya civakî ya li herêmên dagirkirî û got, "Dagirkerî ji bo jinan trajedî ye. Dagirkerî, guhertina demografiyê bû sedem ku aborî ji binî ve tune bibe û liv û tevgereke mezin a koçberkirinê dest pê bike. Penaberî di heman demê de bêaborîbûn e. Hîn bêhtir xizanî ye, hîn bêhtir hêza karkirinê ya erzan e. Hilweşîneriya dagirkeriyê herî zêde di aboriyê de xwe nîşan dide; desteserkirin û talankirina aboriya civakî, penaberî vediguhere hêza erzan a kar. Ev yek jî aliyê herî hov ê kapîtalîzmê ye. Keda mirovan, aboriya civakî ji nû ve tê talankirin."

Dîcle Ezda diyar kir ku ji bo li kampan aboriya jinê biafirînin, plansaziya wan heye ku ji bo jinên ji Serêkaniyê kooperatîfan ava bikin, bikin xwedî hêza aboriyê û got, "Li Şehbayê heta astekê karê aboriya jinê hate meşandin, karên kooperatîfa çandiniyê hate destpêkirin."