Di nava 5 mehan de 174 jin hatin qetilkirin

Platforma Em ê Qirkirina Jinan Bidin Sekinadin ragihand ku di meha Gulanê de bi kêmanî 37 jin hatine qetilkirin. Ji serê salê heta niha hejmara jinên ku ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin gihişte 174’an.

Platforma Em ê Qirkirina Jinan Bidin Sekinadin (KCDP)Rapora Şideta li Dijî Jinê ya Meha Gulanê eşkere kir. Li gorî raporê 37 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin.

Di qetilkirina jinan de 3 ‘mirina bi guman’ 21 jin jî sedema mirina wan nehate zanîn. Di raporê de ev hate gotin: “2 jin bi hinceta aborî, 8 ji ji ber biryarên di derbarê xwe de, 1 ji ber sedema ji hev berdanê hatine kuştin.”

Li gorî raporê, ji 37 jinan 9 kes nehate zanîn bê ka ji aliyê kê ve hatine qetilkirin. Ji jinan 11 zewicî, 5 jin bi mêrê bi hev re, 4 jin jî bi mêrê ji hev dûrketin, 1 ji aliyê bav, 1 ji aliyê bira, 4 ji aliyê kur, 2 jî ji aliyê nas/xizman ve hatine kuştin.

Li Stenbolê 4 jin, Îzmîr 4, Entalya 3, Kocaelî 3, Edene 2, Aydin 2, Amed 2, Kayserî 2, Samsûn 2, Afyon 1, Bartin 1, Çewlik 1, Îdir 1, Kutahya 1, Mêrsîn 1, Nîde 1, Ordû 1, Osmaniye 1, Sakarya 1, Tekîrdag 1, Dersim 1 û li Uşakê jî 1 hatine kuştin.

Her wiha di raporê de hatiye diyarkirin ku ji jinên hatine kuştin 14 jin bi zarok in.

Platforma Em ê Qirkirina Jinan Bidin Sekinadin (KCDP) di rapora xwe ya meha Nîsanê de ragihandibû ku 36, her wiha rapora Adarê 27, Sibat 31, Çileyê 43 jin hatine kuştin. Di sala 2018’an de jî bi kêmanî 404 jin ji aliyê mêran ve hatibûn qetilkirin. Ev hejmar di sala 2017’an de jî 409 bû.